24 kesên ku der barê erdhejê de parve kirin hatin girtin
Der barê 441 rêveberên hesabên medyaya civakî de bi îdiaya "afirandina tirs û xofê" ya der barê erdhejê de doz hat vekirin, ji 129 kesên ku hatibûn binçavkirin 24 kes hatin girtin.
Navenda Nûçeyan – Midûriyeta Giştî ya Emniyetê têkildarî parvekirinên li ser medyaya civakî yên têkildarî du erdhejên mezin ên Mereşê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"Di platformên medyaya civakî de der barê erdhejê de 775 midûrên hesaban ên ku dihatin dîtin ku ji bo tirs û xofê li ser welatiyên me biafirînin postên provokatîf kirine hatin teşhîskirin û şandin yekîneyên eleqedar, der barê 441 midûrên hesaban de pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin."
Rêveberiya Giştî ya Emniyetê her wiha ragihand ku 76 malperên fîşîngê ku ji bo nebaşkirina dilxwaziya welatiyên ku dixwazin alîkariya mexdûrên erdhejê bikin hatibûn çêkirin, hatin girtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 6 navnîşanên cuzdana krîpto yên ku bi temaya "alîkariya erdhejê" tê xwestin pere bên razandin hatin diyarkirin û cuzdan hatin cemidandin.