Li Kirmaşanê li ber bazara cilên kevin komên jin û zarokan
Li Kirmanşanê ji ber zêdebûna bihayê cilan jin û malbatên ku dahata wan kêm neçar dimînin ji bazara cilên kevin cilan ji xwe re bikirin. Ji ber krîza heyî, kirîna cilên herî erzan ji wê bazarê ji bo hinek malbatan gelek zor e yan ne pêkan e.
SARA PÛRXEZARÎ
Kirmanşan – Li bazara cilên kevin, gumlek, şel û kirasên kevin li ser hev kom bûne. Gelek jinên ku bi destên zarokên xwe digrin, li dora koma cilan kom bûne. Dema ku wan cilên bi toz dixin nava hev, wekî ku rîtuelek bêdeng dikin dixuyên. Jinek cil û bergê sor ji nava koma cilan derdixe. Dema ku hîn dibe bihayê wê 30,000 tuman e, bi kêfxweşî yekser wê cilê li keça xwe ya biçûk dike. Ev dîmenê jin û keçên biçûk bi porê tevlihev û pêlavên qetiyayî, tabloyê rastiya xizaniyê bi awayekî berbiçav pêşkêş dike.
Bêyî pabendbûna pîvanên tenduristiyê dikevin bazarê
Di salên dawî de, ji ber enflasyona bê kontrol û bihayên ku bi lez zêde dibin, cil û berg bûne yek ji pêdiviyên herî bingehîn, ji bo beşa xizan a civakê Gelek malbatan demek dirêj e kirîna cil û bergan ji lîsteya xwe ya pêşîn derxistine. Malbat dizanin ku nikarin pereyê van bidin loma an cilan nakirin an jî berê xwe didin bazara cilên kevin.
Yekem tiştê ku bala çavdêr li vê bazarê dikşîne qirêjiya cil û bergan e. Ev cilên ku ji kesên din ve hatine girtin, bi awayê qirêj li bazarê hatine komkirin. Kesên ku neçar in ji xwe û zarokên xwe re cilan bikirin, berê xwe didin vê bazarê. Lê ev rewş ji nexweşiyên weke çerm, vegirtî û alerjîk re zemîn çêdike û çerxa xizaniyê didomîne.
‘Bihayê cilan li bazarên asayî gelek zêde ye’

Samira M. ku li vê bazarê hem ji bo xwe û hem jî ji bo keça xwe ya biçûk tiştan dikire wiha got: “Debara malê ez dikim û dahata me ya mehane ya giştî kêmtirî çar milyon Tumen e. Buhayê cil û bergan li firoşgehên normal gihîştiye bi milyonan Tumen. Ev biha ji budceya min pir zêdetir e. Ji bilî kirîna van cilan, tu çare tune ye. Meha borî min ji vir şalek kirî; her çendî min şûşt û tenê çend rojan li xwe kir jî, ez bi enfeksiyonek giran ketim. Tevî wê jî ez îro dîsa hatime vê derê. Her çend dizanim ev tişt ne paqij in û ji me re dibin sedema pirsgirêkan jî neçar im ji bo xwe û keça xwe cilan peyda bikim.”
Kirîna cilên kevin ji ber neçariyê ye
Li gelek welatên cîhanê, bazara cilên kevin di çarçoveya pîvan û rêziknameyên taybet ku ji hêla teserufên aborî û fikarên jîngehê ve hatine şekildan e. Lê belê li Îranê, sedema sereke ya serlêdana vê bazarê, xizanî û kêmbûna hêza kirînê ye. Gelek ji van cil û bergan li herêmê tên hilberandin. Piştî çend caran dest diguherînin, digihîjin bazarên erzan ên Kirmaşanê. Li wir bihayên wan li gorî kalîteya wan ji 2,000 heta 100,000 Tumenî tên firotin. Heta ev bihayên kêm jî ji bo gelek malbatan barek giran e. Hinek kes nikarin ji 30,000 Tumenî yan kêmtir bikirin. Di encamê de, yek ji pêwîstiyên herî bingehîn ên mirovan, pêwîstiya cilan ji bo beşek mezin a civakê bûye karek zor û carna jî ne mumkin.

‘Gelek jin nikarin cilên kevin jî bikirin’
Nosrat Ş. ku li bazara Înê ya Kirmaşanê cilên jinan ên kevin difroşe, wiha dibêje: “Ez parçeyê cilên jin û zarokan ên ku berê hatine lixwekirin bi bihayek navîn 20,000 heta 40,000 Tumen difiroşim. Ji ber bihayê zêde yê kelûpelan û astengiyên darayî, jinan berê xwe dane kirîna van tiştên bazara Înê. Beriya tiştan bifroşim ez jî ji hinekên din dikirim. Tevî bihayên kêm, gelek jinên ku tên nikarin 20,000 Tumen jî bidin.”
Xizanî kirîna cilên erzan jî zor dike
Gotinên vê firoşkarê, kûrahiya xizaniya di nava civakên kêmdahat ên Kirmaşanê de radixe ber çavan. Rewş ewqas xirab e ku gelek ji wan nikarin cilên kevin jî bikirin. Ji bo hinek jinan, dayîna 20,000 Tumen barek gelek giran e û hêza wan a kirînê ji bo her cilê gelemperî tenê bi 5,000 heta 10,000 Tumen ve sînordar e.
Rojnamevana ji Kirmanşanê Şukufe S. rewşê wiha dinirxîne: “Li Îranê, li Kirmanşana ku di rêza yekem a endeksa xizaniyê de cih digre, şahidiya vê rûyê xizaniyê ne rewşeke ecêb e. Jinek xeyal bikin ku di nava komên cilên herî qirêj de ji bo bedena wê bigre li cilekî ku bihayê wê 10,000 Tumen be digere. Eşkere ye ku kesek wiha demek dirêj e xwarinek baş nexwariye û bi birçîbûna kronîk re têdikoşe. Di qadeke enflasyonê ya bêserûber û kêmbûna bilez a pereyê neteweyî de, gelek kes nikarin ji bo cilên zarokên xwe 10,000 heta 100,000 Tumenî kom bikin. Ev rewş siya tirsnak û ne pêkan a xizaniyê radixe ber çavan. Ev xizanî ne tenê bi dehan kesan an jî bi sedan kesan ve sînordar e. Bi hezaran kes li Kirmaşanê bi van şert û mercan re têdikoşin û ev pîvan bi zelalî kûrahiya krîza debara jiyanê nîşan dide.”
Di nava komên cilên kevin de awirên bi meraq ên keçên ciwan û zarokan
Di çend demjimêrên ku di nava mirovên jiyana wan ji hêla xizaniyê ve hatiye şekildan de derbas dibin, wêneyê xemgîn ê bêpariya ku jin û zarok li Kirmaşanê pê re rû bi rû dimînin, bi her awayî xwe dide der. Keçên ciwan di nava komên cilên kevin de li cilên xweşik digerin, zarokên ku xeyalên wan ji ber siya hejariyê û bihayên bilind sînordar mane bi çavên bi meraq li dayîkên xwe dinêrin...