Wala Netil bi destekî xwe li Xezayê dest bi çêkirina hunerên destan kir

Tevî zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye û rewşa xirab a aborî jî Wala Netil dest bi projeya xwe kir da ku têkoşîne xwe li hemberî civaka ku diêje qey nikare tiştek bike, raber bike.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Wala Netil bi yek destî bi ta digire da ku morikên temamker ji bo yek ji perçeyan ku dê êvarê radest bike çêbike û bi sivikî karê parçeyê bi tena xwe diqedîne di gel hebûna malbata xwe ku li dora wê rûdinin da ku binêrin çawa  gerdan, pend, zencîk û tizbî têne çêkirin. Karên din ên ku bi riya wan ew lêçûnên xwe yên kesane digire piştî ku bi riya rûpela xwe ya li ser malperên tora civakî kirûbirê dike.

“Min tu carî ji ber astengdariya destên xwe kêmasî bi xwe re hîs nekir”

Wala Netil, a 19 salî, di destê xwe yê çepê de bi astengdariyek qismî ji dayik bû lê wê qet hîs nekir ku ew ji keçên din ên nifşê xwe kêmtir e. Her gav îsrar dikir ku di salên xwe yên dibistanê de tiştê herî baş pêşkêş bike û beşdarî hemû çalakiyan bibe. Di nav de pêşangehên ku ji bo pêşandana hunerên destan ji bo xwendekarên jin hatine lidarxistin hebûn. Ji hêla derdora xwe ve, çi hevkarên wê û hem jî mamosteyên wê, rêz û hezkirina wê hebû.

Tiştê ku herî zêde Wala Netil aciz dike meraqa hinekan û pirsên wan li ser astengdariya wê yan çawaniya bikaranîna destek e. Gelek caran didît ku yek ji hevkarên wê hewl dide bi destên wê bigre û yeka din jê dixwest xwe eşkere bike da ku bibîne ka ew çawa dixuyê. Ew astengdariya xwe wek tiştekî şerm nabîne ku hewl bide xwe veşêre lê ji awayê êrîşa li ser wê û ji şîroveyên nebaş aciz dibe.

Zaroka yekem a malbatê ye

Dayika wê Nidaa Netil ji ajansa me re ragihand ku Wala'a Netil mezinê zarokên wê ye û hemû karên malê bi awayekî serketî, bi hûrgilî pêk tîne û di xema birayê xwe yê biçûk de ye. Diyar kir ku keça wê dibistana amadeyî qedandiye lê ji ber şert û mercên dijwar ên aborî yên ku malbat tê re derbas dibin, nikaribûye xwendina xwe ya zanîngehê biqedîne û vê yekê bûye sedem ku li projeyekê bigere ji bo bikaribe lêçûnên xwe yên kesane bi dest bixe.

Ji valahiyê hez nekir berê xwe da hunerên destan

Wala Netil diyar kir ku ramana projeyê tesaduf bû, ji ber ku dema wê dibistana amadeyî qedand, wê xwe pir bêhnteng dît ji ber ku neçar ma ku karê malê bike ku tenê çend demjimêran ji roja wê digire. Gava ku wê li ser malpera tora civakî post digerand, ramana çêkirina hunerên destan ji morikan ket serê wê. Nemaze ji ber ku ev celeb di nav jinên ciwan ên ku wekî xerîdarek bingehîn a van berhevokan têne hesibandin de pir navdar e.

Ji ber ku Wala Netil qet xemgînî û tembelî nizanibû, yekser dest bi vekirina vîdyoyan li ser YouTube kir da ku bi wan fêr bibe û bi madeyên xav nas bike. Ew dibêje ku piştî çend demjimêran wê cil û berg li xwe kirine û bi pereyekî hindik çûye bazarê, têl, morik, maqûr, kaset û tiştên din kiriye û dû re bi serkeftin vegeriyaye malê da ku dest bi rêwîtiya xwe ya nû bike.

“Piştî ku min malzemeyên ji bo çêkirinê kirî min deriyê odeya xwe girt û dest bi çêkirinê kir”

Wala Netil diyar kir ku piştî wê tiştên hewce kirî, deriyê odeya xwe girt û dest bi çêkirina du perçeyan kir ku yek ji wan gerdenî û ya din jî madalya bû. Piştî çend demjimêran ku ew bi ser ketibû, matmayî ma mîna ku bi salan li ser hilberîna van huneran xebitîbe. Wê rûpelek xwe ya nû li ser malperên tora civakî vekir, wêneyên tiştên ku wê çêkiribûn weşandin û ji şopîneran piştgirî xwest ku ji bo yek ji du perçeyan daxwaza kirînê bigrin.

Yek ji wan zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimîne, peydakirina pere ye ji bo kirîna madeyên xam di van rewşa xirab ên aborî de. EW neçar dibe ku rojane, ango li gorî her daxwazê, van madeyan bikire.

Wala Netil hêvî dike ku projeya xwe ya wê tenê çend meh berê dest pê kiribû berfereh bike. Zêdebarî tomarkirina ji bo qedandina xwendina zanîngehê bi branşa sekreteriya bijîjkî, ji ber ku ew pisporiya herî nêzîk a xewna derman û hemşîretiyê ye ku wê dixwest lê ji ber astengdariya xwe nikaribû wê bixwîne û ew hêvî dike ku di demek nêz de bikaribe aliyekî çêkirî ji yek ji saziyên piştgir bigire.