Sûriyeyî di nava soz û rastiya ji ber biryarên nakok de asê mane

Tevî ku Sûriye xwedî zengîniyeke mezin a bin erdê ye, di jiyana rojane de di rêzan û bin barê zêdebûna bihayan de difetisin. Bi vî awayî di navbera geşbûna potansiyel û zehmetiyên aborî yên ku gelê wê pê re rûbirû dimîne de nakokiyek kûr derdikeve holê.

SÎLVA EL- ÎBRAHÎM

Navenda Nûçeyan – Aboriya Sûriyeyê ku li ser xaçerêya çavkaniyên zengîn ên binê erdê û krîzên jiyanê yên li pey hev de ye, bi taybetî ji ber kêmbûn û bihayên bilind ên tiştên sotemeniyê  bi hevkêşeyek dijwar re rûbirû ye. Welat ji ber kêmaniya di rêveberiya zengîniya xwezayî û çavkaniyên aborî, piştî sozên ku nehatin bicihanîn, bûye qadeke tabloyek trajîk ku gel têkoşînek giran a jiyanê didin.

Tabloya îro ya li Sûriyeyê, bi qadek gewr a hesas ku nakokî lê serdest e de teşe digre. Hê hibra li ser sazûmaniyên îdarî û lihevkirinên siyasî ziwa nebûye, li ber îstasyonên sotemeniyê rêzên ku dirêj dibin û derfetên ji dest çûne balê dikşîne. Ji ber vê li welat pirsgirêka bingehîn êdî ne tenê pêkanîna lihevkirinên siyasî ye, ev lihevkirin bûye yek ji pirsên herî berbiçav ku gelo wê ji pirsgirêkên bingehîn ên gel re bibin bersiv?

‘Zengîniyên welat bi ku ve diçin?’

Ferqa mezin a di navbera rezerveyên petrola bin erdê ya hatiye belgekirin û bihakirina berhemên petrolê di bazarên herêmî de li ser dolar e, pirsgirêkek pergalî ku zextek giran li ser xizmetên civakê û jiyanê ava dike, nîşan dide. Piştî ku Heyet Tehrîr el-Şam desthilatdariya Sûriyeyê girt destê xwe, soza ‘projeyek rizgariyê’ da. HTŞ’ê got ku dê salên şer bi dawî bike, tecrîda navneteweyî ya welêt rake, saziyan ji nû ve ava bike û veberhênanê bikşîne û di warê şert û mercên jiyanê û ewlehiyê de aramiyê peyda bike.

Lê belê piştî nêzî salek û nîv, van hêviyan di astek mezin de cihê xwe ji rastiyek cûda re hişt. Tevî sivikkirina dorpêçan, başbûna têkiliyên di navbera paytextên Ereb û Rojavayî û Şamê de û zêdebûna piştgiriya navneteweyî û ya Kendavê, şert û mercên jiyanê yên nifûsê bi awayek ku nehatî dîtin, xirab bû. Vê rewşê di nav Sûriyeyiyan de derbarê sedemên kêmbûnê de pirsên cidî derxist holê.

Beşên mezin ên civakê di xeta xizaniyê de ne

Îro, krîz xwe di gelek warên sereke de nîşan dide. Berî her tiştî, xizanî li ser beşên berfirehtir ên nifûsê belav bûye. Her çend beşa navîn bi giranî kêm bûye jî, beşên mezin ên civakê di bin xeta xizaniyê de mane. Gihîştina xwarin, derman û sotemeniyê ji bo bi milyonan kesan bûye têkoşînek rojane ya jiyanê. Li kêleka vêya, hilweşîna aborî kûrtir dibe. Bihayên li bazaran hema hema rojane zêde dibin, di heman demê de mûçe têra van zêdebûnan nakin. Lawaziyên di ewlehî û rêveberiyê de jî têne dîtin. Bi zêdebûna bûyerên kuştin, revandin û diziyê re, rexneyên li ser kapasîteya hikûmetê ya ji bo rêvebirinê zêde dibin. Bandora zêde ya îdeolojîk û olî li ser saziyên dewletê jî mijara nîqaşê ye û nêrîna ku hikûmet di rêkxistina bazaran û parastina welatiyan de têk diçe, xurt dibe.

Ev şert û mercên jiyanê yên dijwar di raporek hevbeş a Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) de jî hatin destnîşankirin. Li gorî raporê, Sûriye bi fermî di nav 13 welatên ku rêjeyên birçîbûnê yên herî bilind li cîhanê de cih girt. Neteweyên Yekbûyî her wiha hişyarî da ku krîza ewlehiya xwarinê li welat dikare di mehên pêş de kûrtir bibe.

Sûriyeya ku xwedî çavkaniyên petrolê ye, pirsgirêka sotemeniyê dijî

Ev zehmetî di demek ku Sûriye xwediyê rezervên girîng ên petrolê û çavkaniyên enerjiyê yên hêvî didin de tê jiyîn. Rezervên petrolê yên piştraskirî yên welêt bi qasî 2.5 milyar bermîl têne payîn. Tevî vê yekê jî, Sûriyeyî bi paradoksek tûj re rûbirû ne ku welatê wan xistiye nav krîzek giran a sotemeniyê. Her çend tê payîn ku ev zengînî geşepêdana aborî peyda bike jî, peydakirina sotemeniya germkirinê, gaza qlîne û benzînê bûye yek ji mezintirîn têkoşînên jiyana rojane ji bo nifûsê.

Ev krîz di 7’ê Gulanê de dema ku Şirketa Petrolê ya Neteweyî ya Sûriyeyê bihayên sotemeniyê di navbera ji sedî 17 û 30 de zêde kir, bêtir eşkere bû. Li gorî vê, bihayê mazotê bi qasî ji sedî 17.3 zêde bû, serê lîtereyê ji 0.75 dolaran derket 0.88 dolarî. Bihayê benzîna 90-oktan bi qasî ji sedî 29.4 zêde bû, serê lîtreyê ji 0.85 dolaran derket 1.10 dolar. Bi heman awayî, benzîna 95-oktan jî bi qasî ji sedî 26.4 zêde bû, serê lîtreyê ji 0.91 dolaran bû 1.15 dolar. Zêdebûna bihayê ne tenê bi sotemeniyên erebeyan ve sînordar bû. Bihayê gaza qlîne ya malan bi qasî ji sedî 19 zêde bû, ji 10.50 dolaran derket 12.50 dolarî, di heman demê de gaza tup a pîşesaziyê jî bi heman rêjeyê zêde bû, ji 16.80 dolaran derket 20 dolarî.

Ev barên darayî di demek ku pereyê herêmî bi berdewamî diguhere de tên jiyîn. Niha nirxa lîreya Sûrî li beramberî dolarê Emrîkî bi qasî 14,230 lîreyan ji bo kirînê û 14,300 lîreyan ji bo firotanê tê firotin. Ev rewş bandora bihayên bi dolar li ser welatiyên Sûriyeyê hîn girantir dike. Xala balkêş ew e ku kêmbûna bihayên enerjiyê li bazarên navneteweyî di demên dawî de qet bandor li ser bihayên li Sûriyeyê nekiriye. Biha di astên bilind de mane, di heman demê de guherînên li bazarên cîhanî berê wekî hinceta sereke ya zêdebûna bihayê dihatin nîşandan.

Krîza sotemeniyê kûr dibe

Ev rewş eşkere dike ku nirxê sotemeniyê li welat êdî ne ji hêla peydakirin û daxwazê ya gerdûnî ve, ji hêla faktorên aborî û darayî yên navxweyî ve tê teşekirin. Ev faktor, xwesteka hikûmetê ya ku hêdî hêdî subvansiyonan rake, hewldanên wê yên ji bo girtina kêmasiya budceyê ya ku her ku diçe zêde dibe û armanca wê ya dabînkirina pereyê pêwîst ji bo fînansekirina peymanên bi pargîdaniyên navneteweyî yên ku erkê wan nûjenkirina binesaziya zeviyên petrolê ye ku ji sala 2011’an vir ve bi têra xwe nayên parastin, dihewînin.

Krîza mijara gotinê piştî pêkanîna Peymana 29’ê Çileya 2026’an, bêtir derket holê. Li gorî bendên aborî yên peymanê, hatibû destnîşankirin ku tesîsên stratejîk ên petrol û gazê, di serî de zeviyên Rumeylan û Suweydayê, dê ji bo xebitandina hikûmeta navendî bikevin bin kontrola Wezareta Enerjiyê. Lê belê, ji ber domandina krîza sotemeniyê û nerazîbûna gel a zêde nîşan dide ku şaxa rêveberiyê di bikaranîna van çavkaniyên nû ji nû ve bi dest xistine de, ji bo berjewendiya gel û baştirkirina şert û mercên jiyanê têkçûn e. Gelek Sûriyeyî, ji ber ku li bendê ne ku ev çavkanî barê aborî sivik bikin, berovajî ew rûbirûyî lêçûnên nû hiştin.

Bandorên zêdebûna bihayê sotemeniyê li ser civaka Sûriyeyê

Ev zêdebûna tund a bihayên sotemeniyê, bandorên neyînî li ser her aliyê jiyana rojane kiriye. Zêdebûna biha ku bû sedema kêmbûnek girîng di hêza kirînê de û enflasyonê zûtir kir. Ji ber mazot û benzîn rêgezên bingehîn ên lêçûna hilberîn û çandiniyê ne, rasterast bihayên nan, sebze û berhemên din ên bingehîn ên xwarinê zêde kir.

Lê belê, zêdebûna heta ji sedî 20 a di kirêyên veguhestina giştî de, krîza veguhestinê kûrtir kiriye. Ev yek ji bo rêwiyan barekî darayî yê girîng diafirîne, di heman demê de xwediyên wesayîtan dibêjin ku zêdebûn ji bo peydakirina lêçûnên bilind ên lênêrîn û sotemeniyê têr nake. Krîza enerjî û xizmetên rojane jî gihîştiye astên ecêb. Her çend operatorên jeneratorên taybet (pergala ‘amper’) xerca abonetiyê zêde kirin an jî saetên xebatê kêm kirin jî, malbat ji ber bihayê gaza qlîne ji bo bikaranîna malê gihîşt 12.50 dolaran û ji bo karanîna pîşesaziyê jî gihîşt 20 dolaran, di pêkanîna pêwîstiyên bingehîn ên çêkirina xwarinê de tengasiyên giran dijîn.

Zêdebûna bihayê mazotê bandor li qada jiyanê kiriye

Zêdebûna bihayê mazotê û kêmbûna peydakirinê ne tenê bandor li qada enerjiyê kiriye, di heman demê de bandor li qada jiyanê jî kiriye. Lêçûna veguhestina tangêrên ava vexwarinê zêde bûye, di heman demê de bidestxistina sotemeniya germkirinê zor û bihatir bûye.

Bi berdewamî zêdebûna lêçûnên jiyanê û berfirehbûna cudahiya di navbera biha û dahatan de. bûye sedema nerazîbûnên gel. Di encamê de, li gelek deverên Sûriyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin; di hin xwepêşandanan de rê hatin girtin û lastîk hatin şewitandin. Xwepêşanderan li dijî kêmbûna sotemeniyê nerazîbûn nîşan dan û daxwaza çareseriyên aborî yên lezgîn kirin.

Welatiyên Sûriyeyê ji bo jiyanê têdikoşin

Îro, welatiyên Sûriyeyê di navbera sozên hikûmetê yên ku her tim dereng dimînin û şert û mercên aborî û civakî yên ku her ku diçe dijwartir dibin de, ji bo jiyanê têdikoşin. Tevî daxuyaniyên li ser bandorên erênî yên rêveberiya çavkaniyên neteweyî ya navendî û biryarên entegrasyona aborî, encamên li ser erdê ji bendewariyan kêmtir in. Ew rastiya ku bihayên herêmî bilind dimînin, bêyî ku li bazarên cîhanî kêm bibin û pêdiviyên bingehîn bi dolar têne nirxandin ku ji hêza kirînê ya gel a qelsbûyî zêdetir e, nîşan dide ku newekheviya dahatê dê kûrtir bibe û dê xizanî belav bibe.

Ji bo ku civaka Sûriyeyê ji çerxa birçîbûn, xizanî û nezelaliya rojane xilas bibe, divê veberhênanên di qada enerjiyê û projeyên ji nû ve avakirinê de encamên berbiçav bidin. Tê payîn ku ev encam bazaran aram bikin, mûçeyan baştir bikin û dabeşkirina dadperwer a çavkaniyên welat mîsoger bikin. Ji ber pirsgirêka bingehîn a Sûriyeyê ne kêmbûna çavkaniyan e. Nebûna plansaziyek bi bandor û bernameyek baş a aborî ya rast ku van çavkaniyan veguherîne berjewendiyên gel.