100 roj û şev e ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng vedide
Xwepêşandanên ku piştî li Tehranê qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, 100 şev û roj in li seranserê welêt berdewam dikin. Hewl tê dayîn ku çalakger bi serdegirtin, binçavkirin, girtin û îşkenceyê bên bêdengkirin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarên Îran û Rojhilat 100 roj û 100 şev e xwepêşandan berdewam dikin. Çalakvana sivîl Kîmiya Wehabîfer li Sine hat desteserkirin. Li gorî agahiyên ku ajansa me ji çavkaniyên herêmî û Tora Nûçeyan a Mafê Mirovan a Kurdistanê bi dest xistiye, xwendekara endezyariya pîşesazî û çalakvana sivîl a Zanîngeha Kurdistanê Kîmiya Wehabîfer hat binçavkirin, desteserkirin û wê sewqî girtîgeha bajêr kirine. Her wiha hat parvekirin Kimiya Wehabîfer beriya niha ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû revandin û li navendên lêpirsînê yên veşartî rastî îşkence û lêpirsînê hatibû.
Hikûmeta Îranê ‘sezayê lomeyê’ da bi sedan mamosteyan
Koordînasyona Sendîkayan a li Îranê, ji bo bi sedan mamosteyên Kurd ên li bajarên Kurdistanê dayîna ‘sezayê lomeyê’ şermezar kir. Koordînasyona Rêxistinên Çandî û Sendîkayên Îranê ku ragihand ku bi sedan mamostayên ku ji ber piştgirîdayîna xwepêşandanên berfireh ên li seranserê welêt ji aliyê dewleta Îranê ve “sezayê lomeyê” girtine hene, ragihand ku wan mûçeyê zêdeyî 110 mamostayan birî û di navbera 2 û 5 milyon firqeyên Îranê wan ceza kiriye. Ji zêdetirî 300 mamosteyan re jî bi nivîskî 'sezaya lomeyê’ hat dayîn. Li gorî sendîkayê, li Merîwanê 24, li Sine 70, li Seqizê 110 û li Dîwandereyê ji bo 11 mamosteyan ‘sezaya lomeyê’ hatiye dayîn.
Çalakî 100 şev û roj berdewam dikin
Li gel hemû polîtîkayên zordar ên dewleta Îranê jî xwepêşandan li kolanên bajarên Îran û Rojhilat bê navber berdewam kirin. Tevî berf û barana zêde jî, tevahiya şevê gel li kolanan bû. Di şevê de agir hate pêxistin, barîkat hatin hildan û dirûşmên, ‘Rejîma Mela bicehime’, ‘Jin, Jiyan, Azadî-Zen, Zendegî, Azadî’ hatin berzkirin.
Li bajarên Rojhilat, Sine, Seqiz, Tehran, Kerec, Îsfehan, Meşhed, Şehryar, Bandar Abbas, Babîl û Şahînşehrê jî xwepêşandanên berfireh berdewam kirin. Li Tehranê, navendên bingehîn / saziyên hikûmeta Îranê hatin şewitandin.