17 rêxistinan banga li hemberî talana xwezaya Kurdistanê rabûnê kirin
Nerazîbûna li hemberî dagirkerî û talankirina xwezaya Kurdistanê dom dike. 17 rêxistinên jîngehê û civaka sivîl êrişên dewleta Tirk a dagirker û talankirina jîngeha Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Silêmanî - Êrişên dewleta Tirk a dagirkerên ji bo dagirkirina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker di 23 Nîsana 2021’an de li hemberî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn operasyonek berfireh da destpêkirin. Dewleta Tirk di êrişan de xelkê sivîl jî raste rast dike armanc, herwiha dest bi talankirina xwezaya Kurdistanê jî kiriye. Nerazîbûna li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêde dibe. 17 rêxistinên jîngehê û civaka sivîl yên li Herêma Başûrê Kurdistanê, li avahiya Partiya Kesk ya Kurdistanê ya bajarê Silêmaniyê, daxuyaniyek çapemeniyê dan û gotin: “Tirkiye bi kûrahiya 40 kîlometre xaka Kurdistanê dagirkiriye, daristanên Kurdistanê talan dike û darên wê difiroşe. Ya ku Tirkiye dike, jenosîda xwezayî ye. Divê Iraq û Herêm bi erkê xwe rabin.”
Daxuyanî ji aliyê berdevkê Partiya Kesk ya Kurdistanê Dana Elî ve hatî xwendin di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk bi kûrahiya 40 kêlometre xaka Kurdistanê dagirkiriye û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê binpê kiriye. Dewleta Tirk dest bi talankirina jîngehê, kuştina sivîl, derxistina xelkê sivîl ji cih û waran jî kiriye ev yek dijî li hevkirinên navnetewiye. Ev salek zêdetire artêşa Tirk bi rêya hinek şirketan hewl dide daristanên Herêma Kurdistanê ji holê rake, ji ber vê jî bê navber daran dibirin, dişînin Tirkiyeyê û liwir di firoşin. Ev talana dewleta Tirk jenosîda xwezaya Kurdistanê ye. Em bang li serokomar, serokwezîr, serokê Parlamentoya Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin, li Konseya Ewlekariyê ya navnetewî, ji bo rawestandina êriş û destdirêjiyan, giliyê Tirkiyeyê bikin.”
“Tirkiye şirketek a dar birînê aniye herêmê”
Piştî daxuyaniyê serokê Partiya Kesk ya Kurdistanê Milko Bazyan bersiva waliyê Dihokê ya ku gotibû; “Wêneyê darên hatine birîn, kevine” jî da û got; “Waliyê Dihokê dibêje ew wêne kevinin û yên sala borîne. Lê ne wisane, nûnerê me serdana wê herêmê kiriye. Tirkiye şirketek dar birînê aniye herêmê. Tenê li Herêma Dihokê di nava 5 rojan de 700 hezar dar hatine birîn. Em ê li konsolosên welatan, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, Iraq û Herêma Kurdistanê giliyê yasayî li dijî dewleta Tirk bikin. Em bang li mamostayên olî jî dikin, di peyamên xwe yên roja Înê de, behsa talana xwezaya Kurdistanê bikin.”
Bazyan herî dawî behsa helwesta Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê jî kir û got; “Divê Desteya Jîngeha Herêmê di demek zû de belav bibe û di serî de serokê wê dev ji kar berde. Ji ber ku ti helwestek ya vê desteyê derbarê vê mijarê de nîne.”