21'emîn Xelata Ayşenur Zarakolu dan rojnamegerên girtî

Xebatkarên Çapemeniya Azad ên li girtîgehê hêjayî 21’emîn Xelatên Azadiya Raman û Îfadeyê ya Ayşenur Zarakolu hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan - 21’emîn Xelatên Azadiya Raman û Îfadeyê ya Ayşenur Zarakolu ku li ser navê yek ji damezrînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ayşenur Zarakolu hat dayîn, xwediyên xwe dîtin.

Merasîma xelatdayînê ya ku cara 21'emîn tê lidarxistin, wê vê êvarê saet di 18.30 de li Salona Civînê ya Emîl Galîp Sandalcî ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bê lidarxistin.

Hat ragihandin ku xelat dane rojnamevan-nivîskar Pakrat Estukyan, rojnamevan-nivîskar Tugrul Eryilmaz û xebatkarên Çapemeniya Azad ên girtî.

Ayşenur Zarakolu kî ye?

 Parêzvana mafên mirovan û xwediyê Weşanxaneya Belge Ayşenur Zarakolu a di 28’ê Çileya 2002’an de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Xelatên Azadiya Ramanê ya Ayşenur Zarakolu di sala 2002'an de ji bo bîranîna yek ji damezrîner û rêveberên ÎHD'ê Ayşenur Zarakolu ku li Tirkiyeyê heta mirina xwe di qada xwe ya pîşeyî de ji bo azadiya fikir û ramanê têkoşiya û di berfirehkirina azadiya ramanê de cih girt dest pê kirin.