24 kesên li Akbelenê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

24 kesên ku di berxwedana li dijî birîna darên Daristana Akbelenê de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Berxwedana li dijî birîna daran a li Daristana Akbelen a navçeya Mîlas a Mûglayê didome.

Di çalakiya duh li herêmê hat lidarxistin de 24 kesên ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

18 kesên hatin binçavkirin piştî îfadeya li Qereqola Jendermeyan a Mîlasê hatin berdan. 6 kesên ku 2 jê parêzer in sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji bo 6 kesan şopa tiliyan hat xwestin. Dozger parêzer Îsmaîl Hakkî Atal û Leyla Bîlgen serbest berda, 4 kes ji bo kontrola edlî şandin dadgehê.

 Yavuz Emre, Caner Gokbayrak û Esra Balbay ên ku sewqî Edliyeya Cezaya Sulhê hatin kirin, bi şertê qedexeya derketina derve hatin berdan. Denîz Gumuşel jî bi şertê qedexeya derketina derve û hefteyê 2 rojan îmze biavêje hat berdan.