246 rewşenbîr piştgiriya xwe bi Partiya Çepên Kesk eşkere kirin

246 navên akademîsyen, hiqûqnas, hunermend, rojnamevan, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan bi daxuyaniyeke bi navê “Ji bo jiyaneke birûmet û pêşerojeke azad, ez dengê xwe didim Partiya Çepên Kesk” piştgirî dan Partiya Çepên Kesk.

Navenda Nûçeyan- 246 kesên akademîsyen, hiqûqnas, hunermend, rojnamevan û nivîskar û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de, ragihandin ku ew ê di hilbijartinên serokomarî û parlementeriyên ku dê di 14’ê Gulanê de pêk were, piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.

Di civîna çapemeniyê ya li Îzmîr Sanatê ya li Parka Kûltûr a Îzmîrê hat lidarxistin de daxuyaniya bi serenavê “Ji bo jiyaneke birûmet û pêşerojeke azad, ez dengê xwe didim Partiya Çepên Kesk" bi raya giştî re hat parvekirin.

'Em dixwazin rejîmek faşîst têk binin’

Akademîsyen Nilgun Toker ku axaftina vekirinê ya civînê kir, diyar kir ku di bin zext û mercên faşîzmê de dikevin hilbijartinê û wiha axivî:

 “Ji roja rewşa awarte li welat hatiye ragihandin, rewşa awarte hatiye asayîkirin. Ez jê re dibêjim dîktatoriya faşîzan. Em di bin zexteke faşîzan de dikevin hilbijartinan. Bi van hilbijartinan, em dixwazin bera rejîma faşîzan bidin. Ji bo rakirina vê dorpêçê, em bûn yek. Partiya Çepên Kesk, vîna wan kesan e ku ji bo aştî, edaletê û mafên mirovan bi her awayî bedel dane. Lewma, dengên me ji Partiya Çepên Kesk re ne.”

‘Dengê min ji Partiya Çepên Kesk re ye’

Akademîsyen Zerrîn Kûrtoglû jî, daxuyaniya bi serenavê “Ji bo jiyaneke birûmet û pêşerojeke azad dengê min ji Partiya Çepên Kesk re ye” xwend. Di daxuyaniyê wiha hat gotin:

“* Ji bo dawiyê li wesayeta navendî bînin û demokrasiya xwecihî ava bikin,

* Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd,

* Ji bo girtina rê li ber betalî, xizanî, xwarina kedê û qetila karkeran,

*Ji bo bidawîkirina rejîma qeyûman,

*Ji bo bidawîkirina xespkirina mafan û cihêkariyê ku bi rêya biryarnameyên bi hikumê zagonan tên kirin,

* Ji bo qedandina zordestiya mêran a li ser jinan, pêkanîna wekheviya zayendî,

* Ji bo têkoşîna li dijî neyartiya berpêyî penaberan, parastina her kesekê/e li welêt dijî, mîsogerkirina jiyana bi wekhevî û bi hev re,

* Ji bo jiyana di nava ekosîstemekê de bêyî hiyerarşî,

* Ji bo avakirina Komara Demokratîk,

* Bi kurtasî, ji bo jiyaneke birûmet û pêşerojeke azad, dengê min ji Partiya Çepên Kesk re ye.”