20 hezar û 369 kes ji Lubnanê berê xwe dane Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê ji Lubnanê 20 hezar û 369 kes berê xwe dane Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Navenda Nûçeyan – Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku hejmara giştî ya kesên ji ber şerê li Lubnanê hatine herêmê, bû 20 hezar û 369.

Li gorî maseyê, ji kesên hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 94 Lubnanî û 28 cenaze hene.

Kesên ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan li malên xwe yan li gel xizmên xwe bi cih dibin. Kesên ku malên wan an xizmên wan li wir tune bin, Rêveberiya Xweser wan bi cih dike.