Li Tirkiyê bi hejmaran rastiya zarokan a 23'ê Nîsanê!

Li Tirkiyê di karneya mafên zarokan a 23’ê Nîsanê de zarokên ku di encama cînayetên kar de dimrin, bi tundiya dewletê tên kûştin û dibin hedefa tundiyê hene.

ELÎF AKGUL

Stenbol - Her çend 23’ê Nîsanê ya Roja Zarokan tê gotin jî, karneya mafên zarokan ya Tirkiyê qels e. Zarok, li welat ji karkertiyê re neçar tên hiştin, di sînora birçîbûnê de dijîn, bi tundiya dewlet an jî mêran tên kuştin, bi nîjadperestî û destdirêjiyê re rû bi rû dimînin.

Li gor daneyên Statîstîkên Saziyên Înfaz û Cezayê ya li ser malpera înternetê ya Midûriyeta Giştî ya Tevkîfxaneyan û Cezayê cih digre, li girtîgehên Tirkiyeyê 670 ciwan tên mehkûmkirin û hezar û 406 ciwan jî wek girtî di girtîgehan de ne. Li gorî rapora bi sernavê "Rapora Zarokan a 23'ê Nîsana 2022'an" ku ji aliyê Wekîlê CHP'ê yê Stenbolê û Alîkarê Serokê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Sezgîn Tanrikulu ve hat eşkere kirin, 345 zarokên ku temenê wan di navbera 0-6'an de ne, ji ber darizandina dayikên xwe di girtîgehan de ne.

Daneyên li ser malpera înternetê ya Saziya statîstîkê ya Tirkiyeyê herî dawî sala 2020’ an dihewîne. Li gorî van daneyan di sala 2020'an de hejmara bûyerên ku zarok tevlî bûne wan anîne yekîneyên ewlekariyê gihişt 450 hezar û 803’yan. Di van bûyeran de ji sedî 37,9 zarok weke mexdûr, ji sedî 25,3 jê biîdiaya pêkanînekî ku li qanûna weke sûc tê pênasekirin, ji sedî 18,5 jê bi îdiaya sûc kiriye, ji sedî 13 jê bi armanca sûd ji zanyariyên wê girtinê, ji sedî 5 jê bi sedema wendabûnê, ji sedî 0,2 jê ji sedemên ji derveyî van sedeman dimîne hatine yekîneyên ewlehiyê.

Zarok di hedefa tundiya mêran de ne

170 hezar û 961 zarok wek mexdûr hatin yekîneyên ewlehiyê. Ji sedî 88,1’ê van zarokan mexdûrên sûc, ji sedî 11,7’ê wan jî zarokên bûne mexdûrên bûyerên ku pêwîste bê şopandin in. Ji sedî 54’ê zarokên mexdûrên sûcan zarokên kur in, ji sedî 46’ê jî zarokên keç in, ji sedî 57,8 zarokên mexdûrên bûyerên ku pêwîste bên şopandin zarokên kur in û ji sedî 42,2 jî zarokên keç bûn. Li gorî daneyên tundiya mêran ên ku bianet.org ji nûçeyên ku di çapemeniyê de cih girtine berhev kir de, di sala 2021’an de mêran 208 zarokan îstismar kir.

Ji herî kêm 208 zarokên ku rastî îstîsmarê hatine 27 ji aliyê bira, bav û ferdên malbatê yên din ve, 66 ji aliyê mamosta, xebatkarên dibistanê, 2 ji wan ji aliyê ensaf û 6 jî ji aliyê cîranê xwe ve hatine îstîsmarkirin. Asta nêzîkbûna herî kêm 86 mêrên ku 86 zarokan îstismar kirine di çapemeniyê de cih negirt.

195 kiryar hebûn

Herî kêm 195 kiryar hebûn ku îstîsmar li zarokan kirine. Tenê 66 kiryar hatin girtin. 29 kiryar piştî îfadeya wan hatine girtin serbest mane. 56 kiryar hatin binçavkirin. 29 kiryar serbest hatin berdan. Derbarê 14 kiryaran de lêpirsîn hat destpêkirin. Derbarê 3 kiryaran de tu lêpirsîn nehat kirin. Ji bo kiryarek kelemçeya elektronîk hat xistin. Pêvajoya hiqûqî ya 5 kiryaran di çapemeniyê de wekî “reviye, tê lêgerîn kirin” hatin weşandin. Pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 18 kiryaran di çapemeniyê de cih negirt.

Pitik hatin kuştin

Li gorî daneyan di nava zarokên hatine kuştin de pitik jî hebûn. 17 zarok ji aliyê bavê, 4 ji aliyê mêrê ku di temenê biçûk de bi darê zorê hatiye zewicandin, 2 zarok ji aliyê evîndarê dayika xwe, 2 zarok ji aliyê 2 hevalên xwe yên di temenê xwe de, 4 zarok ji aliyê xizmên xwe yên wekî bapîr û mam, zarokek ji aliyê bavê xwe yê ne rast, zarokek ji aliyê merê ku berê ortaxa bavê xwe bû ve hat kuştin û asta nêzîkbûna mêrê ku sê zarok qetil kir, nehat diyar kirin. Tenê 20 kiryar hatin girtin, 5 kiryar hatin binçavkirin. 4 kiryar întîhar kir. Pêvajoya hiqûqî ya du kiryaran wekî "tê lêgerîn kirin" hat diyar kirin. Pêvajoya hiqûqî ya 3 kiryaran di çapemeniyê de cih negirt. Di sê mehên ewil ên sala 2022’an de mêran herî kêm 8 zarok kuştin û herî kêm li dijî 65 zarokên keç û kur îstismara zayendî pêkanîn.

1 milyon 785 hezar û 690 zarokên penaber yên Sûrî heye

Li gorî daneyên Komeleya Penaberan, ji 3 milyon 754 hezar û 591 penaberên Sûriyeyî yên ku ji 24’ê Adara 2022’an vir ve li Tirkiyeyê di bin statuya parastina demkî de hatine qeydkirin, 1 milyon 785 hezar û 690 zarokên di navbera temenên 0-18 salî de pêkten.

Di daxuyaniya Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya ku di 8’ê Hezîrana 2021’an de kirin de hat ragihandin ku li dibistana dayikê 35 hezar û 707, li dibistana seretayî 442 hezar û 817, li dibistana navîn 348 hezar û 638 û di dibistana amedeyî de jî 110 hezar û 976 xwendekarên penaber perwerde dibînin û bi tevahî 771 hezar 428 zarokên penaber perwerdeya xwe didomînin. Hejmara zarokên penaber ên di temenê perwerdeyê de naçin dibistanê jî 432 hezar û 956 e. Her wiha zarokên penaber ji her cure destdirêjiyê re vekirî ne.

Zarok xizan in

Li gorî daneyên sala 2021'ê yên Saziya Venêrînê ya Giştî hejmara zarokên ku pêdiviyên wan ên bingehîn li gel malbatên wan nay dabînkirin gihîşt 150 hezar. Hejmara zarokên ku li gel malbata wê mêyzekirina wê nedihat pêkanîn ên di sala 2020’an de 129 hezar bû, di sala 2021’an de gihişt 141 hezarî.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî di sala 2021ê de bi hinceta "Bila zarok bêyî ku ji hawîrdora malbatê qut bibin, pêşketina xwe bi awayekî tendurust temam bikin" ji bo 141 hezar û 275 zarokên bi malbatên xwe re piştgirî da. Wezaretê di sala 2020’an de ji 129 hezar û 422 zarokên bi malbatên re jiyan dikin re piştgirî da. Wezaretê, pêşbîniyên xwe yên ji bo salên 2022, 2023 û 2024’ an yên derbarê hejmara zarokên çarçoveya SIA’yê de jî parve kir. Li gorî vê, hat texmînkirin ku di salên 2022, 2023 û 2024'an de 145 hezar,150 hezar û 155 hezar zarok bi rezê ve tevlî çarçoveya SIA’yê bibin.

Di mehên havînê de digihe nêzî 5 mîlyonan

Di rapora Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ya di Hezîrana 2021an de bi sernavê "Bila Karkertiya zarokan bê qedexe kirin!" hat weşandin de, Li Tirkiyeyê herî kêm 2 mîlyon karkerên zarok hene û ev hejmar di mehên havînê de digihe nêzî 5 mîlyonan.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) Lêkolîna Hêza Kar ya Zarokan a 5’emîn ya 2019’an diyar kir ku hejmara zarokên koma 5-17 salî di karekî aboriyê de dixebitin 720 hezar e. Ji sedî 15,9’ê zarokên dixebitin di koma 12-14 salî de ne, ji sedî 4,4 jî zarokên koma 5-11 salî pêk tînin. Dema li gorî zayend tê lêkolîn kirin, ji sedî 70,6 zarokên karker kur û ji sedî 29,4 ji jî zarokên keç pêkte.

Di salên desthilatdariya AKP’ê de 787 karkerên zarok mirin

Li gorî daneyên ÎSÎG’ê, di sala 2021’an de 21 zarokên karker yên 14 salî û biçûktir, 41 karkerên zarok/ciwan yên 15-17 salî di encama cînayetên kar de mirin. Di sê mehên ewil ên sala 2022’an de ji 14 salî û biçûktir 1 zarokê karker û 5 karkerên zarok/ciwan ên dinavbera 15-17 salî de di encama cînayetên kar de mirin.

Dîsa li gorî daneyên Meclîsa ÎSÎG’ê ji sala 2002’an û vir ve ku ji desthilatdariya AKP’ê ve herî kêm 787 zarokên karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Wezaret pêşbînî dike ku heta dawiya 2023’an 29 hezar zarokên karker hebin

Li gel ve li gorî daneyên ku di pêşnûmeya butçeya sala 2022'an a Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî ya ku pêşkêşî Meclisa Mezin a Tirkiyeyê hat kirin de, hejmara zarokên karker ên di sala 2020'an de hatine tespîtkirin 12 hezar û 457 bû. Di pêşnûmeyê de dihat pêşbînîkirin ku heta dawiya sala 2021’an ev hejmar bibe 27 hezar, heta dawiya sala 2022’an bibe 28 hezar û heta dawiya sala 2023’an bibe 29 hezar.

Zarok bi encama tundiya dewletê mirin

Li aliyê din, li gorî daneyên Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan ya Mijdara 2020’an, di navbera salên 2002-2020’an ku ji desthilatdariya AKP’ê ve de 250 zarok bi tundiya dewletê hatin qetilkirin.