21 kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser erdhejê hatin girtin
Emniyet piştî du erdhejên mezin ên 6'ê Sibatê pêk hat, der barê rêveberên 330 hesaban de bi hinceta ku li ser medyaya dijîtal provokasyona erdhejê dikin, lêpirsîna edlî da destpêkirin. Ji 110 kesên hatin binçavkirin 21 kes hatin girtin.
Navenda Nûçeyan- Hikûmetê ku nikare bersivê bide rexneyên ku piştî erdheja li Tirkiyê bilind bûne, hewil dide bertekan bi destê darazê bitepisîne. Di pêvajoya erdhejê de 110 kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya dijîtal hatin binçavkirin û ji kesên hatin binçavkirin 21 kes hatin girtin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ve hat dayîn de hat parvekirin ku 651 rêveberên hesabên ku tê îdiakirin li ser platformên medyaya dijîyal parvekirinên provokatîf kirine hatin tesbîtkirin, der barê 330 rêveberên hesaban de lêpirsîna edlî hat destpêkirin û ji 110 kesên hatin binçavkirin 21 kes jî hatin girtin.
Her wiha hat destnîşankirin ku 76 malperên ku hat tespîtkirin ku ji bo suîstimalkirina îradeya kesên ku dixwazin alîkariya mexdûrên erdhejê bikin hatine avakirin û bi rêbaza “nîkçêker” ji sextekariyê re hatine amadekirin jî hatin girtin.
Di daxuyaniya ku hat diyar kirin bi rêya 15 hesabên platforma medyaya dijîtal bi bikaranîna an jî teqlîdkirina navên saziyên fermî ji welatiyan pere hatiye xwestin û hat ragihandin ku 6 navnîşanên cûdanê krîpto yên bi bikaranîna temaya "alîkariya depremê" daxwaza razandina pere hatiye kirin hatine tespît kirin û cûzdan hatine cemidandin.