26’emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Bexdayê didome

Jinên ku beşdarî Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Bexdayê û Konseya Jinên Iraqê bûn, balkişandin li ser girîngiya bihêzkirina jinan, teşwîqkirina xwendinê, parastina mîrateyê û pêşkêşkirina xizmetên şêwirmendiyê yên cûrbecûr.

NÛR EL MERSÛMÎ

Iraq – 26’emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Bexdayê bi piştgiriya nivîskar û weşanxaneyên ji gelek welatên cuda, rêzê çalakiyek dewlemend a edebî û rewşenbîrî pêşkêş kir.

Fûara ku di 10’ê Îlonê de dest pê kir û wê heta 21’ê Îlonê berdewam bike. Di çalakiyan de gelek pirtûk mîna dîrok, wêje, roman, helbest, pirtûkên zarokan û materyalên perwerdehiyê hatin pêşandan. Her wiha konserên muzîkê û semînerên çandî jî ji bo beşdaran kêliyên xweş pêşkêş kir.

‘Ez her sal beşdarî fûarê dibin’

Beşdarvana beşa dîrok û pirtûkên zanistî ya Fûara Pirtûkan a Bexdayê Dua El-Hawî, da zanîn her sal beşdarî fûarê dike û her sal rêxistin û eleqeya gel zêde dibe. Dua El-Hawî, diyar kir ku fûara îsal fûara herî baş bû. Dua El-Hawî, wiha got: “Em divê beşê de, cihê hinek kesên ku beşdar nebûne, digrin. Armanca me bi awayekî hêsan gihandina berheman a ji bo xwendevanan e. Her wiha ji bo pirtûkên pêşkeftina kesane, siyaset, dîrok, roman û pirtûkên zanistî eleqeyek mezin heye.”

‘Hêzkirina gel a pirtûkan dibe sedema beşdariya min’

Nivîskar Sarah Hassan a ji Misrê beşdarbû jî, da zanîn cara seyemîn beşdarî fûarê dibe û hezkirina gel a xwendinê, dibe sedem ku berê xwe bide Bexdayê. Sraha Hassan, wiha got: “Berhemên min têkildarî roman, çîrokên kurd, gotar û pirtûkên pêşkeftina kesane, mafên jinan û pirtûkên hevsengiya jiyanê ye. her wiha ez pirtûkên zarokan û pirtûkên aboriyê jî dinivîsim.”

Fatima Al-Merrî ya ji Qeterê beşdar bû, der barê hunerên destan de agahî da. Fatima Al-Merrî, destnîşan kir her çend bi rêya bikaranîna rêbazên kevneşopî berhemên wekî xalîçe, bergên balîfan û rûberan çêbike jî, îro berhemên destan di qadên cûda tên mîna çente û xalîçeyên nûjen de jî tên bikar anîn.

‘Armanca konseyê bihêzkirina jinan e’

Endama desteya şêwirmendiyê ya Konseya Jinên Iraqê Nur Al-Sultanî, diyar kir ku konsey bi armanca parastina mafên jinan û bihêzkirina wan di qadên civakî, aborî û siyasî de hatiye damezrandin û got: “Armanca konseyê, beşdarkirina jinan a pêşkeftina civakî ye û ji bo parastina mafên jinan û gihandina dengê jinan de rêbazên cûrbecûr pêşdixe.”

‘Konsey di aliyê polîtîk de serbixwe ye’

Jina binavê Zahra Hassounî jî, diyar kir ku konsey di tevahiya 5 rojan de gelek serlêdanên endametiyê girtiye û bi taybetî jî jinên ciwan serlêdan kirine. Zahra Hassounî, da zanîn ku konsey li ser mijarên civakî, aborî û hiqûqî şîretan dide jinan û ji aliyê polîtîk ve serbixwe ye û destnîşan kir ku serlêdan bi rêya platformek serbixwe ku piştgiriyê nade tu partiyek siyasî, tê kirin.