30 Meh cezayê zindanê li çalakvan Nercis Muhemedî hat birîn
Dadweriya Îranê bi tewana "çalakî û propogandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê” bi riya daxuyaniyek diyar kir ku ceza li çalakvan Nercis Muhemedî hatiye birîn.
Navenda Nûçeyan- Dadgeha Ceza ya Tehranê 30 meh cezayê zindanê û 80 qamşêt li çalakvana mafên mirovan Nercis Muhemedî birî. Her wiha Nercis Muhemedî bi gelek bûyeran wekî "guhnedana fermanên mudur û karbidestên zindanê, şikandina camên girtîgehê û derewên li ser îşkence û lêdanê hat tewanbarkirin.
Çalakvan Nercis Muhemedî tiştên ku dezgehên ewlehiyê kiribûn protesto kir û beşdariya rûniştinên dadgehê red kir.
Nercis Kerîm Muhemedî, di 21’ê Nîsana 1972’de ji dayik bûye, çalakvaneke mafên mirovan û cîgira serokê Navenda Parêzvanên Mafên Mirovan e.
Gelek caran hat girtin
Nercis Muhemedî ku bi têkoşîna xwe ya ji bo rakirina cezayê îdamê li Îranê tê naskirin, di 2015’an de hat girtin û di salek şûnde bi tawanê "damezirandin û rêvebirina komek neqanûnî" hat cezakirin.
Çalakvan Nercis berê jî çend caran hatibû girtin, ya yekem di 1998’an de bû ew jî ji ber rexnekirina hikûmeta Îranê, piştî wê bi salekê hat azadkirin. Di Nîsana 2010’an de ji bo endamtiya wê di Komîteya Xaça Sor a Îranê de hat dadgehkirin dûre bi kefaleta pêncî hezar dînarên Amerîkayê hat azadkirin lê piştî çend rojan ji nû ve hat girtin û ew birin zindana Evînê. Piştî ku tenduristiya wê xirab bû, bi nexweşiyeke giran ket serbest hat berdan.
Gelek xelat girtin
Di Tîrmeha 2011’an de dîsa, bi sûcê "Li dijî ewlehiya neteweyî, endamtiya Komîteya Esyobî ya Parastina Hemwelatiyan û Propagandaya li dijî Pergalê" hat girtin. Di meha Îlonê de, 11 sal cezayê zindanê lê hat birîn ku di 31’ê Tîrmeha 2013’an de serbest hat berdan û careke din di 5’ê Gulana 2015’an de dîsa dîl hat girtin.
Çalakvan Nercis Muhemedî di 2009’an de Xelata Eleksender Langir wergirt û di 2011’an de xelata Bîr Encir a ku "Xelata Navneteweyî ya Hikûmeta Swêdê ya Mafên Mirovan e" û 2016’an de jî Xelata Mafên Mirovan ji bo bajarê Faymir ê Almanyayê wergirt.