Şahid: Dema dîtina heqîqetê dibe çalakiyek siyasî
Fîlma ‘Şahid’ ku derhênera wê Nadar Saîwar e ji vegotinek sirî û drameya sûc wêdetir, portreya pir tebeqe ya êş a civaka Îranî ya hemdem pêşkêş dike. Civakek wisa ye ku tundî, bêdengî û tirs ne bûyerên îstîsnayî ne, parçeyek veşartî ya jiyana rojane ne.
Navenda Nûçeyan – Fîlma ‘Şahid’, ezmûna jinên ku di nava mekanîzmayên desthilatdariyê û sînordariyên civakî, pergala mêrsalarî bi nêrînek a nevend jin diteyîsîne. Ev jin neçar dimînin di navbera jiyanê, bêdengî û berxwedanê de hilbijartinê bikin. Çîrok, bi mamostayeke jin a reqsê û extiyar, dema ku dibe şahid hevjînê xwendevanek wê tundiyê lê dike û dikuje destpê dike. Ev bûyer, xela destpêkirina krîza exlaqî û polîtîk e. Her wiha karektera bingehîn êdî tenê weke temaşevanek namîne. Anîna ziman a heqîqetê ne biryareke asane, dikeve riyek ku çalakiyek bi xeter a bedelên wê yê giran hene.
Fîlm bêdengkirina civakê lêkolîn dike
Fîlm li ser vê vegotinê, pirsek bingehîn tîne rojevê. Di civakek ku piranî heqîqet tê tepisandin, bedela şahidbûnê çi ye? Şahid her çendî di dîtinê de weke çîroka li peyketina cînayet û rastiyê were dîtin jî di tebeqeyên kûr de, têkiliyên desthilatdariyê, dûrxistina jinan ji qadên civakê û mekanîzmayên bêndengkirina civakê lêkolîn dike.
Di fîlm de, tundiya li dijî jinan, ne tenê nêzikatiyeke şexsî û di nava malbatê de ye, wek diyardeyeke pergalî û ji domandina tundiya bêdengî, înkar û tirsê re zemîn amade dike tê destgirtin. Di vê dinyayê de, edalet, ne rastiyeke ku ji xwe heyî ye, têgîneke di nava zextên civakî û ewlehiyê de qels e û gihandina wê zor e.
Karektera bingehîn a fîlm, nifşek ku di nava bîr, jibîrkirinê, berpirsyariya exlaqî û encamên wê di nava tirsê de asê maye temsîl dike. Ew ne tenê şahidê cîneyetê ye, di heman demê de şahidiyê ji hêdî hêdî hilweşîna baweriyê û bêdengkirina dengê kesên ku dikarin îtiraz bikin re dike. Hebûna vegotinan, berxwedana bêdeng ne di qehremaniya klasîk, teredut, fikar, hesta berpirsyaryariyê temsîl dike.
Reqs metafora mafê wan ê hebûnê di qada civakî û îfadeya kesî û azadî ye
Di fîlm de, reqs ne tenê rêgezeke estetîk e, bûye sembola polîtîk û civakî. Di fîlma Şahid de bedena jinê, kontrol û zext, weke qada ku divê were jêbirin tê pêşkêşkirin. Di vî alî de reqs, metafora mafên wan ê hebûnê di qada civakî û îfadeya kesî û azadî ye.
Kuştina jina reqsvan, ne tenê tunekirina kesek e, sembola bêdengkirina dengê jinê û sînordarkirina derfetên hebûna jinê di civakê de ye. Hewldana derxistina rastiyê ya karektera bingehîn, dibe têkoşînek li dijî înkara civakê û jibîrkirina dîrokê, hewldanek ku ji bo tundî di nava bêdengiyê de neyê veşartin e.
Şahid, di aliyê civakî û polîtîk de, fîlmeke der barê têkiliya di navbera jinan û desthilatê de ye, civakek ku heqîqet bê eman li pişt dîwarên tirsê hatiye veşartin û edalet ji saziyan zêdetir, bi cesareta kesî lêgerîn dike vedibêje. Fîlm bi atmosfera sar û rast, dema jin rastî tundiyê tên ne tenê rasterast kiryar, di heman demê de bi pergaleke bêdengiya berfireh û bê bersivmayîn hevrûbûnê nîşan dide. Şahid çîroka dîtin, anîna bîrê û sekna li dijî jibîrkirinê ye, pirsgirêka şahidiyê, ji çalakiyeke kesî derdikeve û dibe pirseke kolektîf.