Serpêhatiya ku ji Xorasanê ber bi serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ve diçe
Strana Shore Jaan a ku hunermend Donya Kamalî ji kûrahiya çiyayên asê yên Kirmaşanê dibêje, ji dîrokê heta îro dengvedana serhildanek e. Dengê Donya yê ku dîroka jinan di xwe de dihewîne, bîr û têkoşîna jinan a li erdnîgariyek vedibêje.

Navenda Nûçeyan – Kokên stranê digihîjin sedsala 16’n. Behsa êrîş û talana Osmaniyan a li dijî Kurdên Xorasanê û li ser bajarên wan dike. Dema ku êrîş dest pê dikin, Kurdên Xorasanê li hespan suwar dibin an jî bi peyatî berê xwe didin bilindahiya çiyayan, cihên ku dijmin nikaribe bigihîje wan û sînoran çêdikin. Ji her cihê ku diçin, gundan ava dikin, bi berxwedana xwe li Xorasanê yê ku berî li çiya ye, xweşikbûnek cuda diafirînin. Lê… Her gava ku davêjin, şer û bedelên giran derbas dikin. Vê rêwîtiyê, bi berxwedana wan û girêdana wan a bi welatê wan re, di dilê wan de berxwedaneke ku neyê jibîrkirin û şopên komkujiyên ku çêbûne heta roja îro tîne.
Stran behsa hevkarî û hebûna hestan dike
Donya Kamalî, êşa vê stranê û ruhê berxwedanê, heta Jîna Emînî, felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” tîne. Orjînala stranê ya zaravayê Kurmancî yê Xorasana Bakur e, bi newaya Kirmanşanê ya Donya ji nû ve zindî dibe. Stran behsa hevkarî û hebûna hestan dike. Donya bi klîba ku ji bo stranê kişandiye jî hewl dide bi serhildana Jîna Emînî nîşan bide ku êşên ji dîrokê ve mane, jinan çawa bi fikir û ruhê xwe veguherandine jiyanê.
Gotinên stranê yên; “Ey bajarê xweşik, ez bi keziyên porê xwe diherikim jiyanê. Bi ronahî û ruhê xwe jiyanê bide jinan. Em jin, di dilê xwe de û bi berxwedana xwe vejiyan. Em îro bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji nû ve hatin cîhanê” cewherê stranê vedibêje.
Jîna bûye êşa hemû jinan û sembola berxwedanê
Donya Kamalî, bi gotina stranê, bi klîbê hewl dide jinan ji aliyê kokên wan ve bigre dest. Jînayê, ji êşên ku Xorasanê berê kişandine cuda nabîne, dijberî wê bi wan bûyeran ve girêdayî dibîne. Jîna bûye êşa hemû jinan û welatê xwe, bûye sembola berxwedanê. Di stranê de balê dikşîne ser vê xalê.
Donya, strana “Şareciwan” weke “Shore Jaan” werdigerîne û stranê bi navê “êşa dilan” pênase dike. “Şûrê Can”, kela dil bi têkşîna bedenî re şîrove dike. Ev yek jî dilê jinan û civakê yê ku ji bo Jîna diperite sembolîze dike.
Ji kûrahiya çiyayên asê yên Kirmaşanê bilind dibe
Strana Shore Jaan a ku hunermend Donya Kamalî ji kûrahiya çiyayên asê yên Kirmaşanê dibêje, ji dîrokê heta îro dengvedana serhildanek e. Dengê Donya yê ku dîroka jinan di xwe de dihewîne, bîr û têkoşîna jinan a li erdnîgariyek vedibêje. Newayên ku zinaran ji serdeman heta roja îro tên, bi feslefeya Jin, jiyan, azadî behsa berxwedana jinên ku di hemû serdeman de sonda jiyanê xwarine dike. Vê carî Jîna, bi dengê jinên ji Kirmaşanê dibe mêvana dilê me.