Portreya Rojê: Ji Dêrikê ber bi Reqayê ve cesaret û fedekariya Fermandar Sozdar

Ji jinên Rojavayê Kurdistanê yên destpêkê cihê xwe di nava hêzên leşkerî de girt û li hemberî tarîtiya çeteyan fermandariya şer kir Sozdar Îsmaîl Omer a ji Dêrika Hemkoyê ye.

GULÇÎN EHMÊ
Hesekê – Ji jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê ku di destpêka şoreşê de berê xwe da eniya şer û li hemberî çeteyan şer kir Sozdar Îsmaîl Omer 20’ê Adara 1993'an li bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojavayê Sûriyeyê di nava malbatek Kurd de hatiye dinê. 12 sal li Dêrikê xwendiye û jêhatîbûna wê di salên dibistanê de xwiya bû. Sala 2011’an dema li Zanîngeha Şamê Beşa Hiqûqê dixwend Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Sozdar xwendina xwe berda û hat ket nava hêzên parastinê û bergiriya welatê xwe kir.  
Sozdar bi fedekarî, rûkenî, coş û moral, hevaltiya xwe ya nimûneyî ya di şopa jina azad de dihat nasîn. Bi van taybetmendiyên xwe hem di nava civakê de hem jî ji aliyê hevalên xwe ve pir dihat heskirin. Her kesê ew bi navê sozdar Dêrik di nave YPJ'ê de nas kir. Sozdar yekem jina ji Herêma Cizîrê li kantona Efrînê tevlî perwerda leşkerî bû û di avakirina YPJ'ê de rolek mezin girt ser milê xwe. Piştî damezrandina YPJ'ê Sozdar bi hemû hêza xwe ket nava xebatan û parastina mafê jinan hedefa wê ya sereke bû. Li hemberî hemû êrîşên ku li ser Rojava dihatin meşandin bi vînek mezin hewl dida bibe bersiv. 
"Jin ne namûsa tu kesê ye namûsa me azadiya me ye"
Her tim di jiyanê de bi coş û moral tevdigeriya, bi kenê xwe li hemberî zor û zehmetiyan disekinî. Ew xwedî hedef û armancên mezin bû, bi hêza jinan bawer bû. Di perwerdekirina şervanên YPJ'ê di warê fikrî û leşkerî de roleke wê ya pir mezin hebû. Di rêvebirin û avakirina tabûr û focan de cih digirt û gelek dewreyên perwerdeyên xweparastina ji hêzên hewayî ji balafirên şer ên CBS’ê dida şervanan. Ji bo bidestxistina mafên jinan û guhertina zîhniyeta desthilatdar a ku jinan biçûk û aydê mêrekê dibîne yan jî di bin navê ol de mafê jinan binpê dikin rol û mîsyoneke pir mezin lîst. Di vê çarçoveyê de jinên ciwan ên tevlî nava refên YPJ’ê dibûn perwerde dikir û digot: "Jin ne namûsa tu kesê ye, namûsa me azadiya me ye." Di dema rêvebirina tabûran de tu carî ferq nedixist nava Ereb, Kurd, Suryan û tu pêkhateyan, bi hemûyan re hevaltiya ku hev pêşxistinê dimeşand. 
Rizgarkirina Gir Zîro
Di destpêka şoreşa Rojava de li hemberî hemû êrîşên li ser herêmê bi cesareteke mezin tevli şer dibû û di gelek hamleyan de bi wêrekî şer dikir. Ji wan hemleyan hemleya bajarokên girêdayî herêma Dêrikê yên weke hemleya Gir Zîro ku li hemberî rejîma Sûriyeyê berxwedaniyeke mezin da meşandin û herêma Gir Zîro ji rejîmê rizgar kirin. Bi rola jina pêşeng tevlî hamleyên Til Hemîs, Siwêdiyê û Til Koçer bû. Di hemleya Serêkaniyê ya li hemberî Cebhet El Nusra de jî bi berpirsiyariyek mezin cih digirt. Li bajarê Hesekê li hemberî DAIŞ’ê tabûr birêve dibir û di xeta pêş a eniyê de şer dida meşandin. 
Li Şengal, Xanesor û Rebîayê şer kir
Di dema êrîşên DAIŞ’ê li ser Şengal, Xanesor û Rebîayê de jî ji bo xelaskirina welatiyên Şenagalê ji Rojava berê xwe da Şengalê û li wir li hemberî DAIŞ’ê şer kir. Di vekirina korîdora ji bo xelaskirina welatiyên Şengalê de kedeke mezin a wê çêbû. Êdî tecrubeya şerê bajaran û deştê girtibû û bi berpirsyarî tevli hemleyan dibû. Di pêngava rizgarkirina navçeya Holê ya Hesekê ji destên çeteyên DAIŞ’ê de jî pêşengî kir. Di qadên şer de bi cesaret û enerjiya xwe ya erênî bandor li her eniya lêbû dikir. Dema li derdora wê şervan birîndar dibûn, heta ew negihandana cihek bi ewle sekin jê re tunebû. Di wê hemleya rizgarkirina Holê de pir gundên herêmê ji çeteyan rizgar kirin. Bi heman armanc û berpirsyariyê tevli hemleya rizgarkirina navçeya Şedadê ya Hesekê jî bû û kedek mezin da.
Fermandara hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê 
Di koordîneya rizgarkirina bajarê Reqayê ya ku navenda çeteyên DAIŞ’ê bû de cih girt. Ji bo jinên çend sal bûn di bin serweriya tarîtiya hişmendiya DAIŞ’ê de bi zorê dihatin hiştin bû hêviya rizgariyê û bajar veguherand ronahî û ronakbîriyê. Ji ber wê dizanibû ku bedêla ji nû ve geşkirina hêviyên jinan û herêmê vegerandina cihê jiyanê çiqasî mezin e. Ji bo wê jî bi kelecan bi ser de diçu û her kêlî dixwest gundek din jî ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar bike. Her cihê ku digihîştinê destpêkê jinan çarşevên reş ji ser xwe davêtin û agir vêdixistin paşê jî digihîştin Sozdarê û hevalên wê eniya wan maç dikirin. Destên xwe li wan dipêçan, hembêz dikirin û weke ku wan berdin dê winda bibin û careke din nabînin hembêz dikin. Ev bêrîkirin û hesreta jinan hîn zêdetir kelecana Sozdarê zêde dikir û bi wê hêzê pêşve diçû. 
22’ê Tîrmeha 2017’an Fermandar Sozdar li Reqayê dema hewl dida xwe bigihîne jinên hîna di bin tarîtiya DAIŞ’ê de bi zorê tên girtin tevli stêrkên bêdawiyê bû û ji nava hevalên xwe koç kir. Li gel hevalên wê jinên Sozdar bûye sedema rizgarikirina wan jî xembar bûn û soza berdewamkirina xebatên wê dan.
“Di dibistanê de bi jîrbûna xwe dihat nasîn”
Dayika Fermandara pêşengî ji van hemû hamleyên jorê re kirî Fermandar Sozdar Dêrik Fatma Hemîd di derbarê jiyana keça xwe ya bi ked û fedekariya wê her dem serbilind nirxandin kir. Dayika Sozdarê Fatma diyar kirin ku sozdar di malê de pir delalî bû, temenê wê biçûk lê mejiyê wê mezin bû û wiha domand: "Sozdar di nava malbat, cîran û hevalên xwe de pir dihat hezkirin. Ji biçûkatiya xwe de zîrek bû di dibistanê de mamosteyên wê pir jê razî bûn. Di her beşî de li pêş bû û bi zîrekbûna xwe dihat nasîn.”
“Li hemberî qedexeya li ser çandê tevlî Koma Cudî bû” 
Fatma Hemîd da zanîn ku Sozdarê ji biçukanî ve zilmî nedipejirand û wiha dom kir: “Ji biçûkaniya xwe de zilm û zordarî qebûl nedikir. Dema ku rejîma Baasê li Sûriyeyê kar û xebatên çandî û zimanê Kurdî qedexe kiribû sozdar ji wê demê ve di nava liv û tevgerê de bû û xebat dida meşandin. Tevî ku dibistan dixwend cihê xwe di çand û hunerê de jî digirt. Di koma Cûdî û şanoyên ku azadî û wekheviyê dide pêş de cîh digirt. Ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd pir amadekarî dikirin û stranên li ser têkoşîna ji bo azadiyê distiran.” 
“Ji bo jin bi xwe biriyara jiyana xwe bidin şer kir”
Fatma heskirina wê ya ji bo zimanê wê yê dayikê jî wiha anî ziman: “Piştî ku hinekî mezin bû karê mamostehiya zimanê Kurdî da meşandin. Komê ji dayik û keç û ciwanan kom dikirin û zimanê Kurdî fêrî wan dikir. Min ji Sozdarê re got: ‘Bibe mamoste heqê te mamostehî ye’ lê wê tenê karê mamostehiyê ji bo xwe bes nedît, ji ber hewldanên wê yên mezin hebûn. Ji bo jin bibin xwedî hêz û bi xwe biriyara jiyana xwe bidin hewcebû şer bike û jiyanê azad bike. Ji ber wê jî ket nava şer û heta dawiya jiyana xwe şer kir.”
Fatma bilêv kir ku piştî şoreşê despêkir keça wê Sozdar ji malê derket û bû keça hemû Rojava û wiha pêde çu: “Keça min sozdar piştî ku şoreş li rojava dest pê kir wekî keça rojava parastina xaka rojava erka xwe dît û bi wî rihê berxwedêr cihê xwe di nava hêzên leşkerî de girt. Beriya YPJ were damezrandin YXK hatibû avakirin Sozdar bê teredud û bi cesaretek mezin tevli nava refên YXK'ê bû. Di avakrina YPJ'ê de roleke mezin lîst û tevli hemleyên leşkerî yên li dijî rejîma Baasê û çeteyên DAIŞ'ê de bû. Keça min Sozdar pir xebat dan meşandin. Perwerdeya leşkerî li Efrînê dît û piştî ku perwerde qedand şervanên YPJ'ê di mala me de perwerde dikir. Sozdar roj bi roj xwe bi pêş dixist û heya nefesa dawî weke dixwest jiya û tu carî xwe teslîmî bêhêvîtiyê nekir."