Portreya Rojê: Amalie Emmy Noether

Amalie Emmy Noether Hem di qada bîrkarî yê de hem jî di qada têkoşîna azadiya rêgezan de jinek afirîner û avaker bû. Di cebîra razber, teoriya xalek, hejmaran, sîmetrî, matrîs û nûnertiya beşa gruban de keşfên nû kiriye.

Navenda Nûçeyan - Amalie Emmy Noether, 23 adara 1882’an li Almanya dayik bûye. Her çendî di nava malbatek zana de mezin dibe û di malê de serbest be jî di nava civakê de weke her jinekê rastî newekheviya zayendî tê û zoriyên wê dijî. Wê demê ji bo ku jin bikarin zanîngehê bixwînin pêdivî bi hewildan û kedên mezin hebû. Ji ber bavê wê li Zanîngeha Erlangenê profesorê bîrkariyêbû pêre dibe alîkar û dide xwendin. Bawernameya mamostahiya zimanê înglîzî û fransî digire, lê ji ber hemû lêhurbûna wê li ser xwendina zanîngehê bû ji bo wê mamostahiyê nake. Sala 1903’an li Zaningaha Gottîngen dest bi xwendinê dike, lê nedikarî beşdarî waneyan bibe ji bo wê jî ji der ve wane dişopand. Sala 1904’an destura beşdarbûyîna jinan a zanîngehan hat dayîn. Bê ku dem ji destê xwe bike di heman salê de li Zanîngeha Erlangenê dest bi xwendinê kir û sala 1907’an doktoraya bîrkarî wergirt. Ji sala 1908’an heta 1915’an bê heqdest û paye kar dike. Li Enstîtûya Bîrkarî ya Erlangenê Otto Fischer jî di navê de gelek zanayan nas dike û bi hev re kar dikin.

“Teoriya Noether”

Di sala 1915’ê de li Enstîtûya Bîrkarî ya Gottingenê bi Felîx Kleîn û Davîd Hîlbert re li ser teoriya relatîvî ya Einstein dest bikar dikin. Li ser fîzîka partîkulên elementê û teoriya relatîvî yê kar dikin. Ji bo îspat kirina van her du teoriyan hîmek baş daniye, ew jî weke “Teoriya Noether” hatiye binav kirin.

Di teşeya tevgera gerdûnê de rê li ber keşfên nû vekir

Hem ji bo mirovahiyê hem jî ji bo jinan di qada zanistê de kedek mezin daye. Dawiya sedsala 19 û destpêka sedsala 20’an ji bo jinan ji her demê zehmetir bû, di qada zanist de qîmetê jinan qet nebû û bi giştî hebuna wan nedihata pejirandin. Di çend mijaran de awantajên wê hebûn ku sînorên ji bo pêşketina jinan hatîn danîn derbasbike. Di teoriya relatîvî ya Albert Einstein de problemek çareser kir. Ji wê û şonde êdî destbi bersivdayina xaçepirsên nû kir. Di teşeya tevgera gerdûnê de rê li ber keşfên nû vekir. Di zanîstên bîrkarî, cebîr û astro fîzya yê de şoreş kir.

Sala 1918'an de teoriya Noether keşf kir. Fîzîknasê MIT Frank Wilczek wiha qala Amelia dike; “ev teori weke sterkekê ji fîzîka sedsala 20 û 21’an re rê nîşan da.”

Li Zanîngeha Gottingenê wane dida

Dema li Zanîngeha Gottingenê weke asîstana Hilbert e dixebitî destura wanedayinê digire. Ger destur negirtiba nedikarî li ser navê we waneyan bide. Hilbert û Einstein ji rêveberiya Zanîngeha Gottîngenê tika dikin da ku Amalie waneyan bide. Rêveberiya Zanîngehî sala 1919’an destur didin ku Amelie waneyan bide, lê divê bê girtina dahatê waneyan bide. Piştî 3 salan mûçeyek gelek kêm werdigirt, we jî weke profesorek erka wê nediyar didan. Heta li zanîngeha Gottingenê kar dikir erkê wê nehat guhertin. Ji ber ku Amelie hem jin, hem cihû û hem jî demokrat bû ji ber wê jî rêveberiya Zanîngehê pir nirx nedidayê.

Hem di qada bîrkarî yê de hem jî di qada têkoşîna azadiya rêgezan de jinek afirîner û avaker bû. Di cebîra razber, teoriya xalek, hejmaran, sîmetrî, matrîs û nûnertiya beşa gruban de keşfên nû kiriye.

Du sal li zanîngeha Moskowa weke profesorek mêvan wane da. Di sala 1930’an de li Zanîngeha Frankfurtê wane da. Sala 1932’an li Zurichê di konferansek a girêdayî Kongre Bîrkarî yê de xelata bîrkariyê girt.

Di destpêka sala 1933’an de Hîtler di mijarên jiyanê de tu pêşketin nedipejîrand û agirek xistibû dilê Almanyayê. Amelie jî li gorî rejîma Hîtler nedihat pejîrandin. Ji ber hem jin, hem cîhû û hem jî mirovek demokrasîxwaz bû, ji ber wê yekê hikûmeta Naziyan destur neda ku Amelie êdî di zanîngehan de perwerde bide. Amelie jî mecbur ma welatê xwe biterîkîne û biçe Emerîkayê. Îlona 1933’an li koleja Bryn Mawr û Princetonê weke profesorek mêvan destbikar kir. Ji ber penceşêra malzarokê hat emelyatkirin. Piştî emelyatê ji ber enfeksyonê 14’ê nîsana 1935’an jiyana xwe ji dest da.