3 jinên ku li Kabulê hatibûn binçavkirin bi kefaletê hatin berdan

Ji 4 jinên ku roja Yekşema borî li Kabulê ji bo mafên xwendin û kar çalakî li dar xistin û di encama êrîşa endamên Talîbanê de hatibûn girtin, Fatima Mohammadî, Malalî Hashmî û Ruqayyah Saî bi kefaletê hatin berdan.

Navenda Nûçeyan - Bi pêkanînên ku piştî rêveberiya Afganistanê ji aliye Talîbanê li Afganîstanê ve hat desteser kirin tên pêkanîn re ji jinan re gelek cihên giştî hatin qedexekirin. Jinan jî van qedexeyan qebûl nakin û ji roja Talîbanê rêveberiya welat destxist heta niha têkoşîna xwe didomînin.

Roja yekşema 26’ê Adarê, endamên Talîbanê êrîşî çalakiya komek jinên ku ji bo mafê xwendin û karkirinê li Kabîlê li dar xistin kir û 4 jin girti bû. Ji jinan jî Fatima Mohammadî, Malalî Hashmî û Ruqayyah Saî duh bi kefalet hatin berdan.

Der barê rewşa Yaqut Mandga a ku bi 3 hevalên xwe re hat binçavkirin û girtin heta niha tu agahî nîne.