Panaroma 2025’an: Destkeftî û çalakiyên jinên Başûrê Kurdistanê
Di vê panaromayê de çalakî û têkoşîna jinên Başûrê Kurdistanê, yên sala 2025’an nîşan dide ku rola wan di hemû qadan de hebû û karîn destkeftiyên girîng bi dest bixin.
HÊRÛ ELÎ
Navenda Nûçeyan- Her çiqas sedsala 21’an wek sedsala jinan hatibe pênasekirin jî, hê jin rastî şêwazên herî hovane yên kuştin, zext û êşan tên. Her ku têkoşîna jinan jî dijwartir bibe, êrîşên mêrê paşverû tundtir dibin. Ji bo tepesandina têkoşî û bêdengkirina dengê jinan serî li her rêbazê didin. Lê belê jin tevî hemû astengî û êşan, wek salên borî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îsal jî karîne li dijî hemû cûrên êrîşên desthilata mêrsalarî liberxwe bidin. Her wiha îsal, ji bo hemû gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn salek dîrokî bû. Di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji Îmraliyê ragihand. Jinan jî pêşengtiya vê pêvajoya dîrokî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Ev pêvajo tevahî rojeva siyasî, civakî ya navxweyî, Rojhilata Navîn û cîhanê guhert. Me wek ajansa NÛJINHA di panaromaya îsal de bal kişand ser hewl û têkoşîna jinan li gel peyama sedsalê.
‘Destkeftiyên jinan’
Di vê beşa panaromayê de ew destkeftiyên ku jinan bi dest xistin û bîranên hatine lidarxistin hatin rêzkirin.
6’ê Sibatê: Şêrîn Mehmûd cara yekem wek Qeymeqama Qeredaxê hate diyarkirin.
14’ê Nîsanê: Platforam Yekîtiya Jinên Kurd li bajarê Silêmaniyê, bi beşdariya nûnerên 24 rêxistin û saziyên jinan hate damezrandin.
21’ê Nîsanê: Li Hola Tewar a bajarê Silêmaniyê, Kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê hat lidarxistin, tê de xelat da 18 jinên çalakvan û parêzvanên mafê jinan.
22’yê Nîsanê: Di salvegera roja rojnamegeriya Kurdî de, li Hola Komara Kurdistan, li Koleja Zanistên Mirovatiyê ya Zanîngeha Silêmaniyê, ji aliyê serokê zanîngeha Silêmanî Kûsar Mihemed Elî Muradî ve, belgeyên rêzdariyê ji bo 37 beşdarên dezgahên medyayê yên bajarê Silêmanî hatin dayîn. Her wiha xelata rêzgirtinê da ajansa me ‘NÛJINHA Û JIN TV’yê’.
31’ê Gulanê: Rêxistina Azadbûnê ya Silêmaniyê, li ofîsa xwe bi diruşma ‘Wekheviya hemû aliyên jinan û mêran’ rêxistina serbixwe ya jinan, di panelek de nasand. Her wiha di 1’ê Mijdarê de vekirina navenda rêxistinê hate ragihandin.
1’ê Hezîranê: Li Helebceyê, di encama pêşbirka Fotografî ku ji bo nasandina navçeyên geştiyar ên sînorê Hewreman û Şarezûrê hat lidarxistin de, Şênî Muhsîn xelata sêyem bi dest xist.
3’ê Tîrmehê: Ji ber beşdariya karê jinan ê parêzgeha Silêmanî ya di aliyê werzîşê de, lijneya Olîmpiyata Nîştimana Iraqê biryar da ku bajarê Silêmanî wek nasnava werzîşê ji bo 2025’an bibe ‘Paytexta werzîşa Jinan’.
28’ê Tebaxê: 3’yemîn merasîma salane ya peymangeha Lutkeya Zanistî hat lidarxistin, tê de xelat dan sê jin û zarokên keç ku di dewreya perwerdê de pile girtin.
5’ê Îlonê: Bi desteka Walîtiya Silêmaniyê, di merasîma 10’yemîn a û Rêzdariya Tîma Nîştîmanî ya Netewî de Nûxşe Nasih ku Waliya Helebce ye, wek yekem Waliya jin li ser asta Iraq û Kurdistanê xelata rêzdariyê girt.
20’ê Cotmehê: Li salona Tewrî ya bajarê Silêmaniyê, ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurdistanê ve merasîma rêzgirtina ji bo Perya Mihemed merasîmek hat lidarxistin. Perya, werzîşvana tîma nîştîmanî ya Iraqê ye û lîstikvana klûba werzîşa ya Silêmaniyê ye, bûye yekem û madalyaya zêr di olîmpiyatê welatên Ereb de stendiye.
Astengiyên li pêşiya jinan
Civaka mêrsalar û serdest, her tim ji hêza jinan tirsayaye. Ji ber wê hemû hewlên wan ji bo bêdengkirian dengê jinan û hêza jinan bû. Lê belê ev hewl li ber têkoşîna jinan nebû asteng. Bi vî awayî:
Piştî di dawiya roja sala 2024’an, Asayîşa Silêmanî bi ser çar navendên jinan de girtin. Di dest wan de formek fermî ya dadgehê tunebû, lê navendan girtin. Yek ji wan jî şîrketa ‘Gêzing Berbeyan’ bû ku bername ji bo kenala JIN TV amade dikir. Di 2’ê Çileyê de de li Ofîsa Naveda Metro, jinên rojnemav ên şirketê, civîna çapemeniyê li darxistin û ragihandin ku girtina qanala JIN TV, binpêkirina zagonên navnetewî ye.
21’ê Çileyê: Parlamentoya Iraqê projeyasaya guhertina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê ya hejmar 188 ya 1959’an, tevî bertek û nerazîbûnan jî, li gel du zagonên din erê kir. Ev guherîn rê dide ku zarok bizewicin û mafê jinan binpê dike. Jinên Başûrê Kurdistanê wek çawa her tim li dijî hemû cûreyên zordariyê sekînin, li dijî vê guherînê jî sekinîn û gelek panel, semîner derbarê zirarên vê guherînê de li dar xistin.
Çalakiyên 8’ê Adarê û Newrozê
Bi boneya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kerdkar a Cîhanê û Newrozê, gelek çalakiyên cûr be cûr li bajar û bajarokên Kurdistanê hatin lidarxistin û pîrozkirin.
1’ê Adarê: Li bajarê Silêmaniyê di bin baneya Rêxistina Xelk û Geşepêdana PDO de, kombûna tora ‘8’ê Adarê’ bi mebesta amadekariyên ji bo çalakiyên 8’ê Adarê bi beşdariya hejmarek ji Rêxistina Jinan û civaka medenî û parêzvanên mafên jinan hat lidarxistin.
1’ê Adarê: Xwendekarên zanîngeha Koye, beriya hatina meha Remezanê, roja cil û bergên Kurdî bilind kirin.
1’ê Adarê: Li ser gora jinên bê nav a li goristana Seywanî ya bajarê Silêmaniyê, destpêka çalakiyên 8’ê Adarê ji aliyê kampanyaya jinên başûr ve ji bo piştevaniya Rojava, bi diruşma ‘Jin bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, civaka demokratîk ava dikin’ di civînek çapemeniyê de hate ragihandin.
2’yê Adarê: Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kerdkar ên Cîhanê de, Komîteya Jinan a Başûr ji bo Piştgiriya Rojava serdana navenda Şehîdên Ragihandina Azad Hêro Bahadîn û Gulistan Tara kirin.
4’ê Adarê: Li zanîngeha Raperan a Ranyayê, mamoste û xwendekaran 8’ê Adarê pîroz kirin.
5’ê Adarê: Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li cihê ku Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bibûn, bi amadebûna malbata Hêro Behadîn, rojnamevan, çalakvan û welatparêzan, dar hatin çandin.
7’ê Adarê: Komîteya Dîplomasiya TAJÊ bi rasthatina 8’ê Adarê re Roja Jinên Cîhanê li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran, Partiya Komînîst û partiya Zehmetkêşan kir.
8’ê Adarê: Şanaz Îbrahîm Ehmed, bi boneya 8’ê Adarê peyamek belav kir û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “Em ê xwedî li mîrasa jinan derkevin.”
8’ê Adarê: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo 8’ê Adarê, peyamek ji bo jinan şand û got: “Bangawazî ji bo jinan ronesans e.”
8’ê Adarê: Li Qeymeqamtiya Helebceyê bi boneya 8’ê Adarê di merasîmekê de xelat pêşkêşî 21 jinên rojnameger ên parêzgeha Helebceyê hatin kirin. Xelat ji aliyê Qeymeqama Helebceyê Nuxşe Nasih ve hatin pêşkêşkirin.
8’ê Adarê: li ber deriyê Baxê Giştî yê Silêmaniyê 8’ê Adarê bi çalakiyeke taybet pîroz kirin. Di çalakiyê de xelata rêzgirtinê da 3 jinên çalakvan ên ketibûn greva birçîbûnê. Dîsa xelata salê ya wekheviyê da Bihar Munzîre.
8’ê Adarê: Li navçeya Koye, Çengê Yekîtiya jinên Kurdistan, 8’ê Adarê li ofîsa xwe pîroz kir.
20’ê Adarê: Bi çavêdriya qeymiqamtiya Koye, bi pêxistina meşale û agirê Newrozê pêşwazî li sala nû ya Kurdî hate kirin û agir ji aliyê keça şehîd ya bi navê ‘Nazenîn Yuxna Yusuf’ li gel şanoger Keyfî Ehmed hate pêxistin.
21’ê Adarê: Li çiyayê Qendîlê bi beşdariya jinên her çar aliyê Kurdistanê agirê Newrozê hate pêxistin û gelek çalakiyên cûda hatin lidarxistin.
22’yê Adarê: Li bajarê Silêmanî bi boneya Newrozê Mihrîcanek hate lidarxistin, tê de jinên Silêmanî bi karê destê xwe beşdar bûn.
Bûyerên siyasî
Ragihandina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn dîrokî bû. Pêvajo gelek pêngav bi xwe re anî. Her wiha di îsal de pêvajoya hilbijartina parlementoya Iraqê hate kirin. Li gorî vê:
27’ê Sibatê: Li parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê, bi amadebûna hejmarek çalakvan û hemwelatiyan, li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar kirin.
9’ê Gulanê: PKK’ê ragihand ku di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’yemîn Kongreya xwe li dar xistine û biryara dîrokî girtîne, her wiha di 12’ê Gulanê de, bi fermî ragihand ku li ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryar daye dawî li çalakiyên xwe yên bi navê PKK’ê bînin. Lê belê bal kişandin ku tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare vê pêvajoyê birêve bibe.
11’ê Tîrmehê: Merasîma şewitandina çekan ji aliyê ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ ve li Şikefta Cesena ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hate lidarxistin. 30 gerîlayên ku 15 jê jin û 15 mêr bûn û Besê Hozat û Nedîm Seven pêşengtî dikir, beşdar bûn.
1’ê Cotmehê: Li Qendîlê Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd, di civînek çapemeniyê de bi amadebûna Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sebrî OK, Endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dêrsim û Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê ya Fermandariya Eyaleta Garzanê Devrîm Palo ku ji Bakurê Kurdistanê hatin Herêmên Parastina Medya, li gel 25 gerîlayên azadîxwaz, ragihandin ku ji bo pêşdebirina pêvajoyê, hêzên xwe ji sînorên Tirkiye ku li cihên ku metirsiya êrîşan heye, vekişandine.
11’ê Mijdarê: Pêvajoya Dengdana Giştî ji bo hilbijartinên Parlementoya Iraqê li tavahî Herêma Kurdistan û Iraqê hat encamdan. Di vê hilbijartinê de 2 hezar û 248 namzetên jin hebûn. Li gorî lêkolînên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê, li herêma Kurdistanê û li parêzgeha Silêmanî 325 hezar û 321 jin û li bajarê Hewlêr 303 hezar û 399 jin û li bajarê Duhokê 295 hezar û 296 jinan dengên xwe dan. Hate ragihandin ku 84 jin derketin û 26 jin jî bi dengên xwe biser ketin. Niha rêjeya jinan li parlementoya Iraqê gihîştiye ji sedî 25,5’an.
‘Di pêngava têkoşîna li dijî jinan de gelek çalakî hatin lidarxistin’
Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de Rêxistinên jinan û çalakvanan gelek çalakî li herêma Kurdistanê lidar xistin, li gorî vê:
16’ê Mijdarê: Nûnertiya Koordînasyona Kongra Star ya Başûr û Meclîsa Jinan a PYD’ê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê da. Di daxuyaniyê de banga xwe rêxistinkirinê li jinan hate kirin.
20’ê Mijdarê: Li ofîsa Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya bajarê Silêmaniyê, Platforma hevbeş a Herêma Kurdistanê bi diruşma ‘Ji bo dawîkirina tundiyê, bi hevre civakek demokratîk ava bikin’ hat lidarxistin. Tê de bal kişandin ser dane û erêkirina zagona taybet ji bo tundiya elektronîk a li dijî jinan.
3’yê Mijdarê: Rêxistina Pêwendiyên Jinên Kurd (REPAK) bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek weşand û wiha got: “Weke jin îsal jî em li her deverê cîhanê rastî tundiyê hatin. Tundî diyardeyekî nemirovî ye û mixabin îro bi gelek rêbaz û amûran re bi awayekî pergalî li ser jinan, civakan û xwezayê tê pêkanîn. Tundî çandek berhemê desthilatdariyê ye. Cihê desthilatdarî hebe bi xwezayî tundî jî pêk tê. Werin em hemû rojan mîna 25’ê Mijdarê bikin roja têkoşîn, berxwedan û parastinê.”
23’yê Mijdarê: Li bajarê Silêmaniyê bi pêşengtiya REPAK’ê di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê de, panelek hate lidarxistin. Beşdarên panelê ragihandin ku Mezheba Ceferî di zewacê de bingehek ji bo jiyan û berpirsyariyê nade, berovajiyê wê jinan ji hemû azadiyên wan bêpar dike.
25’ê Mijdarê: Li Silêmaniyê Koma Hemahengî ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Bingeha Civakê bi daxuyaniyek çapemeniyê, pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li hember jinan da destpêkirin. Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hate kirin ku li dijî tundiyê dest bidin destê hev.
25’ê Mijdarê: Li Hola Dr. Mistefa Zelmî ya parêzgeha Helebceyê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî, di yekem roja 16 rojên têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan de, panelek hat lidarxistin. Rêveberiya Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinan ya Helebceyê eşkere kir ku tundiya elektronîk metirsiya herî mezin e û herî zêde jin rastî tundiya elektronîk tên.
26’ê Mijdarê: Rêxistinên Jinan û Rêveberiya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Helebceyê diyar kirin ku îsal tundiya elektronîk li ser jinan zêde bûye. Her wiha eşkere kirin ku di nava 10 mehên borî de 60 bûyerên tundiyê hatine tomarkirin û 2 jin jî hatine qetilkirin. Rêxistina Nû ya ji bo Parastina Jîngeh û Mafên Jinan, bi hevkariya Rêxistina Wadî ya Elmanî, di çarçoveya çalakiyên 16 rojî yên li dijî tûndiya li ser jinê de merasîmek lidar xist. Di merasîmê de kesên ku rapor û semîner li ser mafên jinan amade kirine û pêşkêş kirine, hatin xelatkirin.
26’ê Mijdarê: Li Silêmaniyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan û pêngava 16 rojî de, jinan gul belav kirin. Hunermendên jin di çarçoveya pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya ser jinan de, gul dan jinan.
29’ê Mijdarê: Li Bexdayê di çarçoveya çalakiyên pêngava 16’rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, ji aliyê Hevgirtina NADA’yê ve bi beşdariya rêxistin û torên jinan ên navxweyî û herêmî xwepêşandanek hat lidarxistin.
29’ê Mijdarê: Koma Jinan a Rûmang a Rojhilatê Kurdistanê, li Silêmaniyê konserek da û di konserê gelek stranên folklorik yên Kurdî bi şêwazên nû pêşkeş kirin.
30’ê Mijdarê: Jinan li Silêmaniyê bi dirûşma ‘Li dijî tundiya li ser jinê hevgirtin’ panelek lidar xistin. Di panelê de jinan bal kişand ser perwerdeyê û destnîşan kirin ku yekane pêşîgirtina li tundiya li jinê perwerde ye. Di saetên êvarê de li Salona Tewer a Silêmaniyê bi pêşengtiya Koma Hunerî ya Xêzan û Yekîtiya Jinên Kurdistanê panêlek bi sernavê ‘Li dijî tundiya li ser jinê hevgirtin’ lidar xistin.
4’ê Kanûnê: Li kampa nû ya zanîngeha Silêmaniyê, bi boneya pêngava têkoşîna dijî tundiya li ser jinê panelek ji aliyê Koleja Zanista Îslama zanîngeha Silêmanî ve, têkildarî rola perwerde, olî û bi sernavê ‘Parastina jinan garantiya ewlehiya civakê ye’ hat lidarxistin.
4’ê Kanûnê: Tora 8’ê Adarê di çarçoveya 16 rojên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de li Silêmaniyê çalakiyek lidar xist û tê de hat gotin: “Di 11 mehên dawî de li Herêma Kurdistanê 53 jin hatine qetilkirin. Emê çalakî û hişyarkirina li dijî tundiya li ser jinan bidomînin.” Li Parka Nalî ya Silêmaniyê, Tora 8’ê Adarê di çarçoveya kampanyaya 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan de çalakiyek ji bo têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan lidar xist.
7’ê Kanûnê: Li Zanîngeha Silêmaniyê di çarçoveya pêngava 16 rojî ya çalakiyên li dijî tûndiya li ser jinan de, panelek derbarê sedemên zêdebûna bûyerên kuştin û xwekuştinan ya li Herêma Kurdistanê de hat dayîn. Di panelê de wiha hat gotin: “Ji ber zextên zêde yên li ser jinan, rewşa xirab ya aborî, nebûna perwerdeyek rast, serwernebûna zagonê ku pergala eşîrtî li ser serdest e, sedemên sereke yên zêdebûna kuştin û xwekuştinan e.”
8’ê Kanûnê: Li ber Baxê Giştî yê Parêzgeha Helebceyê Hevpeymana Jinan a Kurdistanê anî ziman ku pêşîgirtina li tundiyê karê yek alî nîne û got: “Qetilkirina jinan a bê navber, bandorek mezin li ewlehiya civakê kiriye. Pêwîst e bi lezgînî zagonên parastina jin û civakê bê sererastkirin.”
Her wiha li gorî daneyên ajansa me ‘NÛJINHA’ berhev kirî, ji Mijdara sala 2024’an heta Mijdara 2025’an 42 jin hatin kuştin, 19 jin jî bi awayek guman mirin, 5 jinan hew dan ku xwe bikujin, jinek neçarî xwekuştinê hatiye kirin.
‘Di aliyê hunerî û çandî de rola jinan a berbiçav hebû’
Sala 2025’an, bû şahidê gelek çalakiyên rewşenbîrî, hunerî û nasandina pirtûkên hunerî li seranserî Kurdistanê.
23’ê Sibatê: Li Hola pirtukxaneya Giştî ya navçeya Koye, bi merasîmekê pirtûka hunerî ya Şoxan Kamaran hat nasandin.
12’ê Adarê: Li parêzgaha Helebceyê, li Hola Todey Kafe, bi diruşma ‘Rola jinê di aborî de ji bo avakirina civakek bihêz’ pêşangehak ji bo jinên destrengî hate vekirin.
22’ê Nîsanê: Li parka bajarê Yarî ya bajaroka Şarezûrê, ji aliyê Mekteba Rêxistina Demokratîk a Şarezûr ve, Mihrîcana duyem a karê dest û destrengîn ji bo 40 jinan hat lidarxistin.
24’ê Nîsanê: Bi pêşengtiya Mala Çandê ya Qeladizê û Saziya Kerîmî Eleke, bi tevlîbûna 50 jinên ji Koma Xanimên Perî û Jinên Erbane ya Mihabad, li nava Parka bajar a navçeya Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn, bi boneya 1’emîn salvegera bombebarana Qeladizê çalakiyên cuda cuda hatin lidarxistin.
27’ê Nîsanê: Li peymangeha Hunerên Ciwan ya Silêmaniyê, beşa şano, encûmena sendîkaya Hunermendên Kurdistanê, bi hevkariya Rêd Evnêt Planer, bi amadebûna hejmarek şanoger û xwendekarên beşa hunerê, panelek hat lidarxistin.
8’ê Gulanê: Li Helebceyê pêşangehek jinên şêwekar hat vekirin. Jinên şêwekar diyar kirin ku vekirina pêşangehan dibe sedem ku jin hîn zêdetir bawerî bi xwe û hêza xwe bînin.
20’ê Gulanê: Li qezaya Senegser a devera Pişder, ji aliyê rêveberiya Giştî ya rewşenbîrî û hunerê ya Raperîn ve, ji bo jinên Qeladiz û Sengeser û Ranyayê mihrîcanek hat lidarxistin. Armanca wê, pêşandana berhêmên karê destên jinan bû.
24’ê Hezîranê: Rêveberiya Çand û Hunerê ya Raperînê roja yekem a mihrîcanê, helbestvanên jin li Hola Çandî ya Ranyayê bi beşdariya nêzî 20 helbestvanên jin yên ji Silêmanî, Hewlêrê, Helebce, Koye, Kerkûk, Ranya û Qeladizê lidar xist. Mihrîcan 2 rojan berdewam kir û 17 helbestvanên jin yên ku beşdarî mihrîcanê bûn, hêjayî xelatan hatin dîtin.
21’ê Tîrmehê: Li Muzexaneya Silêmaniyê, ji aliyê Rêxistina Fadiya ji bo rewşenbîrî û hunerî ve, pêşanegehek şêwekarî ji bo 50 şêwekarên Kurd û Ereb hate vekirin ku 30 ji wan hunermendên şêwekar jin bûn.
6’ê Tebaxê: Li Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê, bi pêşengtiya Navenda Arşîv, Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jinên Kurd, merasîmek ji bo nasandina pirtûka ‘Di Dîrokê de Hinek Jin’ hat lidarxistin.
21’ê Îlonê: Li bajaroka Şarezûrê, 6’emîn Mihrîcana Payîzê ji aliyê nûnertiya Rêxistina Demokratîk a Şarezûr bi hevkariya Koma Jinên Destrengîn ên Şarezûr hat lidarxistin. Di mihrîcanê de 60 jinên destrengîn bi karên destê xwe amade bûn.
27’ê Îlonê: Li zanîngeha Emrîka ya bajarê Silêmanî, ‘Hunergeha Welat’ konserek da. Tê de 12 behem bi zimanê Kurdî û Erebî li gel çend çalaki û govendan pêşkêş kirin.
1’ê Kanûnê: Li rêveberiya Giştî Rewşenbîrî û hunera Helebce, Şêwekar Husna Hewramî ji bo balê bikşîne ser parastina jîngehê, pêşangehek ji paşmahiya lembayên şewitî û şûşeyan pêk tê, vekir. Husna got ku ew yekem kes e li ser asta Herêm û Iraqê pêşangehek bi vî rengî diveke. Li Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê pêşangehek hunerî û jîngehî ji bo karên dest a hunermend Husna Hewramî hat vekirin.
21’ê Kanûnê: Li beşa Silêmanî ya hola nivîskaran, Yekîtiya nivîskarên Kurd panelek xwendina helbestan ji bo roja Helebce, Şeyda Meruf, Neşmîl Elî Berzencî, Awzen Nûrî, Gulîzar Ferec li dar xist. Di panelê de helbestvanên jin helbest û nivîsên xwe pêşkêş kirin.
Mihrîcanên nasandina berhemên xwemalî yên jinan
25’ê Cotmehê: Li bajarê Silêmanî, bi pêşengtiya beşa Beyrud a rêxistina Roza Luksemburg û bi hevkariya rêxistina Art Plus û kargeha çandî, mihrîcana bi sernavê ‘Ji cotkar û baxçeyê xwemalî ji bo xelkê’, bi beşdariya 20 xwediyên kar ku 13 xwediyê kar jin bûn, bi mebesta destekkirina ji bo berhemên xwemalî û navxweyî ya cotkaran û xwediyên karên biçûk hat lidarxistin.
31’ê Cotmehê: 11’emîn Mihrîcana Hinar û Peyîzê ya Helebceyê, ji aliyê Tora Rêxistina Helebce û rêveberiya Giştî a çandiyên û Rêveberiya Geştûgozarî ya Helebce ve hat destpêkirin. Mihrîcan sê rojan dom kir. Gelek jin bi karê destê xwe , berhemên xwemalî beşdar bûn.
9’ê Mijdarê: 1’emîn Mihrîcana ‘Zeytûn ji bo bihevre jiyanê’ li gundê Hermûte yê navçeya Koye hat lidarxistin. Li vî gundî salên bi sedan ton zeytûn tê hilberandin û jin jî pêşengtiya wê dikin.
21’ê Mijdarê: Li Ranyayê ji bo zindîkirina çanda resen a Kurdî û bihêzkirina rola jinan a di aliyê aborî de, mihrîcanek taybet hat lidarxistin. Tê de jinên destrengîn û xwedî proje, berhemên xwe nîşan dan.
Rola jinan a di çalakiyan hişyarkirinê de
Jinan berdewam hewl dane civakê hişyar bikin, ji ber vê gelek semîner, panel û çalakî li dar xistin.
20’ê Çileyê: Li hola salona şeqama Cemawerî ya bajarê Kerkûkê, bi amadebûna hejmarek berbiçav a nivîskar û rojnamevan û çalakvanan, derbarê girîngiya beşdariya jinan a di qada siyasî de, semîner hat dayîn.
8’ê Sibatê: Kampanyaya li dijî kuştina jinan, daneyên ne fermî yên kuştina jinan a başûrê Kurdistanê ya sala 2024’an bi civînek çapemeniyê parve kir. Li gorî daneyan di sala 2024’an de 48 bûyerên kuştina jinan hatine qeydkirin. Her wiha rêjeya herî zêde ya kuştina jinan li bajarê Hewlêrê hat tomarkirin û ew jî 18 bûyer bûn.
24’ê Sibatê: Li Kerkûkê semînerek li ser ‘Rola jinê ya di navbeynkarî, danûstandin û astengiyên nava civakê de’ hat dayîn. Di semînerê de hat diyarkirin ku jinên ku di navendên biryardanê de ne, nekarîne wek pêwîst dike xizmetê ji mijarên girêdayî jinan re bikin.
26’ê Sibatê: Li bajarê Hewlêrê, Rêxistina ‘Em ji bo Geşepêdana Mirovî’ ku rêxistinek derbarê jinan de ye, ji bo nerazîbûna li dijî zêdebûna kuştina jinan di nava sê mehan de, li gel rêxistina civaka medenî li Hewlêrê civînak li dar xist.
15’ê Nîsanê: Rêxistina Casene û Navenda Pêşvebirina Demokrasî û Mafên Mirovan di projeyeke hevpar de derbarê xurtkirina hêza rojnamevanên jin û beşdarkirina jinan di dezgehên birêvebirinê de eşkere kirin ku ji hezar û 700 dezgehên medya û çapê, hejmara jinên sernivîskar û xwedî îmtiyaz, ji 10 jinan derbas nabe.
23’ê Nîsanê: Li avahiya Rêxistina Ragihandin û Ronakbiriya Jinan ya bajarê Silêmaniyê, bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî çalakiyek li ser rol û hêza rojnamevanên jin hat lidarxistin û keda wan a di çapemeniyê de hêja ye, hat nîşandan. Li Silêmaniyê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî çalakiyek li ser rol û hêza rojnamevanên jin, hat lidarxistin û li rojnamevanên jin hatin pîrozkirin.
24’ê Nîsanê: Li Hola Konferansa Zanîngeha Silêmaniyê, ji aliyê Rêxistina Çengê ji bo Çaksazî û Bingehdanînê bi amadebûna mamoste û xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê, panelek bi sernavê ‘Divê civak pêwendî bi xwezayê re çêke’ hat lidarxistin.
6’ê Gulanê: Li Navenda Arşîv, Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jinên Kurd, li Silêmaniyê merasîma ji bo nasandina pirtûka Jineolojî ya Başûr, bi amadebûna hejmarek ji jinên nivîskar û çalakvanan, hat lidarxistin.
15’ê Gulanê: Bi tevlîbûna zêdetirî 200 kesayetên jin ku ji 18 welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê amade bûne, Yekemîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê (NADA) destpê kir.
24’ê Hezîranê: Bi boneya 2’yemîn salvegera avakirina Navenda Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd bi merasîmeke taybet hat pîrozkirin. Di çalakiyê de jinên Kurd dan zanîn ku her netewek ji bo bibe xwediyê dîroka xwe, divê bi komkirina arşîvê destpê bike.
5’ê Tîrmehê: Li hola pirtûkxaneya Tewar a Silêmaniyê bi tevlîbûna gelek siyasetmedar, hûnermend, aktivîst û kesên serbixwe komxebata ragihandina platforma ‘Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ destpê kir. Di dawiyê de encamnameya komxebatê bi îlankirina platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hat ragihandin.
15’ê Tîrmehê: Nivîskar û rewşenbîran li Otela Tîtanîk ya Silêmaniyê bi panelekê ‘Rewşa Jinên Kurd a Duh û Îro’ nîqaş kirin. Di panelê de qala rola jina Kurd a di siyaset, rewşenbîrî û karê rojnamevaniyê de hate kirin. Li Otela Tîtanîk ya Silêmaniyê ji aliyê Wexfa Kerîmî Elake ve panelek bi sernava ‘Rewşa Jinên Kurd a Duh û Îro’ bi tevlîbûna gelek kesî hate nîqaşkirin.
3’yê Tebaxê: Platforma Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd bi boneya 11’yemîn salvegera qirkirina Êzîdiyan, li Baxê Giştî yê bajarê Silêmaniyê civînek çapemeniyê li dar xist û daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Fermana 74’an li dijî gelê Êzidî ku di 3’yê Tabaxa 2014’an de bi awayek sîstematîk hatiye kirin û wiha hat domandin: “Zêdetirî 10 hezar jin, zarok û kesên sivîl mirin. Zêdeyî 40 hezar zarok li çiyayê Şengalê ji tîna mirin. Zêdeyî 3 hezar jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin, kolekirin, destdirêjî lê kirin û li bazaran ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin firotin. Ev yek ji bo tinekirina xelkek û baweriyan bû.”
6’ê Tebaxê: Li Silêmaniyê panelek bi sernavê ‘Têkoşîn û Xweparastina Jinan li Dijî Jenosîdê’ hate lidarxistin. Di panelê de girîngiya yekîtiya jinan ji bo xweparastina li dijî jenosîdê û têkoşîna li dijî wê, hate destnîşankirin.
22’yê Îlonê: Li otela Ramada ya bajarê Silêmanî, Tora Dakok û hevbeşî li gel rêxistina Xelkê ji bo geşepêdanê, di civînek a çapemeniyê de raporek taybet a rewşa parêzvanan a sala 2024-2025’an, li Herêma Kurdistanê eşkere kir.
11’ê Kanûnê: Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi daxuyaniyekê sersaxî ji bo kesên di lehiya Başûrê Kurdistanê de mirine xwestin û gotin: “Em di wê hêviyê de ne ku hemû beşên Kurdistanê bi hestek nîştîmanî bibin dengê pêngavên ji bo alîkarîkiriya gelê me. Her wiha banga alîkariyê ji bi qurbaniyê lehiya Çemçemal, Kerkûk û Kelarê kirin.
14’ê Kanûnê: Bi pêşengtiya Navenda Yekîtiya Jinan a Silêmaniyê, li Baxê Giştî yê bajarê Silêmaniyê bi armanca destekkirin û derxistina jêhatin û hêza jinan mihrîcana karê dest û xwarinên Kurdewarî ji bo 25 jinên destrengîn hate lidarxistin.