30 sal in li penaberiyê 8’ê Adarê pîroz dikin

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 30 sal in bi çalakî, reng, deng û keda xwe tevahiya meha Adarê watedar dikin û 8’ê Adarê pîroz dikin.

Mexmûr - Dema em ber bi kûrahiya dîroka wargeha penaberan a Mexmûrê ve biçin em ê êş û azarên ku di penaberiyê de jiyane bibînin. Beriya ku bibin penaberên riya lêgerîna azadiyê, li ser warên xwe li gundên xwe di nava aramiyê de dijiyan. Xebera wan ji bêmafiya ku li welatê wan dihat kirin tunebû. Lê piştî ku dewleta Tirk a dagirker ji bo talanê berê xwe da gundên wan, bi jiyana ku welatê wan di nav de bû hesiyan. Li beramberî zilma ku li wan û welatê wan hat kirin bi hêrsek mezin riya penaberiyê hilbijartin. Li şûna ku xiyanetê li welatê xwe û hebûna xwe ya Kurdbûnê bikin, êşên penaberiyê dan pêşiya xwe. Ne li xweşiya jiyanê, li azadiya xwe û welatê xwe digeriyan. Ji bo wê ji Bakurê Kurdistanê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

Tevî hemû zehmetiyan jî tu carî bêhêz nebûn û dest ji têkoşînê bernedan

Li ser xaka Bakurê Kurdistanê êşên giran kişandin. Xelkê ku li Bakurê Kurdistanê rastî zilma dewleta Tirk hat, li Başûrê Kurdistanê jî bi zilma PDK’ê û zehmetiyên koçberiyê re rû bi rû ma. Dema em niha wan êşan radixin ber çavan li gotinên me jî giran tên, mirov nizane çawa bilêv bike êşên ku wan kişandine. Bi taybetî jî êşên ku jinên wargehê kişandine. Jinên ku li gund zarokên xwe li ber singa xwe bi şîrê xwe têr dikirin, bi êşên ku jiyane di singê wan de şîr xilas dibû. Bi êşa têrnekirina zarokên xwe re rû bi rû diman. Lê ew jinên ku hemû êşên jiyanê kişandine, tu carî zehmetiyan ji xwe re nekirine bêhêzî. Berovajî wê êşên xwe kirin kirasek ji hêzê û li xwe kirin. Li beramberî zilma dewleta Tirk, PDK’ê û hişmendiya mêr a paşverû têkoşiyan. Tu carî li paş xwe nezivirîn, her dem berê xwe dan riya li pêşberî xwe. Riya têkoşîn û azadiyê. Hêza xwe ya herî mezin jî ji Rêberê xwe ango Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digirtin. Maf û îradeya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi jinan da qezenckirin ji bo jinên wargehê çavkaniya jiyanê ya herî bingehîn bû. Bi hêviya ku rojek bigihîjin Rêberê xwe dijiyan. Roj li pey rojê derbas dibû di penaberiyê de û her roj ji roja din zehmetir û bi êştir bû. Lê serî netewandin. Bi keda xwe her cihê ku lê diman dixemilandin û dikirin warê jiyanê.

Jinên wargeha Mexmûrê cara yekem roja 8’ê Adarê li wargeha Etrûşê pîroz kirin

Di nava penaberiyê de jî jinên wargehê roja jinan ango roja xwe 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê pîroz dikirin. Roja ku bi têkoşîna jinan a bi sedan salan hat bidestxistin ji bo wan roja lêgerîna maf û azadiyê bû. Bi taybetî jî bi dirûşma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Jin Jiyan Azadî’ ji bo jinên wargehê 8’ê Adarê hîn zêdetir bi wate dibû. Jin jiyan bû û jiyan jî azadî bû. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li her kêliya jiyana xwe alandin û bi jiyana xwe re kirin yek. Di demên koçberiyê de di sala 1995-96’an de li Wargeha Etrûşê yekem car 8’ê Adarê pîroz kirin. Dema jinên wargehê qala wê rojê dikirin digotin wê rojê li cihê şahiyê bahozek rabû û teyrok barîn. Digotin ewqas bihêz bû ku her kes ber bi malên xwe ve reviya. Ji jinên wargehê re piştî wê rojê gotin xefsa jinê bû. Lê tu caran jinên wargehê wan gotinan ji xwe re qebûl nekirin. Ji ber ku dizanibûn ew bahoz ne xefsa jinan qêrîna xwedawendên wan bû ku li hemberî hşmendiya mêrê serdest. Qêrîna hêza jinan bû ango qêrîna ‘Jin Jiyan Azadî’ bû. Jinên wargehê nîşan dan ku kes nikare bibe astengî li pêşiya daxwaza azadiya wan. Bi hêza ku ji wê dirûşmê girtine li hemberî hişmendiya hezar salî ya jinan dike kole bûn dîwarek ji pola.

Her sal bi hemû reng û xweşiktiya xwe roja 8’ê Adarê pîroz dikin

Ji wê dîrokê ve heta roja îro jinên wargehê 8’ê Adarê bi hemû xweşiktiya xwe pîroz dikin. Bi çalakî, reng, deng û keda xwe tevahiya meha Adarê bi wate dikin. Ruxmê zehmetî û êrişan tu caran dev ji pîrozkirina rojên xwe yên girîng bernedane. Her sal xwe bi cilên Kurdî dixemilînin û bi coşek mezin pîroz dikin. Ya ji vir were girtin ew e ku, jiyan carna bi êş carna jî xweşî ye. Lê ya girîng ew e ku tu yê çawa têbikoşî û xwe bi jiyanê re bikî yek. Êş û zehmetiyan ji xwe re bikî hêz û bawerî. Ji bo wê ye jinên wargeha penaberan a Mexmûrê 30 sal in li beramberî hemû zehmetiyan radiwestin û bi qêrîna ‘Jin Jiyan Azadî’ têdikoşin.