Li Çînê xebatên lêgerînê di negatif 20 dereceyan de bi zehmetî tê kirin

Hêjmara kesên di erdehajê Çinê a bi pileya 6,2 de jiyana xwe ji dest dayîn gihan 131’an. Xebatên lêgerîn û rizgariyê dibin hewaya sar a negatif 20 de bi zehmetî tê kirin.

Navend Nûçeyan – Di şeva Dûşemê saeta 23:59’an de li eyaleta Gansu ku nufûsa zêde ya Çînê lê dimine erdheja bi pileya 6,2 çêbû û hêjmara miroyan jî herku diçe zêde dibe. Li gora nûçeya ajansa Şinhua; hêjmara kesên ku di erdhejê de li Gansu jiyana xwe ji dest dane giha 113’an. Li eyaleta Qinghai giha 18’an. Di erdheja ku zêdeyî 780 kesan birindar bûn de 74 kes hatin rizgarkirin, zêdeyî 4 hezar kes hatin tehliyekirin.

Ji ber hewaya sar a negatîv 20 dercên ku ji erdhejê birindar rizgar bûne û ên ku dibin xirbeyan de mane têkoşîna jiyanê didin. Erkdarên rizgariyê di xebatên xwe ên  lêgerîn û rizgariyê de bi zorê berdewam dikin. Xebatên dibin xirbeyên avahiyên hilweşiyan de, ji ber qutbûna kehrebe û pirsgirêka avê re direng dikeve. Xebatkarên alîkariyê jî ji bo erdhejzedeyan, mont, kon, doşek, sobe û madeyên xwarinê jî di nav de malzemeyên alîkariyê dabîn dikin. Ji bo xebatên lêgerîn û rizgariyê li herêma erdhejê stayleta ku ji dûr bikêşe û amûrên bê mirov tê bikaranîn.

Serokê tîma lêgerîn û rizgariyê a Blue Sky Wang Yi ji BBC re axivî û diyarkir ku piştî erdhejê faktora herî mezin a ku şansê di jiyanê de hêlanê kêm dike, germahiya hewayê ye û got: “Timên lêgerîn û rizgariyê ku ji herêmên germ ên Başûr hatine, lê vêderê di xebatdana meşandin de zehmetiyan dikêşin.”