160 hezar sivîl li Faşêrê di nava dorpêçê de ne
Komîsyona Ewropayê hişyarî da ku krîza mirovî li Sûdanê xirabtir dibe, agahî ji 160 hezar sivîlên di nava bajarê El Faşêr de mane nayê girtin û diyar kir ku ji ber RSF gihîştina tîmên alîkariyê asteng dikin mirovên li bajar mexdûr mane.
Navenda Nûçeyan – Bajarê El-Faşêr dikevfe Darfûra Bakur, di nava krîzeke trajîk a dermirovî de ye. Bi sedhezaran sivîl, ji ber dorpêça demdirêj, ji ava vexwarinê û xwarinê bêpar, bê derman dijîn. Li herêmê pevçûn didomin, tunebûna riyên bi ewle rewşê xirabtir dike.
Berdevk û rayedara Rêvebirina Krîzê û Karên Mirovî Hece Habîb, îro li Parlamentoya Ewropayê axivî diyar kir ku 160 hezar Sûdanî di nava bajarê El-Faşêr de di bin dorpêçê de ne, komîsyona der barê wan de tiştek nizane. Berdevk da zanîn ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) nahêle tîmên alîkariyê bikevin bajar, vê yekê jî krîza mirovî kûrtir kiriye û dibin sedem ku li herêmê mudaxeleyên lezgîn neyên kirin. Her wiha diyar kir ku Sûdan niha bi krîza herî xirab a cîhanê re rûbirû ye, Komîsyona Ewropayê rewşê ji nêz ve dişopîne, ji bo alîkariya mirovî bigihîje sivîlan xebatên xwe yên bi hevkarên navneteweyî re didomîne.
Komkujiyên etnîk tên kirin
Di hefteyên dawî de piştî ku El Faşêr ket, gelek rapor hatin weşandin. Bi van raporan, komkujiyên girseyî, şîdeta ji ber nijadê, revandin û bûyerên destdirêjiyê hatin belgekirin. Rêxistinên mafên mirovan ragihand ku li herêmên di bin kontrola RSF’ê ve sivîl ji ber nijada xwe tên kuştin û windakirin.
Berê jî Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî, RSF’ê bi kirina sûcen şer ên li El-Faşêrê sûcdar kiribû. Van hêzan piştî ku 26’ê Cotmehê El-Faşêrê dagir kirin, dabûn xuyakirin ku wan teklîfa agirbesta mirovî ya 6’ê Mijdarê pejirandine. Faşêr, li herêma Darfûra Bakur weke keleha artêşa Sûdanê dihat dîtin.
Ji 20 hezarî zêdetir mirov hatin kuştin
Pevçûnên li Sûdanê di Nîsana 2023’yan de di navbera artêşa Sûdanê û RSF’ê de dest pê kirin û di demek kurt de ji paytext Xartumê, belavî bajarên Darfûr, Kordofan û Nîlê Şîn bûn. Bi keta sala sêyemîn a pevçûna re, li gorî Neteweyên Yekbûyî, krîza li Sûdanê, bûye krîza mirovî ya herî mezin li cîhanê. Li gorî texmînên NY’ê di pevçûnên li Sûdanê de ji 20 hezarî zêdetir mirov hatine kuştin. Rêxistinên weke Komîteya Rizgariyê ya Navneteweyî jî diyar dikin ku hejmara miriyan dibe ku bibe 150 hezar. Sûdan her wiha li tevahiya cîhanê bû cihê rêjeya herî zêde ya koçberiyê. Bi hezaran kes koçberî welatên cîran, bi taybetî Çad, Sûdana Başûr û Misrê bûn vê yekê jî zextên herêmî zêdetir kir.