Portreya Rojê: Li Endonezyayê şopên Hajjah Rasuna

Hajjah Rasuna ji bo wekheviya di navbera jin û zilam de têkoşiya ye, her wiha ji bo gelek kar û xebatên li Endonezyayê pêşengî kiriye.

     
Navenda Nûçeyan - Hajjah Rangkayo Rasuna Said 14'ê îlona 1910'an li Maningau, Agam Regency ku nêzîkî bajarê Bukittinggi ye, çavên xwe li jiyanê vedike. Rasuna Rêvebera Minangkabau ye û çalakvanek Siyasî ya Neteweyî ya Endonezyayê ye. Rasuna di nava Rêxistina Rakyat sarakat (Yekitiya Gelan) de çalak bûye, her wiha di nava Yekitiya Misilmanên Endonezyayê de jî cihê xwe girtiye. Di sala 1932'an de li Semarangê di Java Navîn de ji ber çalakbûna xwe ji hêla Hollandiyan ve hat girtin. Di sala 1945'an de dema Endonezyayê serxwebûna xwe îlan kir, weke endam di Meclisa Şêwirmendên Neteweyî (Dîwana Pertembang a Agung) de cih girt û heya dawiya jiyana xwe tê de kar kir.
'Lehenga Neteweyî ya Endonezyayê'
Rasuna ji bo wekheviya di navbera jin û zilaman de têkoşiya, Serokomarê Endonezyayê wê demê Suharto di sala 1974'an de navê Rasuna weke 'Lehenga Neteweyî ya Endonezya' îlan kir. Navê wê niha wekî yek ji rehên sereke yên Jakarta, Jalan HR Rasuna Saeed, ku ji başûrê navçeya navenda Menteng e ber bi navçeyên bazirganiyên Kuningan û Mambang ve dirêj dibe, tê bikaranîn.
Dema Rasuna di sala 1965'an de jiyana xwe ji dest dide, wê li goristana lehengên Kalipata yê ku dikeve başûrê Jakartayê veşartin.