Portreya Rojê: Dozdara projeya neteweya demokratîk: Hevrîn Xelef

Têkildarî salvegera Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef a ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta tirk ve hat hedefgirtin, rêhevalên wê bîranînên xwe yên pê re anîn ziman û gotin: ”Hovîtiya li dijî Hevrîn hat kirin di heman demê de li dijî maf û îradeya jinan hat kirin. Xwestin fikrên demokratîk tune bikin lê belê em ê li dijî vê hovîtiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

ROJ HOZAN
Qamişlo- Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker re li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de, gelek bûyerên hovana ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatin kirin. Di roja sêyemîn a êrîşan de 12’ê Cotmeha sala 2019’an li ser riya M4 siyasetmedara jin di heman demê de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû hedefa kemîneke plankirî û hat qetilkirin. Çeteyên girêdayî dewleta tirk bi tundiyeke mezin Hevrîn Xelef qetil kirin. Bi boneya salvegera hedefgirtina Sekreteriya Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef rêhevalên wê ji me re axivîn. 
Kurtejiyana Hevrîn Xelef
Hevrîn di sala 1984'an de li gundê Rêhanîkê yê girêdayî bajarê Dêrikê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye dinê. Hevrîn di malbateke welatparêz de mezin bûye û zaroka herî biçûk bû di malê de. Ji zaroktiyê de xwe berpirsyarê her tiştî didît û ev rihê wê heta gihîştina şehadetê pê re ma. Hevrîn beşa Endezyariya Medenî di zanîngeha Helebê de bi dawî kir, paşê bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re tevli pêşengiya xebatên şoreşê bû. Hevrîn di gelek cihan de xebitiye weke Desteya Enerjî, Desteya Aborî, Rêveberiya Xweser û herî dawî jî weke jineke siyasetmedar di 27’ê Adara 2018’an de Partiya Sûriyeya Pêşerojê ava kir. Hevrîn jineke xwedî zanist bû, di kîjan xebatî de kar dikir ew cih dadigirt. Her keda wê ji bo hemû pêkhateyên vê civakê bû û di hevaltiya xwe ve dirust bû, ji bo wê xwedî bandor bû, her kes qîmeta wê dizanibû. Bi avakirina Partiya Sûriyeya Pêşerojê re Hevrîn weke Sekretera giştî ya Partiyê hat erkedarkirin. Piraniya xebatên wê di nava civaka Ereb de bûn ji ber her armancên wê ew bû ku jiyana demokratîk li ser axa Sûriyeyê bê avakirin û aştiyeke mayinde bi xwe re bîne. Hevrînê îradeya xwe derdora van armancan kir xelek û tu cadahî nedikir navbera ol, mezheb, mirov û civakan. Karê wê karekî mirovahî bû, pê re jî jinên Ereb li derdora xwe kom kir û wan birêxistin dikir. Hevrîn mîna pira gihandina azadiya jin û civakan bû. Kiryarên bi serê wê de anîn sûcê li dijî îradeya hemû jinên cîhanê bû di encamê de Hevrîn xeteke têr û tijî xebat ji bo tevahî jinan li pey xwe hişt.  
Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re Hevrîn jî di nava tevgerê de bû û bê rawestandin xebatên xwe dida meşandin. Di roja sêyemîn a êrîşan de Hevrînê berê xwe da bajarê Reqayê û li ser riya M4 bi kemîneke plankirî ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hat qetilkirin.  Çeteyan îşkenceyeke mezin lê kirin ku di encamê de gihîşt asta şehadetê.  
Rêhevaltî û bîranînên Perwîn bi Hevrîn re
Rêhevala şehîd Hevrîn Perwîn Yûsif têkildarî jiyan û bîranînên xwe yên pê re wiha got: “Ez û şehîd Hevrîn hevalên hev ên taxê bûn û hem jî hevalên fikrên dozê bûn . Di şexsê Hevrîn de ez hemû şehîdên ku di xeta azadiya jinan de canê xwe feda kirine bi bîr tînim. Hemû cîhan bû şahidê bûyara ku hat serê Hevrîn, piştî wê her kesê kesayet û taybetmendiyên wê baştir nas kir. Di sekn û nêzîkatiyên wê de me ew jina azad nas kir. Jinên mîna Hevrîn ku bi fikreke azad tevdigerin kêm in di vê cîhanê de bi taybetî di vê aloziya ku tevahî Rojhilata Navîn tê re derbas dibe de. Em bi hev re weke zarokên Dêrikê jiyan her çiqas hin cudahî di şêwazên jiyana me de hebûn jî bi şoreşa jinan re hemû armancên me bûn yek û me baştir hev nas kir. Ez û Hevrîn bi rengekî veşartî di zaroktiya xwe de hînî zimanê dayikê dibûn, ji wê demê ve ew rihê têkoşînê di dilê me de hebû. şoreşa jinan hêviyên me pêk anîn ku em bikaribin roleke hîn mezintir bilîzin û xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk bînin. Berê di Konfedrasyona Xwendekaran de ji bo perwerdekirina civakê em rolekî girîng dilîstin her wiha di akademiya Civaka Demokratîk de jî me civak birêxistin dikir û bi hev re me doz û hêviyên xwe kirin yek. Me bi hev re pêşengiya şoreşê kir û cihê di avakirina Rêveberiya Xweser de girt. Bi şoreşê re pêwîstiyên me bi jinên xwedî zanist, fikir, welatparêz û azad hebû ev hemû taybetmendî di şexsê Hevrîn de dihatin dîtin. Qebûlkirineke wê ya pir mezin di nava gel de hebû her kesê dizanibû xwedî ked, bîr û baweriyeke rast bû heya damezrandina Partiya Sûriyeya pêşerojê. Heviyên wê di erkdarkirina kar de mezintir bûn, bêtir dixwest xebat bike, bi taybetî piştî rizgarkirina herêmên pêkhateyên Ereb. Hevrîn derbasî wan herêman bû û çanda Neteweya Demokratîk bi wan da naskirin û xwest felsefeya jiyana azad bi wan re parve bike. Avakirina Partiya Sûriyeya Pêşerojê wekî hewldanên destpêkê xwe di nav de dît ji çêkirina pergala wê ya hundirîn heya gihîştina encamên bi pratîk. Ji damezrandina partiyê heya şehadeta wê dibe du sal temam nekiribû lê dikaribû dengvedanekê bide.“
Kesayeta Hevrîn û dozdariya bi domandina xeta wê
Perwîn bal kişand ser kesayeta şehîd Hevrîn û wiha domand ”Hevrîn weke kesayet bi qasî cidîbûna li ser xebatên xwe, ewqas jineke dilnizim bû û ji her hevalek xwe re destek bû. Her tim cihê bêhnfirehî û rehetiyê bû her wiha wek rêbera hevrêya jiyana min bû. Di aliyê hezkirina wê ji pêkhateyan re pirsgirêkn wê di vê mijarê de nebûn bi wê fikra xwe ew dikişandin nav xebatê û hevsengiyek dida çêkirin. Bi şehadeta wê hemû civak û netew pê bi bandor bûn. Hevrîn jineke siyasetmedar bû ji bo tevahî Sûriyeyê têdikoşiya, hovîtiya lê hat kirin mixabiniyeke cîhanî bû. Bi çûyîna xwe re Hevrîn valahiyeke mezin di jiyana min de çêkir ez ê her tim lê bigerim lê em vê jî baş dizanin xeta azadî û têkoşînê bi dawî nabe. Em ê doza Hevrîn bigjîihînin serî ji bo wê em ê domdarên xeta azadiya jinan bin û serkeftina wê tacîdar bikin.”  
Naskirin û rêhevaltiya Sema bi Hevrîn re
Sema Begdaş rêhevala şehîd Hevrîn behsa naskirin û rêhevaltiya xwe ya pê re kir û wiha ji me re parve kir: “Di duyemîn salvegera şehîd Hevrîn de em bejna xwe li ber keda wê ditewînin. Naskirina min jê re di nava erkên şoreşê de bû dema me bi hev re di avakirina pergala Rêveberiya Xweser de cih girt, roj bi roj ew girêdanên me bi hev re qayim dibûn heya em bi hev re derbasî perwerdeyê bûn, di wir de jî min bêtir sekn û terzê wê yê tevlibûna jiyanî nas kir. Taybetmendiyên wê pir balkêş bûn wisa bi rengekî aktîf tevli perwerdeyê dibû ji rabûn heya rûniştina wê bi displîn bû. Hevrîn jineke di malbata xwe de jî perwerdeyeke durist girtibû û ev yek jî baş di danûstandinên wê de dihat dîtin. Di aliyê zanistî de jî wisa xwedî nêrîneke kûr bû û dizanîbû çi gotinê li kîjan derê bibêje. Nêrînên wê xwedî esasên dîrokî bûn şîroveyên wê ji bo pêşkêşkirina çareseriyê pir bi nirx bûn. Hevrîn jineke tehemula wê ji zehmetiyan re hebû û her li ber xwe dida. Hevrîn şoreşa jinan, malê hemû jinan didît, dixwest fikrên xwe di aliyê pratîkê de pêk bîne û li derdora xwe her dem ava bike. Dikaribû di demeke kin de bi avakirina Partiya Sûriyeya Pêşerojê re dilê bi hezaran mirovî qezenc bike.”
Bîranînên dawiyê 
Sema bal kişand ser bîranînên xwe û şehîd Hevrîn ên dawiyê û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Hevrîn bîranînên xwe di dilê min de û li ser rûpelên lênûsa min hiştin, herî dawî jî vê yekê bi min da nivîsandin; ‘Bi kesên ku li ber xwe didin re azadî her dem gengaz e lê yên li ber xwe nadin azadî ji bo wan ne gengaze.’ Şehadeta wê pir zehmet bû, hem ji jina re hem jî ji şoreşa civakê re xisarek mezin bû. Her kesê Hevrîn bi dilekî germ himbêz kir, serê me pê bilinde û erka me ew e ku em xwedîderketineke li têkoşîna wê bikin. Hevrîn sembola jinên azad e.”