Portreya Rojê: Wênegira kolanan Vivian Maier

Wênevana navdar a sedsala 20’an ku ji anva kolanên Chicago yê dest bi rêwîtiya wênekêşanê kiriye û dawiyê vegerandiye pîşeyek jêneger Vivian Maier nedixwast bi mêran re kar bike û digot: ‘Mirov nikare baweriya xwe bi mêrekê bine.’”

Navenda Nûçeyan - Vivian Maier, 1’ê Sibata 1926’an li Bronx a New Yorkê dayik bûye. Bavê wê ji Avusturiyayê, dayika wê jî Fransî bûye û piraniya zarokatiya xwe li Fransayê derbas kiriye. Yekemîn fotografên xwe, dawiya sala 1940’li Fransayê girtiye. Wê çaxê bo ku wêne bigre Kodê Brownie bi kar aniye. Demekê jî li New Yorkê cîh dibe. Sala 1956’an diçe Chicago û ji bo debara xwe li zarokên malbata Gensbur dinêre. Paşê jî bi fikira wênegirtinê dikeve rê û di nava kolanên Chicago yê de gelek wêneyan digre. Her ku diçe girêdana wê ya bi wênekêşanê re zêde dibe û kameraya Rolleiflex bi kar tine. Herî zêde jî wênekêşiya kolanan wê ber bi hunera wênevaniyê ve dibe. Dema dijî wêneyên wê nehatin dîtin û weke wênekêş nedihat nasîn. Piştî ku jiyana xwe ji dest da wêneyên wê hatin dîtin, êdî weke wênegirek kolanê hat nasîn. Heta niha nayê zanîn ku negatîfa ku Vivian girtiye hatiye derxistin yan na. 150 hezar wêneyên negatîf di cihên cuda cuda de hatin dîtîn.
30 salan wêneyê mirovên di bajaran de dijîn girt, herî zêde jî zarok, kal û pîr, feqîr û yên di nava civakê de kêm dihatin dîtin bûn jêdera wênekêşiya wê. Heta destpêka sala 1970’an jî wêneyên reş û spi dikêşa û bi rêbaza dokumanterî kar kir. Her ku çû wêneyê wê rengîn bûn. Wêneyên ku kişandiye nîşa kesê nedaye, ji ber wê jî di derbarê wê de pir agahî nîne. Li gel berhevkirina arşîva xwe jînameya xwe jî nivîsiye û bi hezaran wêne li pey xwe hiştiye. 
“Tu tişt heta ebediyê dom nake”
Negatîfên ku kişandiye hemû li gorê dîroka wan xistiye nav kartonan. Di heman demê de rojnameyên ku di heman dîrokê de derketîn jî di nava kartonên ku berhev kirî de hatine ditîn. Van kartonan gelek baş dipareze. Di nav van kartonan de hem negatîfên Vivian girtiye hem jî kesên ku bi wêneyên wan girtiye bi wan re sohbet jî kiriye. Di nava dengên ku hatine tomar kirin de Vivian wiha dibejê: “Ez bawerim tu tişt heta ebediyê berdewam nake. Divê em ji bo kesên ditîr jî cîh vekin. Jiyan weke çerxekêye dema ku em siwar bûn heta dawiyê berdewam bikin. Pîştre jî kesek dîtir divê siwar bibe. Ew jî heman tiştî bikin û ji kesên ditîr re cîh vekin.” 
Li ser kartonekê navê Vivian dibîne
Di sala 2007’an de John Maloof derbarê bajarê Chicago de pirtûkek nivîsandiye. Weşanxaneya ku pê re kar dikir hin wêneyên Chicagoyê jê dixwest. Di nav kartonek a di hindirê cantayêkê de negativên wênayan dibine. Ev wêneyane di navbera salên 1930 û 1990 li Chicago hatine girtin. John Maloof ev karton û canta bi çarsed dolaran dikire. Ron Slattery rê jî pirs dike da ku kesên ku ev wêne girtine peyda bike. Ron Slattery dibeje ku baş tê bîra min jinekê ev wêne kişandiye lê nikaribû kiriya mala xwe bide ji ber wê ev wêne firotiye. Yek bi yek kontrol dike da ku wênegira van negatîvan peyda bike. Li ser kartonekê navê Vivian dibine, ji wê û şon de jî li ser navê Vivian lêkolîna xwe berdewam dike. Malbatên ku Vivian ji zarokên wan re dadiktî kiriye peyda dike. Li peyî diçe û gelek arşivên ku Vivian berhev kiriye dibine. 
“Mirov nikare baweriya xwe bi mêrekê bîne”
Nêzîkî sed hezar negatîf, zedêtirê 3.000’ê wêneyên ku hatiye çapkirin, bi sedan şerîtên filman, roportajên bi deng yên ku Vivian tomar kiriye li gel Maloofê ye. Piştî ku Vivian jiyana xwe jî dest da pirsgireka analîza etîk, akadamîk û zagonê jî derdikeve. Pêşangeha wêneyên Vivian, disa wêneyên ku hatiye weşandin ne bi destê Vivianê çêbû. Dibe ku ev xebatên xwe bi çavek estetîk û hunera cuda destgirtiba dest, lê niha ev maf ketiye destê mêrekê. 
Kesên ku Vivian nas kirine wiha pênase dikin; “jinek bejna wê bilind û destên vê direj… Nedixwast gel mêran kar bike. Her kesê şiyar dikir da ku gel mêran gelek şiyar tevbigerin û digot: ‘Mirov nikare baweriya xwe bi mêrekê bine.’” 
Akademisyenên wênegiran Vivianê weke wênegirek bijarde ya sedsala 20’an pênase dikin. 
Vivian zivistana 2009’an li ser buzê dikeve erdê û xwe gelek diêşîne demekê li nexweşxanê dimîne piştre 20’ê nîsana 2009'an li navendek kal û pîran a Illinoisê jiyana xwe jî dest dide.