Portreya Rojê: Nana Esma hemû mal kiribû navendên perwerdê

Nana Esma pêdiviya jinên Nîjerya ya bi perwerdê dibîne, li gorî wê despêkê komek ji wan hîn dike û ji bo perwerde dayînê amade dike. Paşê jî wan jinan ji bo perwerde dayînê belavî hemû gundan dike û hemû malan dike navendên perwerdê.

 
Navenda Nûçeyan - Nana Esma sala 1793’an li Nîjerya ya dikeve Rojavayê Efrîqayê hatiye dinê. Bavê wê mele Osman Fûdî mamoste bû û gelek girîngî dida xwendina zarokên xwe. Di dema ku civakê cudahî dixistin navbera keç û lawan de, bavê wê bêyî cudahî zarokên xwe yên keç û xort fêrî xwendin û nivîsandinê kirin. Nana di nava malbatek bawermendên îslamê de mezin dibe. Di xwendin û watekirina pirtûkên îslamê de astek bilind digire. Heskirina wê ya xwendinê di nava pirtûkxaneya bavê wê de hîn zêdetir dibe, ji ber pêşketina ramana wê hê 11 salî tê nasîn û li gel bavê wê ji welat tê derxistin. 
Nana rewşa jina fam kir  
                            
Ji ber sedema şerê navxweyî gelek windahî çêbûn û malbat bê mêr man. Jin jî bê xwendin û zanebûn mabûn, ji ber wê jî nedikarîn pêdiviyên xwe bicîh bînin. Nana vê rewşa jinan zu dibîne û ji bo derbaskirinê dikeve nava hewildanan. Ew di ferqêdebû bi xwendinê jin dikarin xwe bigihîne gelek serkeftinan û parastina xwe bikin, ji bo wê jî di serî de navenda xwendinê vekir û bi xwe perwerde da. Her roja diçu jimara jinên bi dilxwazî tevlî perwerdê dibûn zêdetirdibû. Piştî ku koma despêkê ya jinan perwerde kir êdî ew kom ji bo jinên dinê perwerde bikin erkdar kir. Ew jinên berwerdekirî li gundan belav kir ji bo ti jin bê perwerde nemîne. Cihê perwerdê jî malên jinên ji hemûyan xizantirbûn. Armanca wê ewbû ku jinan bigihîne astek bilind a zanebûnê ku bikarin xwe û malbata xwe birêve bibin.
Nana ya bi çar zimanan dizanî, zimanê wê yê sereke erebî bû. Ji ber serkeftinên xwe yên nava civakê dibe şêwirmenda walî. Wê pêvajoyê jî li gel karê xwe yê reveberiya welat jî cardin giringî dida karê jinan û bi wan re mijul dibû. Bi berdewamî ji jinên baran re name dişand û naveroka nameyên wê jî bi giştî ser xwe perwerdekirin û pêşdebirina jinan bû. 
Hîna jî jin bi şêwazê Nana zarokê xwe perwerde dikin    
            
Nana sala 1864'an diçe ser dilovaniya xwe. Merasîmek gelek mezin ji bo oxirkirina wê li dar dixin û girseyek gelek qerebalix tevlî merasîmê dibin. Heya niha jî kevneşopiyên wê didome û hîna jî jinên wî welatî bi şêwaza Nana zarokên xwe perwerde dikin. Li gel xebatên xwe yên civakî di nivîsînê de jî serwextbû û zêdeyî 60 pirtûkan nivîsandiye. Pirtûkên wê bi zimanên cuda hatin wergerandin û li zanîngehên Rojavayiyan weke wane hatine dayîn. Nana Esma bû nimûneyek mezin ji jinên Efrîqa yê re.