Zozan Ferac: Kevneşopî bazara keda jinan lawaz dike
Berhemên jinan ji ber piştgiriyê nabînin di warê bazarê de lawaz dimînin. Karsaz Zozan Ferac, got ku sedema sereke ya qelsbûna bazara jinan ew e ku nayên dîtin û nasîn û da zanîn ku heman demê de mînakên jinên serkeftî jî hene.
MIHRÎBAN SELAM
Helepce – Beşdarbûna jinan di bazara kar de ne tenê mijareke aborî ye, di heman demê de gaveke girîng e ber bi guhertina civakî û pêşketina giştî ve. Di salên dawî de jinan di qadên weke bazirganî, tenduristî, perwerde û medyayê de cihên girîng girtin û dengê xwe dan bihîstin.
Di bazara kar de pêşketina jinan balê dikşîne ser xwe lê hê jî jin bi gelek astengiyan re jî rûbirû ne. Kêmbûna derfetên kar, newekheviya mûçeyan û di kar de nebûna piştgiriyê rewşa jinan ji aliyê aborî ve qels dikin. Gelek caran jinên ku kar dikin, neçar dimînin hevsengiyê di navbera jiyana kar û berpirsiyariyên xwe yên malê de çêbikin ev yek jî tişteke wisa ne hesan e.
Der barê mijarê de karsaz Zozan Ferac, ji ajansa me re axivî û got: “Dema em qala bazarê dikin yekser zilam dikeve hişê mirovan. Bêyî ku bifikirin texmîn dikin mêr bazarê kontrol dikin. Lê em dibêjin ku jin jî dikarin roleke baş bilîzîn û bazarê kontrol bikin.”
‘Kevneşopî li ser me gelek bandoran çêdikin’
Zozan Ferac li ser sedemên ku jina nikarin di bazara kar de baş cih bigrin de wiha got: “Sedema sereke kevneşopî ye. Bi taybetî, li Herêma Kurdistanê û Helebçeyê, kevneşopiyan bandoreke mezin li ser bazara kar kiriye. Jin dikarin heman karên mêran bikin lê kevneşopî rê li ber vê yekê digrin. Bi qasî pêwendiyên zilaman ên di qadên civakî de heye yên jinan ewqas nîn e. Zilam her dem ji derve ne lê jin her dem di hundir de ne. Ev yek bûye sedem ku di warê karsazî û ragihandinê de ezmûnên mêran zêdetir bin. Dema ku jin dikevin bazarê, bi awayekî cuda tên dîtin. Mînak, di kirîn û firotina dikan, erd û xaniyan de ji jinan re derfet nayê dayîn. Civak hê jî hînî xebata jinan a di van qadan de nebûye.”
‘Ji bo jinan ewlehiya civakî û derûnî tune ye’
Sedemeke din a girîng tirsa jinan a li ser xebatê ye. Lewre ji bo vê yekê Zozan dibêje: “Ji bo jinan di hêla civakî û derûnî de hê jî ewlehî nîn e. Ji ber ku ew ji civakê piştrast nîn in. Dizanin dema ku bixebitin dê ji hêla civakê ve wisa hêsan neyên pejirandin. Ji ber vê yekê di nava tirsê de ne. Her diçe baweriya jinan a bi xwe zehmet dibe. Divê civak, sazî û hikûmet piştgiriyê bidin jinan û wan teşwîq bikin ku bikevin qadên hatine qedexekirin. Divê mêr jî bizanibin û bipejirînin ku jin dikarin van karan bikin. Malbat hê têra xwe haydar nîn in û civak bi tevahî baweriya xwe bi jinan nayne. Em hewl didin bi projeyên xwe piştgiriyê bidin jinan. Divê jin êdî di 'paşxaneyan' de nemînin. Divê tirsa xwe derbas bikin û bi piştgiriya malbat û civakên xwe beşdarî bazara kar bibin.”
‘Ger derfet ji jinan re bên dayîn dê civakek dadmendtir were afirandin’
Zozan Ferac di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ligel vê yekê, gelek mînakên jinên ku serkeftin bi dest xistine hene. Divê hikûmet û sazî bêhtir piştgiriyê bidin jinan; divê ew derfetên wekhev peyda bikin, qanûnên parastinê derxin û bernameyên perwerdeyê yên taybetî pêşkêş bikin. Ji ber ku beşdarbûna jinan di hêza kar de ne tenê jiyana wan a takekesî baştir dike, di heman demê de rasterast beşdarî pêşketina aborî ya welat dibin. Jinên ku dixebitin nîşaneyek girîng a guhertin û wekheviyê ne. Dema ku derfet ji jinan re tên dayîn, civakek dadwertir û pêşketîtir derdikeve holê.”