'Artêşa Pordirêj' a Vîetnamê: Jinên ku mohra xwe li şer û aştiyê xistin
Di Şerê Vîetnamê de nêzî milyonek jinên ku wekî “Artêşa Pordirêj” dihatin naskirin, tevlî berxwedan, parastin û xebatên lojîstîkî bûn; ne tenê di şer de, di pêvajoya ji nû ve avakirina welat de jî roleke dîrokî û diyarker lîstin.
Navenda Nûçeyan – Dîroka dawî ya Vîetnamê jî ji hêla rola bihêz a jinan di şer û veguherîna civakî de şekil girtiye. Piştî têkoşîna li dijî kolonyalîzma Fransî, jin di berxwedana çekdarî û parastina civakê de di şerê li dijî Neteweyên Yekbûyî de bûn aktorên girîng.
Bi damezrandina desthilatdariya komunîst a li Vîetnama Bakur, polîtîkayên ji bo zêdekirina beşdariya jinan di hêza kar de hatin bicihkirin û rêzikname li dijî zewacên zarokan û bi zorê hatin danîn. Lê belê têkoşîna jinan bi mafên civakî ve sînordar nebû. Di bin şert û mercên dijwar ên şer de, bi hezaran jinan çek hildan, tevlî yekîneyên xweparastinê bûn û bûn beşek ji têkoşîna gerîla.

Di dawiyê de ev jin wekî “Artêşa Pordirêj” hatin nasîn. Ev saziya ku bi qasî milyonek jin bi awayên curbecur tê de beşdar bûn, bû yek ji hêmanên herî girîng ên berxwedana li Vîetnama Başûr. Dema ku di bin bombebaranê de şer dikirin, jinan riyên veguhestinê jî vekirî dihiştin, çalakiyên lojîstîkî pêk dianîn û beşdarî parastina wargehan dibûn.
Jinên ‘Riya Ho Chi Minh’
Riya Ho Chi Minh ku ji Vîatnama Bakur heta Başûr, bi piranî di nava Laosê re dirêj dibû, di tevahiya şer de bû hedefa bombebarana dijwar. Tevî vê yekê, bi taybetî yekîneyên jinên ciwan hewldanên mezin dan da ku rê bikar bînin.
Dema ku êrîşan berdewam dikirin, çêkirina riyan, dagirtina kraterên ku ji ber bombeyan mane û sererastkirina veguhestinê pir caran dihat kirin.

Jin beşdarî pêvajoya ji nû ve avakirinê bûn
Lê belê piştî şer rola jinan bi dawî nebû. Di pêvajoya ji nû ve avakirinê de, jinan di gelek waran de, ji hilberînê bigre heya çandiniyê, ji paqijkirina mayînan bigre heya ji nû ve avakirina jiyana rojane, beşdarî xebatan bûn.

Avahiyên ku hê jî birînên şer li dora ‘Riya Ho Chi Minh’ li Vîeatnam û Laosê li ser wan hene, afirînerî û berxwedana jinan nîşan didin. Xanî û depoyên çandiniyê ji qalikên bombeyan ên di şer de hatine bikaranîn hatin avakirin, perçeyên balafiran jî bûn qeyîkên masîgiriyê. Bikaranîna kaskên leşkerî wekî kulîlkan bû yek ji sembolên veguherandina materyalên şer ji bo amûrên dema aştiyê. Tîmên paqijkirina mayînan ên ku bi tevahî ji jinan pêk dihatin jî bi mîrateya şer a kujer re şer kirin.
