Rêhevaltiya dayikan bi sewalan û xwezayê re

Dilber û Rifa bi hatina demsala biharê re kêliyek ji jiyanê vediqetînin û dest bi berhevkirina tolikê û çêkirina bexçeyan dikin. Nêrîneke tenê li asîman, tevgera dayikan û kenê zarokan, herikandina jiyanê û domandina çanda kevnar, dihêle ku mirov mest bibe.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Gund destpêka jiyana mirovan e, li gundan jiyan û afrînerî bê sînor e û di heman wextê de jî bi keda destên dayikan, jiyan diherike û têkiliyên civakê xurt dibin. Piştî avabûna bajaran ji aliyê desthilatdaran ve, bi armanca bilindkirina asta bazirganiyê û sûd wergirtinê, gelek kes wekî dapîr û bapîran ji jiyana gundan dûr ketin. Her wiha yek ji armancên avakirina bajaran qutkirina têkiliyên civakî û avakirina hewirdoreke ku tenê ezezîtî li pêş e ye. Gelek dapîr û bapîrên ku li bajaran dijîn, piştî demekê vegeriyan gundên xwe, ji ber ku hebûna xwe li gundan dibînin. Kî û li ku derê be, pêwîstiya wan bi bêhneke ji gundan heye. Gund û xwezaya gundan, hem sûdê li hebûna mirovan dikin, hem jî dermanên nexweşiyan in. Gund ne tenê ax, av, dar, newal û çiya ne, nexweşxaneyên hemû kul û derdan in. Gund nexweşxane ne û cihê bêhnvedanê ne. Bi taybetî kesên ku temenê wan mezin e ji xwarina berhemên pez wekî şîr, mast, penêr û rûnê kurdewarî û xwarinên ku rûn di wan de hebûn, heya niha tendrustiya wan baş e û tu carî jî serî li bijîşkan û nexweşxaneyan nedane. 
Dabîr û bapîr bi çandina bexçeyên şînkayiyên demsalî, tirî, henar, zeytûn, çandina pembo, genim, ceh û xwedîkirina sewalan, jiyana gund birêve dibirin. Yek ji sedemên ku heya niha gund li ser lingên xwe mane, ew dayikên ku ew çanda gundewariyê parastine ne. Gund temsîliyeta hebûna me ya îro ne. Mirov çiqasî kedê bide, biweste û xwêdan bide, ewqas xweşiya jiyanê hîs dike. Tovên ku tên çandin, domandina jiyanê didin xuyakirin. 
Nêrîneke tenê li asîman, tevgera dayikan û kenê zarokan, herikandina jiyanê û domandina çanda kevnar, dihêle ku mirov mest bibe. Kêliyek tenê ji jiyana gundan dikare hemû enerjiya xirab biavêje û enerjiyeke baş ji hêza dayikan û kenê zarokan bigre. Qermîçokên dest, rû û li ber çavên dayikan, asta êşkişandin û xemên ku di nava dîrokê de kişandine, dide xuyakirin. Çawa ku di biharê de kulîlik û çîçek vedibin, jin jî enerjiya xwe kom dikin û têkoşîna jiyanê didomînin. Bi hatina biharê re, dayikên navçeya Til Temira Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê, dest bi berhevkirina gîhayê tolikê û çanda bexçeyan kirine. Ji bo ku em xwedîderketina dayikan li çanda kevnar û xwezayê bişopînin û bi xwendevanên xwe re parve bikin, me dayik dîtin û nêrînên wan girtin.
Bi hesreta dûrketina ji warê xwe, bihara îsal pêşwazî dike
Dilber Mihemed Seyîd hevjîna Ş. Salih e û dayika 3 keç û 3 lawan e, bi hatina biharê re kêfxweş e. Dilber bi van gotinan behsa rêwîtiya jiyana xwe dike: "Nêzî salek û 5 mehan e ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ez ji gundê xwe Salihiyê yê ku diket Rojavayê navçeya Til Temirê û di navbera Til Temir û Serêkaniyê de, koçber bûme. Gundê me bi xwezaya xwe ya xweş ji darên gulan heya yên tirî, zeytûn, tû, hêjîr û herikîna ava çemê Xabûrê dihat nasîn. Ji ber kêmbûna barîna baranê, bihara îsal ne wekî par e. Gelek gîhayên çolê jî wekî tolik, pincar û kavkulîlik jî îsal pir kêm in. Ruxmî wê jî em di saetên piştî nîvroyê de bi cîranên xwe re, derdikevin çolê û tolikê didin hev. Paşê em dikelînin û dixwin. Tama tolikê pir xweş e, ji ber ku hem ji xwezayê ye hem jî bi ked û hezkirina dayikan hatiye berhevkirin û çêkirin. Tolik piranî li cihên ku şopa çandiniyê û avê lê hebe û taybet di destpêka biharê de çêdibe."
Bihar e! Lê ne wekî her sal e
Dilber çend kêliyan vegeriya gundê xwe yê berî dagirkeriyê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Mirov li ser axa xwe be û di nava malbata xwe de be, helbet baştir e ku koçber be. Rast e, mirov li welatê xwe ne koçber e lê êşa koçberiyê her dijî û koçberî janeke bê derman e. Bihar a îsal ji bihara pêrar ferq dike. Bihar êdî wekî payîzê ji me re tê, ji ber ku em gelekî dûrî gundê xwe ne. Bihara îsal ji me re nexweş tê, ruxmî wê jî em hêviya xwe qut nakin û em bi hêviya vegera gundê xwe, dijîn."
Dayik têkiliyên civakî xurt dikin 
Rifa Ehmed Emîn a 57 salî, ji gundê Dîbek ê girêdayî navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê ye. 39 sal in zewicî ye û dayika 7 zarokan e. 32 salan li gundê Rîhaniyê yê girêdayî navçeya Til Temirê, bi çandina genim, ceh û pembo jiyana xwe derbas dikir. Rifayê di axaftina xwe de behsa rojên berê kir û wiha pêl da gotina xwe: "Li kêleka rikaş û çikakê me pembo jî diçinîn. Ev 7 sal in ez ji çandina ceh, genim û pembo dûr ketime lê li mala xwe ez bi çêkirina bexçeyên şînkayiyên demsalî, wexta xwe derbas dikim. Rojên berê ji rojên îro xweştir in, di wan rojan de mirov tama jiyanê hîs dikir lê niha rewş hatiye guhertin û em di nava şer û tirsê de têkoşîna jiyanê didomînin. Em di destpêka payîz û havînê de bexçeyên ku sîr, pîvaz, kundir, xiyar, bacanên sor û reş, bexdûnis û xesan di nav de hene diçînin. Ez ne tenê ji bo mala xwe, hem law û keçên min ên zewicîne tên digrin, hem jî didim cîranên xwe. Bi vê alîkariyê çanda têkiliyên civakî xurt dibin."
Rêhevaltiya dayikan bi sewalan û xwezayê re, nayê vegotin
Rifayê behsa bihara îsal, pirsgirêk û daneyên wê dike: "Ev pirsgirêkeke rastî, ji ber barana kêm gelek gîhayên çolê dereng derketin. Her salê em derdiketin çolê û me tolik, tehlik, qinêber û strîzerk kom dikirin lê îsal pir kêm in. Ev gîha li cih êku barana wê pir be li her derê jî şîn dibe her wiha li ber zeviyên avî jî şîn dibe. Qinêber hem xwarin e û hem jî derman e, ji bo gurçikan. Ez beybûnê jî diçinim û hişk dikim, ji ber ku ew yekem dermanê nexweşiyan e. Mirovên ku serma xwaribin, gurçikên wan biêşin û westiyayî bin, bi kelandin û vexwarina beybûn û zehtera çolê re baş dibin. Gîhayên ku em hişk dikin piranî li ciyên bilind û li ser çiyayan tên peydakirin. Mirovên ku li gundan bi sewalan re dijîn, xwediyên dilê pak in. Çawa jin xwedî li sewalan derdikevin, heman tişt jî ew dikin. Rêhevaltiya jinan a bi sewalan û xwezayê re, tu kes nikare vebêje."