Rîwayetek û Akubu ya Asurî
Akubu Asurî ya ku tê rîwayetkirin bi keşfa xwe ji zanist û îcadên dîrokê zêdetir sûd wergirtiye, jineke ku xweza wê mezin kiriye... Ev rîwayet heta roja me ya îro hatiye û sifreyên me dewlemend kir.
Navenda Nûçeyan - Em vebînera gelek tiştên ku em bikar tînin dizanîn. Lê em qet meraq jî nakin amûrên hêsan ên ku em di jiyana xwe ya rojane de bikar tînin û xwarinên ku em hema hema her roj dixwin, çawa hatine keşifkirin. Li gorî rîwayetek, dîroka nîska sor a ku em şorbêya we vedixwun, kofteya wê çêdikin û li ser sifreyên me kêm nabe, digihîje salen beriya zayîne 2 hezaran. Nîska ku heta wê rojê nedihat zanîn, ji aliyê keça malbateke cotkar a feqîr ku li quntarên çiyayan digere tê kişfkirin.
Akubu ya Asurî
We Akubu ya Asurî bihîst? Nayê zanîn ka ew efsanek e an jî heqîqetek e ku di nav bermahiyên dîrokî de veşartî ye, lê li gorî riwayetê, nêzîkî 3 hezar û 900-4 hezar sal berê zarokek keç ya malbatek cotkar tê dinê. Navê wê Akubu ye. Ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê gelek tiştên ku zarokê 5 salî nikare bike fêr dibe û dema tê 7 saliya xwe de fer dibe ku li çiyê bizinan biçêrîne. Akubu ya ku bi xwezayê re girêdayî jiyanek didomîne, giyayên dibîne kom dike, carna wan hişk dike, carna dikêline û carna jî xav dixwu. Ev kesayetiya bi meraq a Akubu, wê dike vebînera nîska sor ya hûn niha li ser sifreyên xwe bi noşîcanî dixwun.
Kişfa Nîşka Sor
Dema sibehekê digere, ew rastî nebatek ku heta niha qet nedîtibû tê. Ew nebat nîska sor e. Bi kelecanek mezin hinekan berhev dike, dibe malê û nîşanî dayîka xwe dike. Ev giyayê hişk dikin, dipêjin û tama wê pir diecibînin. Piştre ev tama xweş ya kişf kirine, bi kesên derdora xwe re jî parve dikin. Hemû gel tama nîska sor pir diecibînin. Bi saya Akubu şorbeyên xweş, kofte û seleteyên ku bi nîska sor tên çêkirin li ser sifreyan cihê xwe digre. Akubu ya ku ne heq daxwaz dike ne jî ji kesî spasiyê hêvî dike, tenê ji ber ku mirov ji şorbê hez dikin, kêfxweş bûye. Akubu ya ku nêzî beriya 4 hezar salan jiyana xwe ji dest da, nedizanî ku ew vebînera nîska sor e.