2 sal û 6 meh cezayê girtigehê li Emîne Ayna hat birîn

Li Hevseroka berê ya BDP’ê Emîne Ayna ya ku ji ber doza Kobanê girtî ye bi hinceta axaftinên xwe yên berê yên di pêvajoya parlamenteriyê de, 2 sal û 6 meh cezayê girtigehê hat birîn.

Navenda Nûçeyan-Hevseroka berê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya berê Emîne Ayna di navbera salên 2011 û 2016'an de piraniya wê ji ber ku parlamenter bû di 34 çalakî û çalakiyan de axivîbû bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "qanûna civîn û xwepêşandanan binpê kiriye" hat darizandin. Di dozê de biryar hat dayîn.

Danişîna ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amadê hat dîtin Emîne Ayna ya ku di doza Kobanê de girtî ye devli danişînê nebû. Di danişînê de parêzera wê Semra Balyan amade bû. Dozgeriyê di danişîna berê de jî bi îdiaya “li ser hev propagandaya rêxistinê kiriye” û "binpêkirina qanûna civîn û xwepêşandanan" biryara xwe dubare kir.

‘Axaftinên wê der barê çareserkirina pirskirêka Kurd de ne’

Parêzer Semra Balyan, diyar kir ku wan parastina xwe ya nivîskî pêşkêşî dosyayê kirine û diyar kir ku muwekîla wê dema Hevseroka Giştî ya BDP'ê û parlamenter bûye axaftin kirine û anî ziman ku ev axaftin di çarçoveya xebatên siyasî de ne. Semra Balyan diyar kir ku muwekîla wê di axaftinên xwe de tu îfadeyên teşwîqkirina tundiyê nedaye û axaftina wê li ser rêbaza çareseriya pirsgirêka Kurd e. Semra Balyan daxwaza beraetkirina muwekîla xwe kir û diyar kir ku hêmanên sûcên ku der barê wê de tên kirin ne di çarçoveya sûc de ne.

2 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn

Dadgehê di 7 axaftinên Emîne Ayna de bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" 2 sal cezayê girtîgehê lê birî. Dadgehê destnîşan kir ku propaganda bi awayekî berdewam hatiye kirin, cezayê 3 salan zêde kir û bi daxwaza kêmkirina ceza daxist 2 sal û 6 meh. Heyeta dadgehê ku Emîne Ayna bi îdiaya "qanûna civîn û xwepêşandanan binpê kiriye" beraat kir, ji ber axaftin û kirinên din biryara "taloqkirina dozê" da.