Soma di warê aborî de piştgiriyê dide jinan

Nûnera Rêxistina Pêşketin û Alîkariya Mirovî ya Somayê Soma Hemê Seîd ku di warê aborî de piştgiriyê dide jinan, ji bo berhemên destan ên jinan li bazarê nirxê ku heq dike bibîne, têdikoşe.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebce - Li bajarokê Xurmal a Helebceyê jin ji ber cudakariya zayendî nikarin di bazara kar de roleke serbixwe bilîzin. Jinên ku di her qadê de rastî cudakarî û biçûkxistinê tên, li dijî desthilatdariya mêr a ku qada aboriyê yekdestdar dike, bi afirandina qadên aborî yên alternatîf têdikoşin.

Soma Hemê Seîd bi rêya Rêxistina Pêşketin û Alîkariya Mirovî ya Soma ku di sala 2019’an de damezrandibû, li bajaroka Xurmal a Helebce ya Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo aboriya jinan didomîne. Soma ya ku bi dikana ku veguherandiye jûreya rêxistina aborî dikare ji bo jinan bazareke kedê ava bike, ji bo ku berhemên destan ên jinan nirxê ku heq dike li sûkê werbigire dixebite.

'Ez keda jinê hem diparêzim hem jî piştgiriyê didim'

Derbarê armanca projeya Somayê de Soma Hemê Seîd wiha got: “Jinên herêmê berhemên destçêkirî yên ku li malê çêdikirin, dema dianîn bazarê nikarin bi buhayê ku heq dikin bifiroşin. Vê rewşê bû sedem ku ez jî tevbigerim û min gihandiye wê baweriyê ku divê ez vê xebata jinê hembêz bikim û piştgirî bikim. Ji ber vê yekê jî bi vekirina dikaneke wiha min piştgirî da jinan. Bi vî awayî ez hewl didim keda jinan a destanî biparêzim û destekê bidim hêza wan a aborî.”

Soma bi lêv kir ku ew bêyî ku tu fêdeya aborî werbigirin destekê dide jinan û got ku ew ê hîn zêdetir piştgiriyê bidin jinan.

Yusra Eşref a ku di firoşgeha ku bi cil û bergên kurdî yên kevneşopî, xişirtî û zêrên kurdî hatiye çêkirin de berhemên hunerên destan difiroşe, diyar kir ku ev proje piştgiriyekê girîng a aborî dide wê.