14 saziyên maf û hiqûqê têkildarî Îmraliyê serî li CPT’yê dan
Rêxistinên maf û hiqûqê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîdek giran de tê girtin û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê serî li ser Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan.
Navenda Nûçeyan- Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 34 meh in bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk nayne û di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li ser Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan.
Serlêdan ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST), Baroyên Elih, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Şirnex, Riha, Wan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) ve hat kirin.
Di serlêdanê de wiha hat gotin:
"Tê zanîn ku komîteya we ji sala 1999'an û vir ve 11 caran serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye. Komîteya we yekane saziya navneteweyî ye ku heta niha dikaribûye li Girtîgeha Îmralilyê hevdîtinê bike, di heman demê de şahidiya herî nêz a rêveçûna nebaş a şert û mercên înfazê yên 24 salan e. Li gel vê yekê, ji ber ku têkildarî serdana xwe ya sala 2022'an tu daxuyanî nedane raya giştî, tevî ku binpêkirinên di raporên we de hatin tesbîtkirin nehatine çareserkirin jî tu prosedur li ser Tirkiyeyê nehatiye ferzkirin, em di wê baweriyê de ne ku ev yek hêzê dide dewleta Tirk ku kiryarên xwe yên binpêkirina sozên navneteweyî berdewam bike.
Ji ber ku kiryarên Tirkiyeyê yên li Girtîgeha Îmraliyê daîmî bûne, rewşa 'încommunîcado' her roj giran dibe, ji 5'ê Tebaxa 2020'î dema eşkerekirina rapora xwe û vir ve di şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê de ti guhertin nehatiye kirin, ji Tebaxa 2019'an û vir ve destûr ji serdana parêzeran re nayê dayîn, ji axaftina bi telefonê ya 3 deqeyan a Adara 2021'ê û vir ve bi tu awayî agahî ji Girtîgeha Îmraliyê nayê girtin, bi dîtina me divê prosedura Xala 10/2 a Peymana Ewropayê ya Têkildarî Pêşîgirtina li Kiryar an jî Cezayê Biçûkxistinê, yan jî nemirovî û êşkenceyê, bikeve meriyetê.”
Di serlêdanê de daxwaz jî wiha hatin rêzkirin:
1- Bi rengekî 'lezgîn' serdana Girtîgeha Îmraliyê bikin, tesbît û raporên xwe bi raya giştî re parve bikin.
2- Parêzer karibin tavilê biçin serdanê, serdan berdewam bikin û dawî li astengkirina hevdîtinan a bi biryarên dadgehê yên li dijî hiqûqê bê anîn.
3- Divê hevdîtina malbatan û wasiyan çêbibe, berdewam bike û dawî li astengkirina cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê bînin.
4- Li gel bicihanîna mafên serdanê yên ji bo girtiyan her wiha mafê bikaranîna telefonê ya malbat û xizman bi rêk û pêk bi cih bînin.
5- Hemû astengiyên li pêşiya têkiliya girtiyan a bi derve û parêzeran re yên name û faksê rakin.
6- Kiryarên nehiqûqî û astengkirina girtina rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bikin.
7- Komîteya we bila rapora xwe ya têkildarî serdana dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê û tesbîtên xwe ji raya giştî re eşkere bike.
8- Ji bo bidawîkirina îşkence, kiryarên nebaş û li dijî mirovahiyê û bidawîkirina rewşa încommunîcado, tedbîrên pêwîst bigirin, prosedurên xala 10/2 a peymanê pêk bînin."