26 jinên bi zorê hatin girtin hatin rizgarkirin

26 jinên Endonezya ji bo derbikevin ji derveyî welat Tirkiye wek transit bikar dianîn, ji rezidansa ku bi darê zorê lê dihatin girtin, hatin rizgarkirin.

Navenda Nûçeyan – Hat zanîn ku li Bahçelîevler ya Stenbolê 26 jinên Endonezya li rezîdansekê bi zorê hatine girtin. Hat diyarkirin ku ew jinên ku hatine rizgarkirin ji bo biçin Emirtiyên Yekîtiya Ereban û Îraqê hatine Tirkiye, lê belê li wê derê 3 kesan ve dest danîne li ser telefon û pasaportên wan û weke wan rehin girtine. 

Polîs li ser ixbarê çûn cihê ku jin lê hatin girtin, 23 jin dîtin. Yên ku bi zorê ew jin girtine Y.K ji Îranê ye, T.M ji Îraqê û R.N.S ye. Di lêgerîna ku li mala bersûc T.M hatî kirin de 3 jinên din yên Endonezya hatin dîtin.

Jinên ku heta ew cihê ku biçinê bi kompanyayekê re mehê bi 300 dolaran li hevkiribûn û Tirkiye ji weke cihê bêhvedanê bi karanî. Piştî ku hatin Tirkiye ji bo derbikevin derveyî welat li benda kar û barên xwe tamam bikin bûn. Derket holê ku di wê demê de ji aliyê 3 bersûcan ve bi zorê hatin girtin. Bersûcên ku hatin binçavkirin Y.K û T.M piştî dadgehê hatin girtin û R.N.S ji bi şertê edlî hate berdan.