Hem di aliyê aborî de azadî qezenç kir hem ji bo jinan derftê kar ava kiriye

Yeter Tabanca ya ku bi vekirina firoşgeha bi navê ‘Xwarinên malan yên Piraye’ re jin di mal de xwarinên malan çêdikin di firoşe hem pereyê xwe bi xwe qazanç dike hem jî ji bo jinan derfetên kar di afirine xebatên xwe wiha tîne ziman: “Hesetek gelek xweşe ku jin bi xwe perê xwe qazanç bike, divê çavê jinan nemîne li ber destê kesê.”

 MEDİNE MAMEDOGLU
Amed – Gelek jinên ku di aliyê aboriyê de azadiya xwe bi dest xistiye, li gelek taxên Amedê tên dîtin. Yek ji wan jinan jî jina bi navê Yeter Tabanca ya ku bi vekirina cihê bi navê ‘Xwarinên malan yên piraye’ ji bo jinên di vê derê de di xebite derfetên kar ava kiriye. Jinên rêveber di malên xwe de ew xwarinên ku çêdikin di firoşin di aliyê aborî de qazancê bi dest dixin. Yeter Tabanca ya ku beriya dû salan bi jinek havala xwe re bi dahatuya cihê vekirî re hem debara mala xwe û hem jî ya zarokên xwe dike dibêje: “Dema di malê ez de bêzar bûyîm min biryara vî karî da, zarokên min mezin bûn, ez jî bi tena serê xwe di mal de dimam, min biryar da ku derbazî qada kar bibim û min cihek wisan vekir. Zarok û hevjinê min li pişt vê biryara min sekinin û bi min re bûn alîkar.”
“Keda hemû jinan heye”
Yeter Tabanca ya ku bi vekirina firoşgeha xwerinan malan ve di demek kurt de kariye xwe bigihine gelek kesan dide diyarkirin ku di piraye de ji xwerin çêkirinê bigre heta firotina wê keda hemû jina heye û wiha got: “Pîştî min vêderê vekirî  di demek kîn de hêjamra muşteriyên me zêde bûn û mirovan em nas kirin. Her çendî vê derê me nu jî vekiribe ev têr û tejî bûn em pê gelek keyfxweşin. Hem di aliyê aborî de dahatuyek tê, hem jî ew jinên weke min di xebitin feydeyek ya min di gihije wan. Li vê derê em hinek xwarinan çêdikin yên dinê jî jin ji bo me di malên xwe de çêdikin û tînin vê derê.  Ji çêkirina xwarinê bigre heta firotina wê bi keda jinê ev cih  rêve diçe. Zorî û zehmetiyên karê me li vê derê gelekin lê belê em ji heqê van hemû zoriyan derdikevin. Dema ew rojên ez diminim li mal bêzar dibim, roja dinê zu dixwazim werim dikanê. Ew xwarinên ku ez çêdikim muştrî dema dixwin gelek di ecibînin.”  
“Hestek gelek xweşe ku mirov perê xwe bi xwe qazanç bike”
Yeter Tabanca bal dikêşe li ser karkirinê, bi xwe pera qazançkirin gelek pê keyfxweşe  û dixwaze hemû jin vê hestê tam bikin û wiha dom kir: “Dema jinek bi xwe bi xebite û perê xwe qazanç bike tiştek ji wê xweştir nine. Li vê derê ez bi xwe pareyê xwe qazanç dikim û meyzeyî ber destê kesê nakim. Ji bilî min li vê derê gelek jin debara mala xwe dikin.  Dema nu min dest bi vî karî kirî ew mirovên ku ez ji ditirsam û min rexne dikir dema hinek tişt ditin wan jî dest bi karên wisa kirin. Bersîva piras ku dibêjin karê jinê nine cardin jin bi xwe bersîvê didin.  Ji ber wê çi kêrhatiyên jinan heye û çi kar ji destê wan tên bixin ticaretê. Dema jinek kar dike ji bo zarok û derdora xwe dibe mînak.  Ev çerxe hun nakevin di ferqê de wê bi awayek xweş bi dome. Aramanca min ya herî mezin ewe ku cihek wisan vekim ku ji bo hemû jinan derftên kar ava bikim.”