13 koçberên Sûdanî li Çadê ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan

Tora Bijîşkên Sûdanê ragihand ku di hefteya borî de 13 kes li kampa Gaga ya penaberên Sûdanî ya li Çadê ji birçînan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Tora Bijîşkên Sûdanê bi agahiyên ku parvekir destnîşan kir ku 13 koçberên Sûdanî li kampa Gaza ya li Çadê ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.

Torê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir û got: "Penaberên Sûdanê yên li kampa Gaga ya li Çadê, ji ber kêmbûna xwarin û dermanan, nexweşiyên ku ji ber xemsariya rêxistinên navneteweyî û mirovî belav dibin, êş û azaran dikişînin. Di hefteya borî de 13 kes ji birçînan mirin.”

Torê bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî kir ku erkên xwe pêk bînin û xwarinê ji kampa Gaga re ku 21 hezar Sûdanî lê dijîn, peyda bikin.