2 hezar serlêdan li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan hatine kirin

Di 10 mehên destpêkê yên sala 2023’an de hezar û 975 serlêdan li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê hatin kirin. Ji serlêdanan hezar û 317 ji girtîgehan hatine.

Navemda Nûçeyan-Hejmara serlêdanên di sala 2023’yan de ji bo Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) hatine kirin diyar bû. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan têkildarî mijarê bi daxwaza ku Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bibersivîne, di 5’ê Cotmehê de pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê. 

 Li şûna Kurtulmuş, Serokwekîlê Meclisê Bekir Bozdag bersiva pirsan da. 

Di bersivê de hat destnîşankirin ku di navbera 1’ê Çileyê û 18’ê Cotmehê de bi giştî hezar û 975 serlêdan ji bo ÎHÎK’ê hatine kirin û ji van serlêdanan hezar û 317 jê derheqê girtîgehan de ne. 

Li gorî daneyên têkildarî mijarên serlêdanan; 43 serlêdan nehatin girtin, 258 jê tekildarî helwest û kirariyên keyfî, 122 jê têkildarî başkirina mercên fîzîkî, 103 jê têkildarî miameleya xerab, 155 jê têkildarî pirsgirêkên di dema neqilkirinê, 166 jê jî têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê ne. 

Li gorî daneyan; 6 jê têkildarî îşkenceyê, 181 têkildarî nerazîbûnên li dijî biryarên darazê, 12 jê ji bo taloqkirina ceza û 49 jê jî ji bo tehliyekirina bişert hatine kirin.