27 komeleyên jinan bang kirin ku metirsiya şîdeta li ser jinan biçûk neyê dîtin

27 komeleyên jinan li Cezayîrê nameyek vekirî ji saziyên giştî û civakî re şandin û bang kirin ku metirsiya şîdeta li ser jinan, biçûk neyê dîtin.

Cezayîr – Piştî êrîşa li ser mamosteyên jin li wilaya Edrar ku dikeve başûrê paytext Cezayîrê ji hêla mêrên bi rûpoş ve, duh di 21'ê Gulanê de komeleyên jinan ku li Cezayîrê mafên jinan diparêzin, nameyek vekirî ji saziyên giştî û civakî re şandin û tê de bang kirin ku metirsiya şîdeta li ser jinan, biçûk neyê dîtin. 
Komeleyan di êrîşên li dijî mamosteyên jin de dewletê û ji ber ku hovîtiyê baş nabîne civakê jî berpirsyar dîtin. Komeleyan teqez kirin ku ev şîdeta tund eşkere dike jin li her devera welat ne di ewlehiyê de ne. Bi rêya nameyê, komeleyan binpêkirin û tevgerên neqanûnî yên saziyên giştî, şermezar kirin.
Komeleyan di heman demê de hevkariya xwe ya bê şert û merc bi mamosteyên jin ên ku rastî êrîşê hatin û hemû bûyerên şîdeta li dijî jinan li Cezayîrê û tevahiya cîhanê vegotin.
Komeleyên ku name îmze kirine ev in:
Jinên Cezayîrî ji bo Guhertin û Wekheviyê – FACE
Koma Femînîst a Cezayîrê
Komela Cezayiriyan a ji bo malbatên mexdûrên terorê
Şebeket Wesîla
Rojnameya Femînîst a Cezayîr – JFA
Jinên Cezayîrî doza mafên xwe dikin - Wehran - FARD, Podcast Féministe DZ - Kilmetuna. 
Mîtînga Cezayîrî ya Jinên Demokrat – RAFD
Civîna jinên Konstantîn
Di rê de femînîstên azadkirî – FEM
Dengê Jinan (Konstantîn)
Initnsiyatîfa ji bo sibehek çêtir
Weqfa wekheviyê
Koma Rizgariya Jinê
Komeleya Jinên di Têkildariyê de ne
Civîna azad û serbixwe ya jinên Bejaya
Şoreşgerên Partiya Sosyalîst a Karkeran
Komeleya Alîkariyê
Komeleya Çalakî û Pêşketina Jinan
Koordînasyona Neteweyî ya Xwendekarên Zanîngeha Cezayîrê ji bo Guherînê
Fîmînîsîd El-Cezayîr
Qehwexaneya wêjeyî ya Bejaya
Komeleya Dengê Peyvan
El-Cîryan Fîmnîzm Taymiz
Komeleya Raşîda
Tonîsiyatîfên ji bo parastina mafên jin û zarokan -  İPDFE
The Algerian Women Voice
Di heman demê de ji hêla çalakvan Hacir Tenah, profesor û lêkolînera Zanîngeha Werhan 2 Fatima Bofnîq, çalakvana femînîst Emîna Şebala, nivîskar û çalakvana femînîst Meyasa Mesûdî, çalakvana femîsnîst Lînda Cewahir, çalakvana femînîst Samya Emûrî, çalakvana femînîst Fayqa Mucahid, analîsta psîkolojîk Samya Elalo, çalakvana femînîst Nadiya Leyla Îsawî, name hat îmzekirin.