Zeyneb Meskawî jineke Mixribî ye ku karê ewlekariya otomobîlan dike

Ji ber şert û mercên dijwar ên aborî û lêçûna giran a jiyanê ya li Mexribê, Zeyneb Meskawî karê ewlekariya otomobîlan dike da ku debara malbata xwe bike.

HANAN HARITE

Mexrib - Di destpêkê de, Zeyneb Meskawî ji ber ku dikana wê tune bû, kete qada kar wek firoşkara kolanan û di demek kurt de ew fikir kir ku bikeve pîşeyek nû û dest bi karê ewlekariya otomobîlan kir ku bi zaravayê Mexribê jê re "Esaset Seyarat" tê gotin.

"Ez bi karê xwe serbilindim"

Zeyneb Meskawî ku dayika 3 zarokan e diyar kir ku li kolanekê kesên ku diçin sûkê an jî dixwazin karê xwe bikin otomobîlên xwe li cem wê dihêlin da ku otombîlên wan biparêze heya ku ew karê xwe biqedînin û wiha got: "Ez bi karê xwe serbilind im. Ev 7 sal in ez vî karî dikim. Ji bo debara jiyana xwe ya rojane ez amade me ku di her qadekî din de bixebitim û hemû pêdiviyên malbata xwe peyda bikim. Hevjînê min kar dike, lê dahata wî kêm e û ji ber xirabbûna rewşa aborî ya li welêt min jî dest bi kar kir da ku em bi hev re hemû pêdiviyên zaokên xwe dabîn bikin."

"Jin dikarin di her pîşeyî de bixebitin "

 Zeyneb Meskawî anî ziman ku ew hewl dide hevsengiya kar û berpirsiyariyên malbatê pêk bîne û wiha pê de çû: "Keça min a mezin ku 14 salî ye di karên malê de alîkariya min dike. Karê ewlekariya otomobîlan her çiqas dahata wê ya aborî baş be jî, ne karekî hêsan e. Kêm jin vê pîşeyên dikin. Ji dema ku min dest bi kar kiriye, min tu helwest û gotinek xirab ji kesî nedîtiye û her kes rêzê li min digre. Jin dikarin di her pîşeyî de bixebitin û xizmetê ji civakê re bikin."