3’emîn Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr bi encamnameyê dawî bû

3’emîn Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) ku bi dirûşma ‘Bi Rihê Ciwanên Apoyî Em ê Banga Aştî û Civaka Demokratîk Serbixin’ dest pê kiribû, bi xwendina encamnameyê dawî bû.

Mexmûr – 3’emîn Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku bi dirûşma ‘Bi Rihê Ciwanên Apoyî Em ê Banga Aştî û Civaka Demokratîk Serbixin’ dest pê kiribû, bi xwendina encamnameyê dawî bû.

Kongre danê siharê bi axaftina vekirinê û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiribû, bi xwendina peyam û xwendina raporên du salan ên kar û xebatên ciwanan bi dawî bû. Piştî nîvro bi sînevîzyona ku li ser xebatên du salan ên ciwanan û bi nirxandinên rewşa siyasî û xebatên du salî berdewam kir. Herwiha danê şev jî rêzikname û pêşnûmebiryar hatin xwendin û erêkirinê re hatin derbaskirin. Di nava kongreyê de peyamên ku ji derve jî hatîn, hatin xwendin. Piştre komîsyona hilbijartinê ji bo hilbijartina Hevberdevkên Tevgera Ciwanan dengdan kir û hevberdevk hatin hilbijartin. Herî dawî jî merasîma sondxwarinê hat pêkanîn û kongre bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Encamname wiha ye:

“3. Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr bi şîara ‘Bi Rihê Ciwanên Apoyî Emê Banga Aştî û Civaka Demokratîk Serbixin’ ku hat lidar xistin di serî de diyarî Rêberê gelan Rêber Apo û Şehîd Çiya, Şehîd Rohat, Şehîd Bêrîtan û Şehîd Ronî dikin. Emê hemû kar û xebatê xwe li ser esasê mîsoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bimeşînin. Em diyar dikin ku bi banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ xwedî derkevin û teqez pêvajoyê serbixin.

Wek ciwanên şoreşger em ê li peyama Rêber Apo ya bi rêxistinî bin û derdora xwe rêxistin bikin ji xwere esas bigrin û divê çarçoveyê de bibin hêza dînamîk a pêvajoyê. Li ser vê esasê em ê xwe di her komîn û saziyên rêxistinî de rêxistinbikin û bibin nûnerên banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ên vê demê. Ji bo derbaskirin û bûna rêhevalên Rêber Apo yên rast bi wesîla kongreya me lidarxistî em didin diyarkirin ku yek ji karê me yê serekeye divê pêvajoyê de ku em wek ciwan bê rawestan xwe di wî warî de xurt bikin û heya mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin nerawestin.

Li ser vî esasî wek Meclîsa Ciwan û Meclîsa Jinên Ciwan ên Mexmûrê em ê li beramber polîtîkayên şerê taybet ên ku xizmeta modernîteya kapîtalîst dikin têkoşîna xwe xurttir bikin û bibin hêza herî dînamîk a pêngava ‘Aştî û Civaka Demokratik’.”

Têkildarî kongreyê endama Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê Pinar Bayar ji ajansa me re axivî.

‘Heta Rêbertî bi awayek fîzîkî azad nebe em ê têbikoşin’

Pinar Bayar kongrê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevayî şehîdên şoreşê pîroz kir û got: “Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêbertî dayî destpêkirin de lidarxistina vê kongreyê ji bo me ciwan û jinên ciwan nirxek pîroze. Jixwe armanca me ewe ku em ji pêvajoya ku Rêbertî dayî destpêkirin re bibin bersiv, bibin layiqê Rêbertî û kar û xebatên xwe dinava saziyên xwe de û wek rêxistinî nava wargehê de zêde bikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev kongre bibe minasebeta azadiya fîzîkî ya Rêbertî. Em wek ciwan soz didin ku heta Rêbertî bi awayek fîzîkî azad nebe em dev ji têkoşîn û berxwedana bernadin.”