Portreya Rojê: Rojnamevan Dilîşan Îbiş

Rojnamevan Dilîşan Îbiş di oxira bicihanîna armanca xwe ya ragihandina şoreşa Rojavayê Kurdistanê de canê xwe feda kir, di salvegera wê ya 4'emîn de hevala wê Şîlan Mihemed ku niha di Radyo Dengê Kobanê de dixebite wiha got: "Bi saya şehîd Dilîşan Îbiş îro Radyoya Kobanê gihîşt vê astê. Dilîşan di radyoyê de wek mamoste bû, bi hemû erkên xwe radibû. Xeyalên xwe bi cih anîn û di oxira rastiyê de jiyana xwe ji dest da, ji ber vê em ê bênavber xeta wê bişopînin."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Dilîşan Îbiş di 26`ê Îlona 1992`an de li Kobanê û di nava malbateke welatparêz û têkoşer de çavên xwe li jiyanê vedike. Xwendina xwe ya seretayî li dibistana Muhaddath, a navîn li dibistana Xensa û ya amedeyî jî li dibistana Shreha yên Kobanê dixwîne. Di sala 2011`an de dest bi xwendina beşa birêvebirina kar û baran li zanîngeha bajarê Helebê dike lê bi despêkirina çirûska yekem a şoreşa Rojavayê Kurdistanê Dilîşan vedigere Kobanê û cihê xwe di xebatên rêxistinî de digre. Piştî demekê ji xebatên rêxistinî, Dilîşan bi armanca ragihandina rastiya şoreşê di 2013`an de cihê xwe di xebatên Radyoya Dengê Kobanê de digre û bi zimanê Erebî pêşkêşiyê dike. 
"Jin ne bêhêz in, ne jî lawaz in”
Bi destpêkirina êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser gundên Rojhilatê Kobanê û Kantona Girê Spî, nûçegihaniya şer dike ku herî zêde bal dikşîne ser berxwedana jinan a di nava çeperên şer de. Ji sîrara jinan a serkeftinê bawer dike û di nivîsek xwe de li ser jinan wiha dibêje: "Jin ne bêhêz in û ne jî lawaz in. Ew mehkûmî firotina li bazarên koleyan nabin. Bi zordarî û înkarê nayên birêvebirin. Belê ew di berxwedana li dijî hişmendiya otorîter de bûne pêşeng.”
Dilîşan mînaka xebata ragihandina jinan e
Dema şer digihîje navenda bajarê Kobanê, Dilîşan û komeke rojnamevan derbasî Bakurê Kurdistanê dibin û ji aliyê polîsên dewleta tirk ve tên binçavkirin. Li dijî kiryarên dewleta tirk Dilîşan li gel hevalên xwe 13 rojan dikeve greva pirçîbûnê û polîsên Tirkiyeyê neçar dihêle wan serbest berdin. Piştre Dilîşan derbasî herêma Cizîrê dibe û ji bo domandina xebatên xwe cihê xwe di Radyoyo Dengê Cûdî de digre. Piştî rizgarbûna Kobanê di 2015`an de Dilîşan vedigere û dest bi komkirin û perwerdekirina xebatkarên Radyoya Dengê Kobanê dike û di 13`ê Adara 2015`an de ji nûve vedike. Her wiha ji bo televîzyona Ronahî TV du mehan nûçegihaniyê dike. Di dawiya 2016`an de dest bi xebatên ajansa ANHA`yê li bajarê Qamişlo dike ku dîsa nûçegihaniya şer dike. Dilîşan weke nûçegihana şer beşdarî tevahî pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Çeteyên DAIŞ`ê dibe ku herî dawî pêngava Bagera Cizîrê dişopand.
Di xebatê de îsrara serkeftinê
Di 12`ê Cotmeha 2017`an de hêzên QSD`ê komek sivîl ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de rizgar dikin, ji bo naskirin û şopandina rewşa koçberan Dilîşan bi hevalên xwe re Rizgar Denîz û Hogir Mihemed re berê xwe dide cihê bûyerê. Di wê navberê de çeteyên DAIŞ`ê bi du maşîneyên teqemeniyê komkujiyek di nava sivîlan de pêk tînin ku di encamê de Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed jiyana xwe ji dest didin û Rizgar Denîz bi giranî birîndar dibe ew jî piştî du mehan jiyana xwe ji dest dide. Dilîşan Îbiş di oxira ragihandina rastiya DAIŞ`ê de, berxwedana şervanan û kiryarên ku li dijî jinan hatine kirin, bû sembol û pêşenga heqîqetê. Li ser şopa Gurbetellî Ersoz bû deng û rengê tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dilîşan di 13`ê cotmehê de bi karwanekî bi heybet ku ji bajarê Qamişloyê bi rê ket, ji aliyê dehan rojnamevan, hezkirî û malbata wê ve li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hat pêşwazîkirin û bi merasîmeke mezin hat oxirkirin. Bi boneya 4'emîn salvegera Dilîşan Îbiş Endama Radyoya Dengê Kobanê Şîlan Mihemed ji ajansa me re axivî. 
"Dilîşan rêveber, mamoste û heval bû"
Şîlan wiha behsa Dilîşan dike: "Destpêkê em hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Di 2012'an de ez di ajansa ANHA’yê de dixebitîm, di nava xebatên çapemeniyê de me hev nas kir, pir naskirinek wisa tunebû  lê bi hevaltiya xwe ya germ û ruhê wê yê tevli her kesî dibû, hişt ku hevaltiya me mezintir bibe. Dilîşan di Radyoya Dengê Kobanê de roleke mezin lîstibû. Ew yek ji avakerên Radyoya Kobanê bû, di heman demê de wek mamoste û rêveber bû. Di radyoyê de berpirsyar bû, li ku pirsgirêk derketa wê çareser dikir û hemû xebatkar perwerde dikirin. Weke kesayet jî Dilîşanê kedeke mezin di ber endaman de da loma di roja îro de bi dehan endam di radyoyê de dixebitin û hewl didi xwedî li keda wê derkevin, riya wê bişopînin, vê xebatê bi pêş bixin û bibin deng û rengê jinên berxwedêr, têkoşer û bindest."
Ew ji bo rastiyê di nava tevgerê de bû
Şîlan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser îsrarkirina Dilîşan di xebatên çapemeniyê de û wiha pêde çû: "Dilîşan bi hevalên xwe re rast û dirust bû, me hemûyan moral û coş jê digirt. Dilîşanê bi her kesê re hevaltî dikir û dixwest bi hemûyan re bibe alîkar û kesayeteke parveker bû. Bi her kesê re heval û mamoste bû loma şehadeta wê bandoreke mezin li ser her kesê kir, ez di vê baweriyê de me ku li ser tevahî hevalên wê yên di çapemeniyê de û malbata wê jî bandoreke xwe yê mezin heye. Dilîşan her dixwest hemleyên şer bişopîne, herî zêde jî dixwest wê hovîtiya ku çeteyên DAIŞ'ê bi serê jinan de dianîn bike rojev û ji raya giştî re parve bike. Dilîşanê ji bo derxistina azarên koçberan, êş û kêfxweşiya jinan têkoşîneke mezin da meşandin. Her wiha ew her tim di nava lêgerîna azadiyê de bû, dixwest bibe dengê rastiyê. Ji bo pêşketina çapemeniyê kedeke bêhempa da û xwe bi lez û bez bi pêş xist, ev asta ku îro em gihîştinê bi saya wê û tevahî şehîdên vê xetê ye."