100 roj in Pexşan Ezîzî nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike

Kampanyaya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî ragihand ku 100 roj di ser qedexekirina hevdîtina Pexşan Ezîzî ya li gel malbat û parêzerên wê re derbas dibe, daxwaza betalkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an parêzvana mafên jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’emîn a Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku di bin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hat dayîn. Kampanyaya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî bi riya medyaya dîjîtal der barê rewşa Pexşan Ezîzî de agahî parve kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 100 roj di ser qedexekirina hevdîtina Pexşan Ezîzî ya li gel malbat û parêzerên wê re derbas dibe.

Di berdewamiyê de rênedana hevdîtina Pexşan Ezîzî ya li gel malbat û parêzerên wê weke binpêkirina herî berbiçav a mafên mirovan a desthilatdariya Îranê tê pênasekirin.

Di dawiyê de jî Kampanya Azadî ji Pexşan Ezîzî re wiha got: “Em daxwaz dikin demildest cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatiye birîn were betalkirin û demildest were berdan.”