3 kesên heyeta Îspanyayê hatin dersînorkirin
3 kesên ku heyeta ji 10 kesan pêk dihat ji bo çavdêriya hilbijartinê ji Spanyayê hatibûn Sêrtê hatibûn binçavkirin, hatin dersînorkirin.

Sêrt- Şandeyeke ji 10 kesan ji Spanyayê ji bo çavdêriya hilbijartinên giştî yên Serokkomarî û Parlementerî ku duh li Tirkiye û Kurdistanê hatibûn kirin, duh hatibûn Sêrtê.
Endamên Meclîsa Nûneran a Spanyayê Jon Înarritu Garcîa, Îzabel Chacon û Tîno Bruûgos ku di heyetê de bûn duh hatibûn binçavkirin. 3 kesên ku îro danê sibê saet di 07.00’an de tevî parêzer û polîsan sewqî Balafirgeha Amedê hatin kirin, hatin dersînorkirin.