3’emîn konfransa Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî li Qamişlo dest pê kir
li bajarê Qamişlo 3’emîn konfransa Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî li Herêma Cezîrê di bin dirûşma (Bi tekoşîna jinên azad em ê edaleta civakî bi ser bixin) di 19'ê mijdarê de dest pê kir.
Qamişlo- Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser de li ser esasê bidestxistina mafê jinan û avakirian xweseriyeke jin bi hişmendiyeke azad û demokratîk ku di konfransa xwe ya 2018’an de bi rengekî fermî ket piratîkê de û kar û xebatên destxistina Edaleteke Civakî û demokratîk dide meşandin. Di 19'ê Mijdarê de li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşma “Bi tekoşîna jinên azad em ê edaleta civakî bi ser bixin” 3’emîn konfransa Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî bi beşdarbûna Saziyên jin ên xweser, Kongreya Star û Rêxistinên jin li Balur û Rojhilatê Sûriyeyê. Derbarê destpêkirina Konfransê, Rêveberiya Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî ya Kantona Qamişlo Henîfa Muhemed axivî û parve kir.
“Sembola edaletên jin e”
Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Foza Yûsiv axivî û got: “Em 3’emîn konfransa Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî li we hemûyan pîroz dikin. Ji cîhanê bi giştî re edalet pêwîste lê ya herî girîng edaleta jin pêwîste ji ber ku sistema edalet û zagonên cîhanî bi hişmendiya jin hatiye avakirin. li gelek welatan qanûn û lihevkirin ku hatine îmzekirin îbtal kirin ji ber ku xizmeta jin dikirin. Iro cihan di nav ezmeyekê re derbas dibe, Netwên yekbûyî li qetilkirina jinan temaşe dike û dengê xwe nake ji ber ku ev rêxistin ne di destên jinan de ne. Jin her roj bi rengên herî xirab tên dîlgirtin û kuştin lê ti kes dengê xwe nake, hem li ser kuştina jinan û hem jî kuştina gelê kurd. Ev sazî ne ji bo parastina mezlûman hat rêxistinkirin, lê belê ji bo parastina mêr hat avakirin . herî zêde pêwîstiya me bi edaletê heye. Heta di nav malbatê de jin ji hemû mafên xwe mehrûm dimîne, 24 saetan kar û xebat dike û di dawî de jî bê maf dimîne, tevî ku barê jinê zêdetir e lê jin tê perçiqandin û nirxê keda wê ya herî kêm tê dayîn. Ji bo wê pêwîste em wekî jin sîstema xwe ya edaletê pêş bixin, bi hêz bikin û xwedî lê derkevin. Armnca me ya sereke gereke avakirina civakeke bi edalet be û destxistina exlaq û edaletek civakî bêyî sûc û dizî û bêyî hemû tiştên sexte û xirab da ku em êdî bêyî dadgehan jiyan bikin û em xwe bi xwe edaletê bimeşînin.”
Xalên nîqaşkirina konfransê
Henîfa Muhemed qala mijar û xalên nîqaşkirina konfransa 3’emîn kir û wiha dest pê kir: “li bajarê Qamişlo 19’ê Mijdarê 3’emîn konfransa Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî tê lidarxistin. Yekemîn konfarnsa ma di sala 2016’an de hat lidarxistin, her wiha duyemîn konfransa di 2018’an de hat lidarxistin. Wekî tê zanîn ku her du sal konfrans tê lidarxistin lê ji bo rewşa şewba korona hindekî derengî çêbû. Ev konfrans berdewamiya her du konfransên me ên dine, di vê konfransê de kar û xebatên hatî kirin, êşên ku me derbas kirin, di heman demên serkeftinên ku me bi dest xistin dê werin nîqaşkirin. Bê guman sazî û malên jin ên ku ji konfransa duyemîn heta roja îro heta çi astê pêş ketine dê were nîqaşkirin. Di konfransa me de Dîwanên me yên edaletê yên Herêma Cezîrê hazir bûne. Her wiha Kongreya star, Malên Jin, Saziyêan Malbatên Şehîdan û gelek Rêxistin û Saziyên Jin beşdar bûne û dê nerînên hemûyan werin girtin û haziran re werin nîqaşkirin. Bê guman mijara tundiya li ser jinê û bi taybet ber bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinê Dijî Tundiyê ya Cîhanî ve dê were nirxandin, sedem û çareserkirina vê tundiyê werin nîqaşkirin. Her wiha em dixwazin zagonên jin ên ku di sala 2014’an de ji bo jina hatine dayîn û asta ku gihiştinê em balê bikşînin ser û nerînan hemû haziran werê girtin.”
“Ji konfransa duyemîn heta sêyemîn, sîstema me bêtir hat rûniştandin”
Henîfa da zanîn ku ji konfransa duyemîn û heta ya sêyemîn pêşketin û sekneke mezintir hatiye çêkirin, her wiha hêvî kir ku konfrans bi rengekî serkeftî derbas bibe û wiha bi dawî kir: “ Di konfransa me ya 3’emîn de pêşketinên û amadekariyên mezintir hene ku çawa me dikarîbû bi riya Desteya Jin re em Malên Jin ava bikin û lîcanên me li hemû Navçeyan hatin vekirin, di heman demê de Rêxistina Eştar a Jinê hat avakirin. Meclisa Edaletê jî hat avakirin û hejmara herî zêde jin in ji bo parastina mafê jin û civakê bi tevahî û ji bo wê jî ekademiyên edaletê yên taybet hatin vekirin û bi seda jin tê de perwerde dîtin. Di van herdû salên dawî de bêtir tensîq di navbera me û ewlehiya hundirîn de a Asayişê hat çêkirin, her wiha Jinên ku di vî warî de kar dikin li ser esasê Rêveberiya xweser û pirojeya Neteweya Demokratîk tên perwerdekirin. Em bi hêvî ne ku konfransa serkeftî derbas bibe ku jin bêtir di karê xwe de pêş bikeve û hişmendî bughere.”