31 jinên li Minbicê ji bo parastina bajarên xwe amade ne

Jinên ku li Minbicê perwerdeya Hêzên Tevgera Taybet dîtin, mezûn bûn. 31 jin ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê û gundewarên wê beşdarî perwerdeya 45 rojan bûn û di parastina bajar de ciyê xwe girtin.

Minbic – Akademiya Şehîd Simko ku li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, mezunên xwe yên nû da. Ev dersa ku perwerdehiya taybet dide û gelek jin tê de cih digirin, li bajêr dersa yekemîn û bêhempa ye.

Şervan û perwerdekar Şoreş Muhammed Ramazan got, “Ev dewre bi taybetî ji bo jinan û ji bo min girîng e. Divê jin di qadên curbecur, belkî jî yên xeternak de xebatên xwe bidomînin. Ji ber ku jin hêmana bingehîn a civakê ye û divê di nava parastinê de cih bigire. Divê jinên ku bi taybet perwerde bûne parastina jinan bikin û jin zêdetir beşdarî van perwerdeyan bibin û rola xwe bilîzin."

'Em ê herêmê biparêzin'

Aya Şehade jî anî ziman ku tevlîbûna jinan a dewreyê xaleke werçerxê ye û got, "Niha em ê beşdarî hemû operasyonan bibin û herêmê û jinan biparêzin."

Zulêxa Şukrî Hemmo wiha got: "Divê jin rola xwe di Hêzên Operasyonên Taybet de bi cih bînin û li ser tirsê û astengiyên ku jinan paşde dihêlin derbas bibin."