Xizanî zêde bû: Jin bê kar hatin hiştin

Karkerên jin bi bêkarî, bê ewlehî, deyn û xizaniyê ketin sala 2021’ê. Krîza vîrusa coronayê herî zêde li ser jinan bandora neyînî çêkir. Li cîhanê bi milyonan jin, bê kar man. Li Tirkiyeyê jî jin bi birçûnê re rûbirû man.

Karkerên jin bi bêkarî, bê ewlehî, deyn û xizaniyê ketin sala 2021’ê. Krîza vîrusa coronayê herî zêde li ser jinan bandora neyînî çêkir. Li cîhanê bi milyonan jin, bê kar man. Li Tirkiyeyê jî jin bi birçûnê re rûbirû man

Navenda Nûçeyan - Dema ku li encamên vîrusa coronayê were nihêrin dê were dîtin ku herî zêde jin jê bi bandor bûne û zirarê dîtine. Jin ne tenê li cihên kar, li malên xwe jî ketine bin barekî giran. Li gorî Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ÎLO) 632 milyon karkerên jin bi pandemiyê re têdikoşin. Li Tirkiyeyê, hejmara jinên ku derfeta xebatê dibînin pir kêm bûye. Îstîhdama jinan, li Tirkiyeyê bi salan e qada bi pirsgirêk e. Piştî desthilatdariya AKP’ê ji 2001’ê û vir ve qadên îstîhdama jinan her ku çû kêm bû. Polîtîkayên muhafezekar ên hikûmetê ku her diçe dijwartir dibin, jinan mehkûmê malê dikin.  
Milyonek jinên din jî bê kar man
Li gorî daneyan li Tirkiyeyê ji meha Adarê ve bi destpêkirina pendemiyê re, ji 10 milyonan zêdetir mirov bê kar man. Ji bêkariyê herî zêde jin bi bandor bûn. Di îstîhdama jinan rewş her çû xirabtir bû û milyonek jinên din jî di dema pandemiyê de bê kar man. Îstîhdama jinan di nava salekê de ji sedî 11.9 kêm bû. Di vê pêvajoyê de awayê xebata jinan jî guherî. Saetên kar ên jinan, di serî de tendirustî, xizmeta extiyar û berastengan, xizmetên civakî, karên malê û çêkirina xwarinê, perwerde, xurek û xizmetên wekî din ên perakende dikirin, zêdetir kirin û mercên xebatên ji berê zortir bûn. Li cihên ku zêdetir jin li wan dixebitin, hejmara xebatkarên bê qeyd pir zêde ye.  
Jinan tehdît dikin
Rewşa jinên di fabrîkayan de dixebitin jî dijwartir bû. Derxistina ji kar, zext û tehdît, di vê pêvajoyê de zêdetir bûn. Di dema pandemiyê de derxistina ji kar hat qedexekirin lê karker ji aliyê xwediyên kar ve bi KOD 29 bi derxistina ji kar tên tehdîtkirin. Îstîsnaya derxistina ji kar KOD 29, ji bo karkeran tehdîta şikandina rûmetê ye. Karker diyar dikin ku bi ve kodê tehdîtên derxistina ji kar zêdetir bûne û wekî çekek bi “bênamûsî, bêexlaqî, sûcên zayendî ku nikaribin li rûyê malbata xwe û hevalên xwe yên kar binêrin” li dijî wan bi kar tînin.
KOD 29 çi ye? 
Xwediyên kar, divê di nava deh rojan de ji saziya ewlehiya civakî re derxistina ji kar a kerkeran bi beyanameyê ragihînin. Sedema derxistina ji kar a karker jî bi hejmara kodê îşaret dike. KOD 29, bi hinceta ku karker “li gorî exlaq û niyeta baş hereket nekiriye) te wateya feshkirina peymana kar. Xwediyên kar vê madeyê, ji bo tazmînatê nedin an jî di dema qedexeyên derxistina ji kar de çawa bixwazin karkeran ji kar derxin bi kar tînin. Bi KOD 29 kesên ji kar tên derxistin ji pereyê ji bo bêkariyê tê dayîn jî bêpar dimînin.
Jin dema ku bi vê kodê ji kar werin derxistin, tê wê wateyê ku dê li malê rastî şîdetê werin. Jinên karker diyar dikin ku ji meha Adarê û vir ve bi destpêkirina pandemiyê, ji her demê zêdetir bi tehdîta derxistina ji kar re rû bi rû ne her wiha bûyerên tacîza zayendî jî zêdetir bûne.