2 sal cezayê girtîgehê li çalakvan Sepideh Qalian hat birîn
Birayê çalakvana mafên mirovan berxwedêr Sepideh Qalian Mehdî Qalian, ragihand ku xwişka wê mehkûmê 2 sal cezayê girtîgehê hatiye kirin.
Navenda Nûçeyan- Hat hinbûn ku çalakvana mafên mirovan û berxwedêr Sepideh Qalian ku cara duyem li Îranê hat girtin, bi hincêta “Li dijî hikûmeta Îranê dirûşme” berzkirine, mehkûmê 2 sal cezayê girtîgehê hat kirin.
Birayê berxwedêr Sepideh Qalian Mehdî Qalian li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku xwişka wê bi hiceta ku li tehliyeya xwe ya yekemîn de li ber girtîgehê dirûşmên li dijî hikûmet û Xamaneyê berz kiriye, mehkûmê 2 sal cezayê girtîgehê hatiye kirin.
'Em gelek kêfxweşin ku hîn jiyan dike’
Mehdî Qalian li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: "Duh em fêrbûn ku xwişka min çalakvana siyasî ya girtî Sepîdeh Qalian mehkûmê 2 sal cezayê girtîgehê hatiye kirin. Em kêfxweş in ku tevî cezayê xwe hîn jiyan dike. Dema roja hat berdan, vegeriya malê dubarê hat girtin, em gelek xemgin bûn. Wek gelek hemsalên xwe rêya wê vekiriye. Ji ber ku piştî hat berdan li ber deriyê girtîgehê dirûşmên li dijî Xamaneyî berz kir, mehkûmê du sal cezayê girtîgehê hat kirin.”
Sepideh Qalian, dema li ber Girtîgeha Evînê ya ku di 15'ê Adarê de hat berdan, bi derxistina hicabeya ferzkirî, dirûşmeya "Ey Xamaneyê zilmkar, em ê te veşêrin axê” bûbû rojev û berxwedana wê ji hêla gelek aliyan ve hatibû piştgirî kirin.