2'yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan bi dawî bû

2'yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan bi dawî bû yek ji beşdarvanê kongreyê Endama Navenda Jinelojî Ezîza Xenafir teqez kir ku jin li Rojhikata Navîn di bin dirûşma “Jin Jiyan Azad” de li hemberî sîstemên qirkirinê têkoşînê bilind dikin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-2'yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan di roja xwe ya duyemîn bi daxuyaniyek bi dawî bû. Kongre bi sponseriya Hevdîtina Ol û Baweriyên Mezopotamyayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi biratiya olan em ê nirxên mirovahiyê bilind bikin" li hola Serdemê ya bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Zêdetirî 300 oldarên Misilman, Êzidî, Xiristiyan, Zeredeştî bi hemû mezhebên xwe, lêkolîner, akademîsyen ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Şam, Başûrê Kurdistanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûne. Her wiha ji Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn û cîhanê bi dehan kes bi riya Zoomê û peyamên bi dîmen beşdar bûn.

Di roja yekem a kongreyê de axaftin hatin kirin, nameyên mêvanan hatin xwendin û 2 rûniştinên sereke; xwişk û biratî, rola jinan di xurtkirina jiyana hevbeş de hatin nîqaşkirin. Di roja duyamîn de axaftin û name hatin xwendin 2 rûniştin pêk hatin li ser mijara 'Rola siyaset û ragihandinê di agahîdarkirina olan de da ku pirsgirêkên civakê çareser bikin û jiyana hevbeş pêş bixin û çareserî û pêşniyar li ser avakirina biratiya mirovî" hatin nîqaşkirin.

‘Li dijî jinan êrîş zêdetir dibin’

Endama Navenda Jinelojiyê Ezîza Xenafir diya kir ku di Rojhilata Navîn de li ser sê xalan êrîşên jinan di civakê de dikin û wiha anî ziman: “Di Rojhilata Navîn de êrîşên li ser jinan zêde dibin di kûrkirina Olperestî, Zayendperestî û Netewperestî ye ku li dijî jinan û civakê tê meşandin. Di her aliyek ji aliyên Kurdistanê xwedî dewletek cuda ye lê yek sîsteme, ew sîstem jî li ser bingeha yek al, ziman, çand, olê xwe ava dike. Ev sîstem di şexsê jinan de civakê kole dikin. Di ola misilmaniyê de jin pîroz in, xwedî maf e lê rastiya îslamê bi destên desthilatdaran û li gorî berjewendiyên wan hatiye berovajîkirin. Ji bo wê dixwazin di bin navê ol, urf, kevneşopî jinan di nava çar perçeyan qeyd bikin.

‘Bi fikrên Rêber Ocalan jinan berê xwe dan jiyana azad’

Ezîza Xenafir bal kişand ser rola pêşeng a jinan di dîrokê de û got: “Jin xwedawend bû, bi derketina desthilatdariyê re rola jinan hat paşguhkirin û ji birêvebirina civakê hat dûrxistin lê belê jin ji bo ku mafên xwe biparêzin, nirxên civakê ji pişaftinê biparêzin di nav têkoşîneke domdar de ye. Bi derketina Fikrên Rêber Abdullah Ocalan re, ev têkoşîn mezintir bû, jin hat guhertin, li şûna jina kole veguherî jineke xwedî roleke sereke di hemû qadên jiyanê di civakê de.”

‘Jin jiyan azadî navneteweyî li dijî sîstemên yekperestî ye’

Ezîza Xenafir bal kişand ser serhildana Îranê û got: “Sîstemên desthilatdar di riya qetilkirina Jîna Emînî xwestin sîstema xwe ya olperestî kûrtir bikin. Lê bû sedema serhildanek Navneteweyî di bin dirûşma “Jin Jiyan Azad” ku jin li ku derê be serî hilde û dîrok, nasname, hebûna xwe û civaka xwe qezenc bike. Îro sîstemên desthilatdar hebûna xwe li ser koletî, qetilkirin û tundiya li ser jinan dide avakirin. Ji ber ku dema jin were kolekirin ew civak jî koleya desthilatdariyê ye. Jin wekî amûrekî firotin, bazirganî mêze dikin. Ji bo jin ji rewşa li ser hat ferzkirin xilas bibe, şoreşeke fikrî li dar bixe. Şoreşek ku her jinek li her çar aliyên Kurdistanê bi yekitî û bi dirûşma Jin Jiyan Azadî tevbigere. Eger aliyekî ji aliyên Kurdistanê vê gave navêje dê jin nikaribe azadiya xwe misoger bike. Krîzên ku tên jiyîn di Rojhikata Navîn de bi azadiya jinan bi belavkirina pergala hevjiyana azad were çareserkirin. Eger civak li herdu zayendan bi rengekî hev temam kirin mêze neke ew civak herî kol ye.”

Ezîza Xenafir di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku li hemberî şerî fikrî û bedenî asta têkoşînê bilindtir bikin.

Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan bi daxuyaniyekê bi dawî bû.