16 sal cezayê girtîgehê li Behaî Anisa Fanayan hat birîn

Bahaî Anisa Fanayan ku ji aliyê 1'emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Semnanê ve dihat darizandin 16 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan – Behaî Anisa Fanayan ku li bajarê Semnana Îranê dijî, roja 10’ê Adarê ji aliyê Şaxa 1'emîn  Dadgeha Şoreşê ya Semnanê ve bi îdiaya “Ji bo têkbirina ewlekariya welat kom avakiriye” hat dadgehkirin.

Dadgehê bi îdiaya "Li dijî şerîeta Îslamê xebatên perwerdehî û propagandayê kiriye" 16 sal cezayê girtîgehê, 15 sal bêparkirina ji mafên civakî û 2 sal cezayê qedexeya endamtiya partiyek siyasî û rêxistinî birî. Dadgehê biryara desteserkirina milkên Bahaî Anisa Fanayan da û biryara dayîna cezayê pere da.

Bahaî Anisa Fanayan di 20’ê Tebaxa 2023an de di serdegirtina mala wê de ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû girtin. Di 28’ê Tebaxê de bi 1 milyar tûmenî kefalet hat berdan. Piştre jî 24’ê Mijdara 2023’an de bi tohmeta “propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê” û “Amadekirin û pêşengiya komeke li dijî ewlehiyê” 2 dozên din li dijî Bahaî Anisa Fenayan hatin vekirin.